DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan a bi destê Pêşmergeyên Roj ku girêdayî PDKê ye, birîndar bûye û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest daye bi peyamekê bi bîr anî.

1 deqe xwendin
DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneye salvegera qetilkirina Rojnameger Nûjiyan Erhan bi peyamekê bibîranî. DFGê û MKGê di peyama xwe de ev tişt gotin: “Em rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku di 3yê Adara 2017an de li Şengalê di êrîşa “Pêşmergeya Roj” a girêdayî PDKê de li ser bajarokê Xanesorê hate birîndar kirin û di 22yê Adarê de jiyana xwe ji dest dayî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Têkoşîna wê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî’

Em Nûjiyan Erhan di salvegera kuştina wê de bi rêz û minetdarî  bi bîr tînin. Têkoşîna wê ya ji bo rastiyê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî. Penûs, kameraya wê û berxwedana wê dê rêberiya rojnamevanên ku li pey rastiyê ne bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna Nûjiyan Erhan ditewînin û soza xwe ya ji bo berfirehkirina têkoşîna ji bo rastiyê dubare dikin.”