Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî Edliyeya Dêrsimê kirin

Îfadeyên 2 xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yên di çarçoveya lêpirsîna windakirina Gulistan Doku de hatibûn binçavkirin, bi dawî bûn û sewqî dozgeriyê hatin kirin.

1 deqe xwendin
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kes sewqî Edliyeya Dêrsimê kirin

Lêpirsîna têkildarî aqûbeta Gulistan Doku ku hatibû windakirin û agahî jê nedihat girtin, berdewam dike. Di çarçoveya vê lêpirsînê de, xebatkarên beşa enformasyonê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Burçîn Yerlîkaya û Yucel Erdem hatibûn binçavkirin.

Hat ragihandin ku îfadeyên her du kesan yên li Midûriyeta Ewlehiyê ya Dêrsimê bi dawî bûne. Yerlîkaya û Erdem, ji bo ku îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve werin girtin, sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin.