Demografya û Jineolojî

Yek ji mijarên herî girîng ên ku di warê jineolojiyê de tên nirxandin, demografî ye. Demografî şaxeke zanistê ye ku li ser taybetmendî û guhertinên nifûsê li herêmek erdnîgariyê ya diyarkirî lêkolîn dike.

1 deqe xwendin
Demografya û Jineolojî

Yek ji mijarên herî girîng ên ku di warê jineolojiyê de tên nirxandin, demografî ye. Demografî şaxeke zanistê ye ku li ser taybetmendî û guhertinên nifûsê li herêmek erdnîgariyê ya diyarkirî lêkolîn dike. Guherîna nifûsê li ser bingeha daneyên statîstîkî diyar dibe. Ev statîstîk bi destê dewletan li ser gelek mijarên wekî şopandina temen, zayend, jidayikbûn, mirin, perwerde, tenduristî pîşe, ziman, çand, koçberî, rewşa leşkerî ya nifûsê û hwd. Tên bidestxistin. Li gor van daneyan jî, bipêşxistina polîtîkayên xwe diyar dikin. Ji ber ku bi gelek aliyên civakê re eleqadariya demografyayê çêdibe, herî zedê jî bi zanista civaknasiyê ve girêdayî ye. 

Dema ku em li pêşveçûna dîrokî ya demografiyê dinêrin, em wê wekî zanistek serdest a mêr û dewletê dibînin. Daneyên demografîk her gav ji hêla dewletan ve hatine bikaranîn, da ku gelek pratîkên xwe yên nemirovane yên wek qirkirin, koçberiya bi darê zorê, bişaftin û destwerdana zarok anîna jinan, rewa bikin. 

Demografî û îktidar girêdayî hev û xwedî dîrokeke gelekî kûr in. Ew ne berê û ne jî niha, qet ji hev qut nebûne.  Îro, bi taybetî bi rêya polîtîkayên nifûsê formên nû yên serdestiyê didin civakê. Ev pergala hêzê ya ku wek ‘biyopolîtîk’ê tê zanîn, serdestiya xwe li ser bingeha nifûsê ava dike. 

Koçberkirina bi darê zorê û dagirkirin ji bo armanca guhertina demografîk, her tim wekî rêbazên qirkirinê tên bikaranîn. Civakên ku jenosîd û komkujî jiyane jî, zêdebûna nifûsê wekî şêweyeke parastina xwe dibînin. Ji ber ku ol û bawerî jî nifûsa zêde teşwîq dikin, gelên bindest vê yekê wekî mertalekê bi kar tînin.

Ev hişmendiya zêde zarokanînê ku paşguhkirina tenduristiya laşê jinan e, di nav kurdan de jî heye. Lê belê tevî ku bûne qurbaniyên jenosîdê, gelê cihû dîsa jî kariye hevsengiya nifûsa xwe biparêze. Wan çîroka xwe bi rêya hilberîna madî û rewşenbîrî, berhemên hunerî û edebî ji cîhanê re vegotiye. Gelê ermen jî vê yekê bi rêya huner û bandora siyasî dikin. Kurd, gelên Rojhilata Navîn û yên afrîkî jî hewl didin ku bi zêdekirina nifûsa xwe bi awayekî hejmarî vê yekê pêk bînin. 

Gelên ku dixwazin xwe bi hin rêbazên cuda biparêzin, dewlet jî bi rêbazên xwe yên serwer li dijî nifûsên wan bi kar tînin. Dewlet ji aliyekî ve dixwazin nifûsa xwe zêde bikin, li aliyê din jî ji bo kêmkirina hejmara gelên din serî li her cure rêbazên nemirovane didin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê tiştê wekî ‘kaosa demografîk’ bi nav dike û dibêje ‘li vir ya rast ew e ku mirov bizanibe pirsgirêk ji ber polîtîkayên dewlet û hêzan çêdibin. Ew ji bo berjewendiya xwe, yan zêdekirina nifûsê teşwîq dikin an jî bi rêya qedexeyan wê kêm dikin. Di vê siyaseta demografîk de, ku jin bedela herî giran didin, bandorek wan a takekesî, siyasî yan civakî tune. Laşê jinan ku ji hêla destwerdana derve ve tê kontrolkirin, wekî koletiyê ye.’

Dewlet ji bo ku berdewamiya nijada xwe misoger bikin, destwerdanê li laşê jinan dikin; yan ji bo nifûsa xwe zêde bikin zayînê teşwîq dikin, an jî civakên ku ji bo xwe wekî tehdîd dibînin, li hember wan gelek rêbazên ku pêşî li zarokanîne bigirin bi kar tînin. Ev jî jiyana jinan dixe xetereyê. 

