Di 2 salan de 38 hezar jin li Xezayê hatin kuştin

Berdevka NYyê ya Jinan Sophia Kaltroup diyar kir ku li Şerîda Xezayê ji cotmeha 2023yan heta kanuna 2025an zêdetirî 38 hezar jin hatine kuştin.

1 deqe xwendin
Di 2 salan de 38 hezar jin li Xezayê hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023’yan û dawiya 2025an de zêdetirî 38 hezar jin û keç hatine kuştin. Berdevka NYyê ya Jinan Sophia Kaltroup li Cinêvê ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Di navbera Cotmeha 2023yan û Kanûna 2025an de zêdetirî 38 hezar jin û keç bûne qurbaniyên êrişên hewayî û bejayî yên Îsraîlê.” Sophia Kaltroup destnîşan kir ku di nav wan de “zêdetirî 22 hezar jin û 16 hezar keç hene, ev tê wê wateyê ku navînî her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin.”