Derûnî û hesûdî
Li pey dimeşim bi çifta tê min, li pêş dimeşim bi qoça. Ev gotina pêşiyên kurdan e. Ji bo însanê ne li rê hatiye gotin.

Li pey dimeşim bi çifta tê min, li pêş dimeşim bi qoça. Ev gotina pêşiyên kurdan e. Ji bo însanê ne li rê hatiye gotin. Di destpêkê de dibêjim ji însanên virek û hesûd dûr bisekinin û dest bi nivîsa xwe dikim. Heyf û mixabin ku her roj nûçeyê ku piştî temaşekirinê serê mirov mezin dike yek ji wan nûçeyan min îro temaşe kir, law ji ber hêrsa xwe bavê xwe kuşt û dê û xwişk bi kêrê birîndar kir. Heyf! Helbet ne mimkûne ku dê û keç, bav û law her daîm derheqê her tiştî de wek hev bifikirin. Mimkûne ku ji bo însanê li hember xwe heke dê, bav, heke nêzî te kê/kî dibe bila bibe rêzdar nebî. Em vê rastiyê ji bîr nekin insanê ku di dawiya hemû nîqaşan ji bo berjewendiyê xwe biparêze dest avête zimanê tedayê di bingeha derûniya xwe de bi pirsgirêk e. Însanê derûniya wan lihevketî divê tedawî bibînin. Heke tedawî nebînin dikarin vira bikin, dikarin îftiraya li we bikin, bi piranî hesûdiyê ji derdorê xwe dikin, jiyana xwe û derdorê xwe tevlihev dikin. Û we ji xwe zêdetir nexweş dixin, heke kesên


