Destana neteweyekê

… û Ferx li Bozeşînê siwar bû, ber bi geliyekî bêdawî ve, bi Bozeşînê re bi rê ket. Di wî geliyê kûr û bêdûmahîk de, ji bilî wî û Bozeşînê kesek din tune bû; ber bi eşqa abadînî ve diçû.

1 deqe xwendin
Destana neteweyekê

… û Ferx li Bozeşînê siwar bû, ber bi geliyekî bêdawî ve, bi Bozeşînê re bi rê ket. Di wî geliyê kûr û bêdûmahîk de, ji bilî wî û Bozeşînê kesek din tune bû; ber bi eşqa abadînî ve diçû.

Pênc sal beriya niha, em bûn gerîdokên kuncên welêt. Gelek deman min bi xwe du sê şevan xew nedikir. Ji wan deman demekê rêka me ber bi Qilebanê ket.

Qileban ji bo çanda devkî behrek bû, ez heta wê demê hêj baş aşînayê vê qadê nebûbûm lê belê gelek hevalên ji vê gencîneyê xebatên jêhatî kirî hebûn. Em bûn mêvanên malbatekê, heta derengiya şevê me suhbetên cur bi cur kirin. Diviya me ev suhbet û yekeyên çanda devkî tomar kiriba, me jî wisa kir û em hatin dema qeydên xwe, piştî suhbeta xweş û çê, dengbêj qala destanekê kir.

“Ev destana malbata me ye, ji me pê ve hemû kes şaş dibêjin, gelek kevn e, ev çîroka Ferx û Sitiyê ye, lê hişyar bin, guh lê bin!”

Bi rastî jî ev rewş di nav Kurdistanê de hebû. Hinek malbat û malbatên dengbêjan, bi taybetî destanekan jî serpêhatiyek girîng digel nifşên xwe vediguhastin. Ev malbat jî ji wan malbatan bû.

Dengbêj dest bi destanê kiriye, hêdî hêdî guhên xwe bel dikim, ji ber ku tiştek cuda heye, ne wek destanên em dizanin e, ne wek ew destanên eşqê ye, çîrok weke wan naherike. Ew destanên me ji pirtûkan dîtî û bihîstî, ew destanên hatine nivîsîn, ew destanên neteweyan, hêmanên bingehîn ên mirovahiyê, ew destanên şaristaniyên kevn ên ku digotin “destanên ewilî yên cîhanê”…

Tijî metafor û mîtos, ev hemû tişt pêkre ji devê dengbêjî yek bi yek dirijtin. Dengbêj hay jê nebû ku ka çi mîtosên girîng bi peyvên xwe vediguhêzîne. Wî bi amûra xwe an ku bi bîra xwe çîrokeke beriya dîrokê derbasî sedsala bîst û yekemîn dikir.
Wî vedigot me guhdarî dikir. Me ew mîtos ne ji tabletên Somerî û Babîliyan dixwend, me ji dengbêjek kurd guhdarî dikir.
Belê, armanca min a ji vê nivîsê jî ev e; dixwazim dest bi vê destanê û van metaforan bikim û bi qasî ku min bihîstî û têgehiştî qala wan bikim û dige