Di 2 mehan de li Başûr 6 jin hatin kuştin
Li gorî bîlançoya mehane ya Rojnewsê di du mehan de li Başûr 6 jin hatin kuştin û 6 jin jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên hatine komkirin di mehên Sibat û Adarê de li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Ranya, Akre, Xebat, Seyîdsaqid û gelek bajaran cînayetên jinan û mirinên bi guman qewimîn. Di nav kesên ku hatine kuştin de keçên ciwan û jinek ducanî hebûn.
Li gorî Rojnewsê, li Herêma Kurdistanê tenê di meha Çileyê de 7 jin hatin kuştin û 10 jî bi şêweyekî guman jiyana xwe ji dest dane.


