DFGê Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera kuştina rojnamegerên Kurd Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan daxuyaniyek weşand û rojnamegeran bi bîr anî.

1 deqe xwendin
DFGê Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera kuştina rojnamegerên Kurd Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan daxuyaniyek weşand û rojnamegeran bi bîr anî. DFGê bi sernavê “Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne” daxuyaniyê belav kir.

Daxuyaniya bîranîna her sê rojnamegeran bi vî rengî ye:

“Dema em li salên 90î dinêrin, dibînin ku Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan têkoşîneke bêhempa meşandine û di vê têkoşîna birûmet de li refên pêş ên artêşa çapemeniyê de cih girtine. Mîrateya Çapemeniya Azad girtin ser milên xwe, wan ji bo ku rastî di tariyê de nemîne têkoşiyan. Hêzên tarî, yên ku tehamûlî têkoşîna Ferhat, Çetîn û Yahya ya ji bo rastiyê nekirin, di meha Tîrmeha 1992-1993yan de sê rojnamevan hedef girtin. Weke şopînerên şehîdên çapemeniya azad em dubare soz didin ku em ê pênûsê wan li erdê nehêlin. Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.

Ferhat Tepe

Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28ê Tîrmeha 1993yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin. Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde heke milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Malbata Tepe ku cihek nehişt serî lê nedan di 8ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin.

Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyêtiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar Euro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMMEyê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid nehatin guhdarkirin. Di esasê xwe de dihate xwestin ku qetilkirina Ferhat neyê zelalkirin. Ji ber ku dewletê nedixwest rastî derkevin holê ji ber wê Ferhat qetil kiribû. Di 27 salên derbas bûyî de kujer di wijdanan de hatin mehkûmkirin lê dewletê tu car nexweş bûyer were aşkerekirin.

Çetîn Abayay

Çetîn Abayay di sala 1969an de li Êlihê tê dinê. Li malbateke ku çar zarokên wan hebû mezin bû. Lê malbat di serdema Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê bi polîtîkayên zext û îşkenceyê yên dewletê re rû bir û mabû. Bavê Çetîn Abayay, Mehmet Abayay jî demekî dirêj di girtîgehê de hate ragihandin û piştî berdanê demekî kurt jiyana xwe ji dest da. Çetîn ê di hawîrdoreke wiha de mezin bû xwediyê kesayeteke fedakar bû. Rojekê cil û pêlava xwe dabûn kesekî pêdiviya wî pê hebûn û bi cilên wî yên çiriyayî vegeriya bû malê. Abayay di zarokatiya xwe de di nava têkoşîna netewî ya Kurd de cih girt. Abayay hêj 16 salî bû, di dema diçû lîseyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay 6 mehan di Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê de hat ragirtin û îşkence dît. Wê deme fermandariyê qebûl nekir ku Çetîn di destê wan de ye û nehiştin bi kesê re hevdîtinê bike. Piştî Abayay girtin wî şandin Girtîgeha Amedê. Piştî Abayay 5 mehan girtî ma û derket. Dayika Çetîn wê demê dema çûbû serdana kurê xwe ew nas nekiribû. Abayay piştî ji girtîgehê derket di Kovara Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Dema dixebitî careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hat ragirtin. Lê belê Abayay dema derket ji cihê ku kar hiştibû berdewamî karê xwe kir. Çetîn Abayay pişt re gelek caran hate binçavkirin. Ji ber ku wê