Devlet Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Devlet Bahçelî bi lêv kir ku êrişên li Îranê re erdnîgariya wan di nav krîz û kaosê de yê û got: “Yên li dijî pêvajoyê derdikevin, wê baştir fêmkin ku em dixwazin çi bikin. Kesên bi her awayî êrişî banga 27ê Sibatê ya avakarê PKKê dikin û meşreba wan ne diyar, we ew bang fêmkir an na?”

1 deqe xwendin
Devlet Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Serokê Giştî yê MHPê di komcivîna partiya xwe ya de li Meclise axivî. Devlet Bahçelî di destpêka axaftina xwe de tekildarî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê bi lêv kir ku erdnîgariya wan di nav krîz û kaosê de ye û got ku ew êriş ne meşrû ne û li dijî exlaq in.

Devlet Bahçelî destnîşan kir ku di nav krîzan de girîngiya xurtkirina eniya hundir û yekitiyê baştir hatiyê fêmkirin û got: “Yên li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin disekinin we baştir fêm kir em dixwazin çi bikin an na? Bi awayekî qirêj banga me ya ji dil a ji bo xwişk-biratiya kurd û tirkan berovajî kirin.”

Devlet Bahçelî bertek nîşanî kesên erişî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin da û wiha pê dê çû: “Kesên bi her awayî êrişî vê bangê dikin û meşreba wan ne diyar, di nav vê krîzê de gelo hûn encameke derdixînin? Qaşo bi netewperest tevdigerin.”