Di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de xetereya êrişa nukleerî

Îranê herema nukleerî jî di nav de êrişî Îsraîlê kir û di encamê de herî kêm 200 kes birîndar bûn. Îsraîlê û Amerîkayê gefa têkbirina pergala enerjiyê li Îranê xwarin. Îran jî bersiv da gefan û got ku heke êriş çêbe ew ê jî êrişî binesaziyên enerjiyê bikin.

1 deqe xwendin
Di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de xetereya êrişa nukleerî

Li gor daxuyaniya medyaya Îsraîlê, duh Îranê bi moşekan êrişê bajarê Arad û herêma nukleerî a Dimonê ya Îsraîlê kir û ji ber vê êrişê gelek kes birindar bûn. Serokê Amerîkayê Donald Trump 48 saet dan Îran ku Kendava Hurmuzê ji çûn û hatinê re veke.

Her ku şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dirêj dibe bîlançoya şer jî giran dibe. Îranê duh bi moşekan êrişî bajarê Dimonê ya herêma nukleerê ye kir. Ev bi xwe re fikareke mizin jî çêkir. Li gorî raporeke Radyoya Artêşa Îsraîlê, Nexweşxaneya Soroka ya li Beershebayê ragihand ku wan piştî êrişên li dijî bajarên Arad û Dimona 150 kes derman kirine.

‘Herî kêm 200 welatiyên Îsraîlî birîndar bûn’

Berpirsên heremê jî diyar kirin ku di êrişa li dijî bajarê Aradê de 10 jê bi giranî herî kêm 84 kes birîndar bûne. Di êrişa Dimonê ya herêma nukleerê de jî herî kêm 75 kes birîndar bûne. Her wiha ji ber parçeyên moşekan yên li derdorên cuda ketine jî gelek kes birîndar bûne. Di daxuyaniyên bi giştî de tê gotin ku hêjmara birîndaran ji 200 kesî zêdetir in. Saziya Atomê aşkera kir ku ji ber teqîna moşekê xesareke nukleerî pêk nehatiye û qirêjiya radyasyonê nehatiye tespîtkirin. Eniya Navxweyî ya Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) piştî nirxandina rewşê û êrîşên moşekî yên Îranê yên duh, li ser Arad û Dimonê biryar da ku parastina ji bo başûrê Îsraîlê xurttir bike.

Trump gefa hilweşandina santralên enerjiyê li Îranê xwar

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social li ser şerê Îranê peyamek parve kir û di peyamê de diyar kir ku Îran di nav 48 saetan de Kendava Hurmuzê bi temamî veneke dê Amerîka hemû santralên enerjiyê yên Îranê hilweşîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî beriya daxuyaniya Serokê Amerîkayê wî daxuyanî dabû ajansa Tesnimê. Di wê daxuyaniyê de Arakçî digot ku wan Kendavê tenê ji bo welatên ku êrişê wan dikin re giritine. Balkêşe ku di heman demê de 22 welatan bi hev re duh ji bo Kendava Hurmuzê Îranê hişyar kirin.

Îran gefa hilweşandina binesaziya li Amerîka û Îsraîlê xwar

Fermandarê Têkoşîna Hevbeş ya Hêzên Çekdar ên Îranê Xetem el-Enbiya Îro daxuyanî da medyaya Îranê. Di daxuyaniyê de el-Enbiya gef li Amerîka û Îsraîlê xwar. Di gefa xwe de el-Enbiya got ku Amerîka û Îsraîl heke êrişê tesîsên enerjiya Îranê bikin dê Îran jî binesaziya wan bike hedef û êriş bike.