Ev xwestina zêdebûnê di heman demê de kolekirina jinan û bindestxistina mirovan wekî kelûpelên ji bo xizmeta dewlet û kapîtalîzmê jî temsîl dike. Her çend jin di warê zarokanînê de xwedî mafê gotinê nebin jî, her tim ji ber zêdebûna nifûsê tên sûcdarkirin. 

Zihniyeta xanedaniyê zarokanînê wekî rêbazek desthilatdarî û berhevkirina sermayeyê dibîne. Zewaca bi gelek jinan û xwedîkirina gelek zarokên kur, xala herî girîng a sedema nekontrolkirina nifûsê û bidestxistina desthilatdariya siyasî ye. 

Îro, nifûsa cîhanê bi qasî 8.3 milyar e û tê texmînkirin ku heta sala 2060an bigihîje 10 milyarî. Dema ku em vê zêdebûna bilez bi zirara jîngehê ya ji ber kapîtalîzm, teknolojî û pîşesaziyê çêdibe re bikin yek, em bi karesatek xwezayî ya xeternak a bi rêjeyên mezin re rû bi rû dibin. 

Polîtîkayên li dijî kurdan li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê hatine meşandin, bi piranî bi şiklê koçberkirina bi darê zorê û komkujiyan bûne. Ji ber kêmkirina nifûsê, avahiya demografîk bi anîna kesên ne-kurd hatiye guhertin û hê jî berdewam e. Wekî din, dema ku mirovên ji heman olê li kêleka kesên ji heman etnîsîteyê têne zêdekirin, demografî jî di asta olî de tê manîpulekirin. 

Di mijara demografyayê de, asta ku siyaseta li hember kurdan gihîştiyê, ne tenê meseleya îroyîn e. ‘Plana Îslahê ya Rojhilat’ û ‘Qanûna ji nû ve Vegerandina bi Zorê’, ku piştî serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de hat derxistin, bûn sedema koçberiya bi darê zorê. Li şûna kurdan gelên din li Kurdistanê hatin bicihkirin. Dîsa, ji ber ku hejmara gelên ku li Tirkiyeyê dijîn diyar nebe, piştî sala 1965an, di serjimêriya nifûsê de pirsên li ser nasnameya etnîkî, ziman, ol û baweriyan nehatin pirsin. 

Her wiha, Lijneya Ewlekariya Neteweyî di sala 1996an de raporek li ser kurdan pêşkêşî hikûmetê kir. Di raporê de ‘ku rê li pêşiyê neyê girtin, heta sala 2025an hejmara kurdan dê ji ya tirkan derbas bibe û ji bo kesên ku ji sê zarokan zêdetir zarokên wan hene, divê bên cezakirin’ hatibû pêşniyarkirin. Her çiqas rapor neketibe meriyetê jî ev nêzîkatî di demên paş de jî neguheriye. Rayedarên dewletê gelek caran di derheqê kêmbûna nifûsa tirk û zêdebûna ya kurdan de diaxivin û di mijara sê yan jî pênc zarokan de hişyariyê didin civaka xwe.  Ev jî bi zelalî polîtîkayên dewletê yên li dijî kurdan aşkere dike. 

Ev siyaset li Sûriyeyê jî bi rêbazên qirkirinê yên wekî bênasnamehiştin, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk li dijî nifûsa kurd hatiye sepandin. Bi ‘kembera ereban’ a li ser axa kurdan hat xwestin ku pêşî li danûstandina di navbera kurdan de bê girtin. Ji ber vê, gel mecbûr ma ku koçberî welatên din bibe. 

Li başûrê Kurdistanê, dewleta Iraqê di dema Enfal û Helebçeyê de bi sedhezaran kurd bi çekên kîmyewî kuştin, bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Li Îranê jî her cure rêbazên zilm û zordariyê yên wek darvekirin, kuştin û wendakirinê tên bikaranîn. Ji bo wê jî gel dev ji cih û warên xwe berdide û koçber dibe.

Gelo nêzîkatiyeke demografîk li ser bingeha rizgariya jinan mimkun e, yan na? Heke zanista demografiyê ji desthilatdarî û nêzîkatiya nirxandina civakan bi tenê bi awayekî hejmarî dûr bikeve, wê demê dikare li ser bingeha rizgariya jinan were nirxandin û bi rastî wateyekê bi dest bixe. Ji bo vê jî têkoşîn divê.

Ji bo wê berî her tiştî, jinên ku ji xwebûna xwe ya rastîn bêpar mane, divê vegerin ser eslê xwe. Ew ê jî bi sekneke zanistî pêk were. Jinên ku li ser bedena xwe xwedî biryar, hest, raman, giyanê xwe bin, dikarin biryara xwe jî bidin ka çawa dixwazin bijîn. Tişta ku serdestiya mêr herî zêde jê ditirse ew e ku jin bizanibe ew aîdî xwe ye.