Di êrişa Pakistanê de li Afganistanê 400 kes hatin kuştin
Hikûmeta Afganîstanê bi daxuyaniyeke ragihand ku Pakîstanê navendeke li Kabîlê ya sivîl lê diman bombebaran kiriye û di encamê de 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şerê di navbera Pakistan û Afganistanê de bi êrişên nû berdewam dike. Şevê din li paytext Kabîlê teqînek mezin pêk hat. Berdevkê Hikumeta Afganîstanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku balafirên şer ên Pakîstanê beşek ji baskê tenduristiyê yê navendeke rehabîlîtasyonê ya madeyên hişber ya li paytext Kabîlê bombebaran kir û di encamê de 400 sivîl kuştin. Mucahîd her wiha destnîşan kir ku 250 kes jî birîndar bûne. Mucahîd êrişa Pakîstanê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev êriş sûcê şer e û kiryareke namerd e.” Berpirsê Hêzên Ewlehiyê Umut Stanîkzaî jî aşkere kir ku piştî bihîstina dengê balafirên şer dengeke teqînê ya mezin hate bihîstin û li dû teqîna mezin jî şewat derket.
Pakîstan: Me li baregehek şer da
Pakistanê êrişa bi balefiran qebûl kir lê di heman daxuyaniyê de îdia kir ku balafirên wan ên şer ne li qadek sivîlan lê li baregeheke leşkerî dane.
Şerê Pakîstan û Afganîstanê ji 26ê sibata 2026an ve didome. Li gorî hêjmarên Neteweyên Yekbûyî di vî şerî de 75 sivîl hatine kuştin û 115 hezar kes jî ji cih û warên xwe hatine koçkirin.


