Di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

Li Amed û Stenbolê bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de ‘propagandaya rêxistinê kirine’ herî kêm 13 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
Di serdegirtinên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

Li Amedê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ 6 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin yek jê jina bi navê D.O. ye û navê her 5 kesên din nehat zanîn. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Li Stenbolê jî bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de ‘propagandaya rêxistinê kirine’ bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. 7 kesên ku navên wan nehatin zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.