Di nava 24 saetan de 12 sivîl hatin kuştin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di êrişan de 12 sivîl hatin kuştin, 37 jî birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Di nava 24 saetan de 12 sivîl hatin kuştin

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkera kir.

Li gorî vê yekê, li 10 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êriş pêk hatin. 21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û jêrxana enerjiya atomî hatin bombekirin.

Her wiha hatiye diyarkirin di encama van êrişan de 12 sivîl hatin kuştin 37 sivîl jî birîndar bûn. Herî zêde jî êriş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêk hatin.

Li gorî daneyên nefermî, ji dema despêkirina şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê ve heta doh hezar û 455 sivîl hatine kuştin. Ji vê hejmarê 217 jê zarok in.