Di şewata kontînerekê de dayikekê û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Kepezê di kontînerekê de şewat derket. Di şewatê de dayikekê û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.

1 deqe xwendin
 Di şewata kontînerekê de dayikekê û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

Şevê din saet dedora 01.30ê de li Taxa Gazîler a navçeya Kepezê ya Antalyayê di saetên şevê de di kontînerekê de şewat derket. Bi derketina şewatê re komên agirkujiyê, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileyê şewat hate vemirandin. 

Hat zanîn ku di şewatê de jina bi navê Leyla Elalî (27) a ducanî û zarokên wê Muna Ahmed (9), Fatma Ahmed (8), Hayat Ahmed (7), Iman Ahmed (5) û Mahmud Ahmed’in (4) jiyana xwe ji dest dane.  Şevvah Ahmed (29), Mahmud Ahmed (53), Ahmed Ahmed (2) û xwediyê kargeha kontîneran Rahman Genç (51) ên ji ber dûyê bandor bûn jî rakirin nexweşxaneyê. 

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.