Di cîhanê de çend peymanên aştiyê
Li cîhanê piştî her şerekî, aştî û li hev hatinek pêk hatiye. Di encama şeran de bi milyonan mirov hatine kuştin. Lê piştî aştî pêk hatiye xwîn rawestiya ye. Li Tirkiyeyê jî salek û nîv e şer rawestiya ye û xwîn jî rawestiya ye. Lê ji ber hikûmet gavên çareseriyê naavajê fikarên gel zêde dibin.

Bi pêşketina şerê li cîhanê re kuştin, talankirin û wêrankirin zêde bû. Her ku kuştin zêde bû şer jî dijwar bû. Binpêkirin, înkar, îşkence û êşên mirovan jî zêde bû. Ji avabûna dewleta Sumeran heta niha zêdeyî 5 hezar sal in di navbera hêzên dewletan de şerê dijwar pêk tên. Di van şerê navbera dewletan de bi sedmilyonan mirov hatine kuştin. Bi sed milyaran mirov birîndar bûn. Bi sed milyonan mirov ji cih û warên xwe koç bûn. Tenê di şerê 1emîn ê cîhanê de 17 milyon mirov hatin kuştin. Di 2yemîn şerê cîhanê de jî zêdeyî 60 hezar mirov hatin kuştin. Di sed salên dawî de di şerê li Angola, Chiapas, Keşmir, Kolombiya, Magrip, Meksika, Nagaland, Kurdistan, Afganistan, Îsraîl-Filîstîn, Rûsya-Ukrayna û welatên din de bi sed hezaran mirov hatin kuştin.
Lê dema ku aştî hebe, aramî û tenduristî û jiyan heye. Dijberî şer çiqas aştî pêş dikeve, ew qas rê li pêş jiyanê tê vekirin. Ew qas rê li pêş aramî, demokrasî û parastina mafên mirovan tê vekirin. Bi aştiyê re jiyan ji bo hemû mirovan xweş û geş dibe.
Îbnî Haldun der barê şer de wiha dibêje: “Piştî xweda mirov afirand û qewm li ser rûyê erdê belav bûn şer û kuştin jî pêş ket.” Çar sedemên şer hene. Şer bi hesta tolhildan, hesta dijminantiyê û fikra xizmeta bawerî û xweda pêş dikeve. Sedemek din jî dewlet û hikûmet ji ber ku kes û civakên li hemberî wan serî natewînin û xulamtiyê nakin şer pêş dixe.”
Dema mirov li geşedanên dîrokê dinere gelek sedem û cureyên şer hene. Wekî şerê akustik, amfibik, asimetrik, barûd, biyolojîk, kîmyewî, bawerî, şerê bêpergal, aborî, dagirkerî, nijadî, gerîla, şerê gel, hewayî, bejayî, bahrê, konvansiyonel partizan, derûnî, civakî, aborî, parastin, şerê sar û germ û hwd.
Gelek armancên şer hene. Hem ji bo nasnameyê, ax, mafê jiyanê, parastina rûmetê û nirxên mirovahiyê jî tê kirin. Hem jî ji bo dagirkirin, talankirin, wêrankirinê û serweriyê jî tê kirin. Îro şer bêtir bi teknîkê tê kirin. Wekî berê şerê sîng bi sîng nayê kirin. Êdî wekî berê tenê qada şer û saeta şer tune. Şer li her derê û her demê hatiye belavkirin.
Lê di dîroka mirovahiyê de li gel ew qas şer pêş ketiye, li hemberî wê hewldan û têkoşîna aştiyê jî hatiye dayîn. Gelek peymanên aştiyê hatine îmzekirin.
Çend peymanên aştiyê ku bûne dîrok
Piştî şerê navbera dewlet û împaratoriyan gur û geş bû, zêde mirov hatin kuştin. Ji bo dawî li van kuştinan bê, dewletan êdî di nava hevde peymanên aştiyê îmze kirin. Di dîroka cîhanê de yekemîn peymana aştiyê ya navdewletî; Peymana Aştiyê ya Kadeşê ye. Peymana Kadeşê di navbera împaratoriya Hîtît û Misirê de pêk hat. Beriya Zayînê di sala 1274an de Firavunê Misirê II. Ramses û Qiralê Hititê II. Muvattallî de pêk hat. Ev peymana aştiyê 3 hezar û 300 sal berê li Kadeşê pêk hatiye. Di sala 1274an Berî Zayînê de di navbera Fîrawinê Misirê Ramses II û Keyê hîtîtan Muwatallî de li Sûriyê li bajarê Kadeşê şerekî mezin diqewime. Ev şer mîna Şerê Kadeşê derbasî dîrokê dibe. Şer bi Peymana Kadeşê bi dawî dibe. Li gorî vê Peymanê Ramsesê II xwe ji cihên ku berî şer bi dest xisti bû, vedigşîne û bajarê Kadeşê ji hîtîtiyan re dimîne.
Aştiya westphalîa (1648)
Bi vê peymanê şerê ku 30 salan û 80 salan berdewam kir bi dawî bû. Bi vê peymanê bingeha Netew Dewleta Modern hat avêtin. Bi vê peymanê li Ewropayê asta dîplomasiya Ewropa jî nîşan da.
