Dêra Hawariyan

Her şûnwarek dîrok û çandek hembêz kiriye. Her şûnwarek ji bo çand, ziman, bawerî û nirxên civakekê bûye derguş û parastgeh. Her şûnwarek bûye notirvanê nirxên civakê.

1 deqe xwendin
Dêra Hawariyan

Her şûnwarek dîrok û çandek hembêz kiriye. Her şûnwarek ji bo çand, ziman, bawerî û nirxên civakekê bûye derguş û parastgeh. Her şûnwarek bûye notirvanê nirxên civakê. Bajarê Qersê jî bi şûnwar û berhemên dîrokî gelek bala mirovan dikişîne. Keleh, Dêr, Koşk, malên dîrokî û mizgeftên ku ji kevirên reş, sor û zer hatine pêçan, bawerî, çand û şertên xwezaya Qersê bi awayeki hêzan bi mirovan dide nasîn. Ev Warên dîrokî dibe zimanê ker, kor û lalan. Yek ji van şûnwaran jî berhemên dîrokî Dêra Hawirayan a Ermeniyan e. Dêra Hawariyan a Ermeniyan ku li tenişta Keleha Qersê hatiye avakirin bi hemû xeml û hêza xwe awirên çavan dikişîne ser xwe. Dêra ku 1700 sal berê bi kevirên reş ên qesp û bazalt hatin avakirin hêj wekî roja hatiye avakirin li ser piyan e û mêvanan pêşwazî dike.

Gotin ji Hz Meryem re kurek bûye û bavê wê tune. Hinekan got bêbav e. Hinekan got mûcîze ye. Hinek matmayî man, hinek hêrs bûn. Hinekan biryara kuştinê dan û hinek ketin nava tirs û xofê. Lê Hz Îsa mezin bû, bi hunerû pêkanînên xwe roj bi roj mirov hişyar kirin û rêçek nû da pêş mirovan. Kesên putperest û serdest li hemberî vê yekê aciz bûn, welatiyên bindest û ebdê xwedê jî temê taşe kirin û hewl dan ku fambikin. Lê Kurê Dayika Meryem û pêxemberê ometa Xiristiyaniyê ji bo alê xwe li cîhanê belav bike û di navbera xweda û mirovan de diyalogê dîne, 12 hawarî perwerde kirin û li çar aliyên cîhanê belav kirin. Hz. Îsa her hawariyek rêçek danî pêş û xwest olê Xirîstiyaniyê li hemû cîhanê belav bike û bibin qasitê navbera xweda û olê xirîstiyanan. Hawariyên Îsa ji bo baweriya olê xirîstiyaniye belav bike û bi her kesî bide hezkirin çû kijan bararî dêrek ava kirir. Çû kijan bajarî di bin baneyê wê dêrê û stargeha xirîstinaniyê de şagirt herwerde kir û li her derê dibistan û akadamiya olê xwe ava kir. Bi taybeti ji bo olê xiristiyaniye bi mirovan bide hezkirin bi mîmariyên awarte dêr ava kirin. Hawariyan bi sekn û helwestek awarte bandor li ser mirovan ava kir. Bi zanîn û ezîziyên xwe şop û bandor li se