DEM Partiyê bi rojeva peyama Abdullah Ocalan serdana ÎHDê kir

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin,...

1 deqe xwendin
DEM Partiyê bi rojeva peyama Abdullah Ocalan serdana ÎHDê kir

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin, didomîne.

Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ozlem Zengîn, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sîncar pêk dihat, ji bo têkildarî pêvajoyê agahiyan bidin û nîqaşan bimeşînin, çûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Şandeya DEM Partiyê ji hêla Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya DEM Partiyê û ÎHDê piştî hev silavkirinê civîna xwe ji çapemeniyê re girtî li dar xist.