Peymanên piştî şerê cîhanê
Peymana Best-Lîtovsê (3 Adar 1918)
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn peymana yekemîn e. Piştî agirbest hat îlankirin ev peyman di nava 2 aliyan de hat îmzekirin. Peyman piştî şoreşa Cotmeha 1917an ku Rusya û Almanya xwe ji şer vekişandin, di navbera Rusya, Almanya Osmanî, Avusturya-Macaristan û Bulgaristanê de hat îmzekirin. Peyman li bajarê Brest-Litovskê hat îmzekirin. Bi vê peymanê Rusya qebûl kir ku axa Almanyayê terk bike.
Peymana Versaillesê (1919)
Piştî 1emîn Şerê Cîhanê ev peyman hat îmzekirin. Ev peyman bû sedem ku dewleta Almanya bi şertên giran re rû bi rû bimîne. Di heman demê de bi vê peymanê agirê 2yemîn Şerê Cîhanê jî hat geşkirin.
Peymana Aştiyê ya Lozanê (1923)
Bi vê peymanê sînorê Komara Tirkiyeyê hat diyarkirin. Wekî encama Dîplomasiya Şerê Rizgariyê tê naskirin. Kurdistan bi vê peymanê kirin çar parçe.
Peymana camp davît (1978)
Piştî şerê dûr û dirêj ê di navbera Misir û Îsraîlê de, bi vê peymanê şer bi dawî bû. Ev bû sedem ku li Rojhilata Navîn hêviya aştiyê dîsa geş bibe. Ev peyman di pêşengiya DYAyê de pêk hat û mînaka hewldana aştiyê ye.
Peymana Dayton (1995)
Bi vê peymanê şerê li Bosnayê bi dawî bû. Piştî Yugoslavya parçe bû, ev peyman bû sedem ku li herêmê aştî pêş bikeve. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn 16 peymamên cuda yên aştiyê hatin îmzekirin.
Peymana Neuilly: (27 mijdar 1919)
Peyman di navbera Bulgaristan, Dewletên îtilaf de li Parisê pêk hat. Bi vê peymanê Yugoslavyayê, axa Romanya û Yunanistanê dîsa radestî wan kir.
Peymana Trianonê (4 Hezîrana 1920)
Macaristanê li Versayê bi dewletên ku di şer de bi ser ketin peyman îmze kir û piraniya axa xwe winda kir.
Peymana Sevrê (10 Texaba 1920)
Împaratoriya Osmanî li Sevrê ya Polisa Fransayê bi dewletên îtîlaf re ev peyman îmze kir.
Peymana Aştiyê ya Xezayê (13 Cotmeh 2025)
Peymana "Aştiya Xezeyê" piştî 2 salan li bajarê geştyarî yê Misirê Şarm Şêxê yê Misirê di merasîmekê de hat îmzekirin. Lê tevî peymanê dîsa şer berdewam kir û zêdetirî hezar mirov piştî peymanê hatin kuştin.
Ocalan her tem aştî xwest
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya gel aştiyê pêwist dibîne. Di navbera salên 1993-1998an de ji bo şer bi dawî bibe 3 caran yek alî agirbest îlan kir. Xwest li şûna rêbazên leşkerî, bi rêbazên diyalog, siyaset û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Her cara ku Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêjî hikûmetên Tirkiyeyê kir, bi tundî û şer hate bersivandin. Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku di şertê tecrîdê de tê girtin dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane berdewam dike. Di 1ê Îlona 1999an de cara çaremîn ket nava hewldanê aştiyê û şervanên PKKê derxistin dervê sînorê Bakur. Ji bo şer bi dawî bibe û aştiyek mayînde pêk bê bang li PKKê kir. Li ser vê yekê Rêveberiya Navendî ji Qendîl-Mexmûrê û ji Ewropayê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du “Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê” şandin Tirkiyeyê. Lê dewleta tirk endamên koma aştiyê şandin girtîgehan. Lê dîsa koma duyemîn ji Ewropayê hat û endamên wê hatin girtin.
Şerê aştiyê dide
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinek xwe de gotibû: “Ez 24 saetan şerê aştiyê didim. Şerê aştiyê naşibe şerê derve. Şerê aştiyê ji şerê derve zahmettir e.” Abdullah Ocalan di 20ê çileya 2000an de “projeya aştiyê” danî pêş hikûmeta DSP-MHP-ANAPê. Di 4ê mijdara 2000î de “Plana Çalakiya Lezgîn a ji bo Aştî û Demokrasiyê” û di 19ê hezîrana 2001ê de “Danezana Daxwazên Lezgîn” danî pêş hikûmetê. Lê dewletê hemû hewldanên Abdullah Ocalan bê bersiv hişt.
Herî dawî di 27ê Sibata 2025an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bang li PKKê kir ku xwe fesix bike. Li ser vê bangê PKKê gava herî dîrokî avêt û xwe fesix kir. Di ser vê bangê re 15 meh borîn, lê heta niha hikûmeta AKP-MHPê gavên çareseriyê neavêtiye. Ev fikarên gel ên ku dîsa şer dest pê bike û her wiha meseleya kurd çareser nebe, zêde dike.


