Derbûna dilê me...
Gerdûna ku bi guherînên demsalan re nîşanî me dide ka divê em çi bikin û çawa bin; bi xwebûnî, xweserî, azadî û zindîbûna xwe me bi me re dixe nav lêpirsînan.

Gerdûna ku bi guherînên demsalan re nîşanî me dide ka divê em çi bikin û çawa bin; bi xwebûnî, xweserî, azadî û zindîbûna xwe me bi me re dixe nav lêpirsînan.
Ez niha ji xwe pirsa çi me û li ku me dikim. Vê kêliyê wekî ku her tişt bi ser min ve tê, tu rê û çareseriyek berbiçav nabînim lê dizanim ku dîtina rê û çareseriyan ji bo min şert e. Dijberî taybetmendiyên gerdûnê yên min li jorê rêz kirin dijîm an jî mehkûmê jiyanê me!
Ev aloziya ku xwe di serê min de bi cih kiriye; bêguman ji ber pêknehatina gelek rewş, pêdiviyên jiyanî yên takekesî û civakî ye. Xwe tik û tenê, bêdeng û bi derdora xwe re bê aheng dibînim. Di nav vê bêdengiyê de tenê dengê dilê xwe yê ku ez dizanim ji sedî sed rast e, rastiya min û jiyanê nîşan dide dibihîzim.
Tenêtî çi xweş û jandar e! Ew e ku rêyên pêwîst û dijwar ên jiyanê nîşanî me dide… Tenêtî; çi bi êş û azad e. Girêdana me ya bêwate ya bi derdorê re di lêpirsênên ku çareseriyê ferz dikin re derbas dike. Tenêtîêşeke bêpênase ye, birîneke kûr e, derbûna dilê me ye.
Di vê êvara biharê de bi qasî xwişka xwe ya ku 29 sal in di qefesan de girtî ye; xwe dîlgirtî hîs dikim! Bi qasî jana ku dikişîne jandar e jiyan! Vê êvarê bi hesreta dûrbûna wê ji xwe jî ji jiyanê jî ji biharê jî dixwazim birevim! Ji nedîtina biharê xemgîn û hestiyar im. Diviyabû min ev bihar wiha nejiya! Diviyabû ewqas dilşikestî nebûma lê vayê careke din ji rêwîtiya xwe ya hestan ‘destvala’ vedigerim! Careke din evîn sêwî dimîne. Gelo ev çarenûsa erdnîgariya me ye wiha rengê xwe dide jiyana me?
Bihar e, di strana “Ey felek” a ku Mehemed Şêxo dibêje de hevoka “biharên têhnkuştî” teqez behsa zindanan dike. Helbestvanê hêja Yusif Berazî ku ji xwe re dibêje “Bêbihar” bi gotinên strana “Hebs û zindan” nîşanî me dide ku bihar têhnkuştî ye û ji ber wê rastiya jandar, navê “Bêbihar” li xwe daniye.
Zindanê, wêranê, warê biharên têhnkuştî, xeyalên baskşikestî! Te temenê me daqurtand, jiyanê kir jehr! Zindanê! Neyarê b


