Di êrîşa Dewleta Tirk de 4 welatî mirin 15 kes jî birîndar bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.

1 deqe xwendin
Di êrîşa Dewleta Tirk de 4 welatî mirin 15 kes jî birîndar bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku Dewleta Tirk careke din kombûna sivîlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrîşa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a Dewleta Tirk beriya du saetan nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.

Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li ser Bendava Tişrînê tên hedefgirtin.