Der barê Rojnameger Zeynep Durgutê de lêpirsîn

Derbarê nûçegihana MAyê Zeynep Durgut de ku talankirina daran a li gundê Êzidiyan kiribû nûçe, ji ber giliya rêveberiya HUDA-PARa Midyadê lêpirsîn hat destpêkirin.

1 deqe xwendin
Der barê Rojnameger Zeynep Durgutê de lêpirsîn

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut ku qirkirina daran a li gundê Êzidiyan Kiwêxê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê de kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin. Di 23yê Hezîrana 2025an de hatibû xwestin ku di têketina gundê Kiwêxê de qereqol were çêkirin û hatibû îdiakirin ku ji bo înşaeta qereqolê darên li ser erdê welatiyan hatine birîn. Der heqê nûçegihana MAyê Zeynep Durgutê de ku têkildarî mijarê nûçeya bi sernavê “Li gundê Êzidiyan qereqol tê çêkirin” çêkiribû, lêpirsîn hate destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn, li ser giliyê rêveberiya HUDA-PARê ya Midyadê hatiye destpêkirin.

Zeynep Durgut, bi parêzerê xwe çû Qereqola Polîsan a Rêya Armûşê ya Wanê û îfade da. Zeynep Durgutê got ku nûçeya behsa xeberê wê çêkiriye, wek rojnamegerek peywira xwe bicih aniye û got: “Weke rojnameger peywira min ew e ku raya giştî ji bûyeran agahdar bikim.” Zeynep Durgutê, tawanbariya derbarê wê de hatiye kirin jî red kir.

Parêzerê Zeynep Durgutê Veysî Atay jî anî ziman ku armanca nûçeyê agahdarkirina raya giştî ye, divê nûçe di çarçoveya azadiya mafê xweîfadekirinê de were nirxandin. Atay, got ku li gorî TCKê, ji bo hêmayên sûc çêbibin divê xetereyeke berbiçav û aşkera çêbibe lewma hêmayên sûc çênebûne.

Zeynep Durgut, piştî karûbarên îfadeyê yên li qereqolê hate berdan.