Di sînemayê de paqijiya zarokatiyê û rengê spî!
Di fîlmê Spî de derhêner Nawroz Shaban, rengê spî û zarokatiyê wek amûrên sînematografîk ê pir bi bandor ku peyamên bingehîn ên mirovahiyê, paqijî, windabûna masûmiyetê, berxwedana xeyalê û îxtîmala nûjenbûnê bi zimanekî dîtbarî, sade û kûr radigihîne.

Rengê spî û zarok herdu jî temsîliyeta paqijiyê, sadebûn û mahsumiyetê dikin. Ev motîf ji bilî wêjeyê di sînemayê de jî bi vê wateyê tê bikaranîn. Peyamên bîngehîn û kûr didin temaşevanan. Fîlmê derhênerê kurd Newroz Shaban yê bi navê ‘Spî’ jî van motîfan bi vî reng û awayê bikartîne.
Fîlmê derhênerê kurd Newroz Shaban yê bi navê ‘Spî’, di 76emîn Festîvala Fîlman Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) de promiyera xwe kir. Ev salên dirêj in di Berlinalê de fîlmên kurd nayên nîşandan. Lê îsal temsîliyeta sînemaya kurd, fîlmê Spî kir. Fîlm di başa festivalê ya generationê de (sînemaya zarokan, fîlmên ji bo ciwanan) hat nîşandan. Kurtefîlmê 12 deqîqe dî festivalê de bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin û xelata juriyê ya taybet girt.
Derhêner Newroz Shaban, ji başûrê Kurdistanê, devera Amediyê ye. Spî fîlmê wî yê duyemîn e. Fîlm li gundeke Amediyê hatiye kişandin, mijara fîlm li ser komek zarokên xwendevanên dibistanê, têkiliya wan a bi rengê spî re, sînema û gundiyan disekine.
Rêzgirtina ji Charlie Chaplin re
Film li gundek kurdan di nava dibistanek de derbas dibe. Lîstikvanên fîlm ji bilî mamostê polê hemû zarok in. Mamoste û zarok rojek çarşefek spî tînin dibistanê û davêjin ser textê reş. Ev çarşefa spî, ji bo zarokan, deriyek li cîhanê vedike: Cîhaneke azad, xeyalî û paqij.
Lê gundî ji bo kefenê miriyek tên çarşefa spî ji dibistanê dibin. Xeyalên zarokan tên dizîn. Ji vê şûnve komek zarokên dibistanê yên temenê wan derdora 10 salî ye, dikevin pey rengê spî. Lêgerîn, hewldan, gengeşî û nîqaşa zarokan ji bo rengê spî ye. Ew gelek objeyên spî kom dikin. Ji van parçeyan perdeyeke sînemayê ava dikin. Ew perde jî li ser dîwarê xaniyê gund tê daliqandin û di şeva tarî de, bi şahî, ken û hêviyeke mezin, fîlmê bêdeng ê Charlie Chaplin temaşe dikin.
Derhêner di nava xwezaya Kurdistanê ya bedew de bi motîfê rengê spî, paqijiya zarokatiyê û mirinê di fîlmê xwe de bikartîne. Di dawiyê de nîşandana fîlm a Charlie Chaplin jî balê dikşîne ser tehsîr û mezinbûna sînemayê.
Li dijî qirêjiyê paqijî
Spî û zarok, her du jî di sembolîzma estetîk û edebî ya sînemayê de, temsîla paqijî, sadebûn û masûmiyetê dikin. Ev motîf, ne tenê di wêjeya klasîk de tê bikaranîn di heman demê de di zimanê sînemayê de jî wekî amûrekî semantîk a bi hêz e. Herdem jî peyamên bingehîn û kûr daye û dide temeşavanan.
Di çarçoveya sembolîzma rengan de, spî wekî rengekî paradoksal derdikeve pêş; ew hem valahiya mutleq temsîl dike, hem jî potansiyela afirîneriyê ya bêdawî ye.
Di kevneşopiya rojava de spî gelemperî bi paqijî û destpêka nû ve girêdayî ye. Lê di çanda kurdan û Rojhilata Navîn de carinan bi mirin û aramiya axretê re jî têkildar tê nîşandan. Zarok jî, wekî sembola masûmiyeta xwezayî, li hemberî cîhana mezinan a dagirker, qirêj û pragmatîk de, wekî metaforeke zindî ya windabûna safîbûnê radiweste. Ev her du element bi hev re, di sînemayê de, dikarin rexneyeke li ser wendabûna masûmiyetê di bin bandora civak, siyaset an jî adetên kevneşopî de bikin. Derhêner Nawroz Shaban jî bi vê motîvê, peyamekê pir kûr û pirzimanî dide; spî wekî valahiyekê nayê dîtin lê motîfek afirîner, berxedan, hêvî û cîhana zarokatiyê ya bêdawî sembolîze dike. Ev nêzîkatî, fîlmê ji asteke tenê motîf derbasî asteke akademîk û rexneyî dike.
Bi kurtasî, di fîlmê Spî de derhêner Nawroz Shaban, rengê spî û zarokatiyê wek amûrên sînematografîk ê pir bi bandor ku peyamên bingehîn ên mirovahiyê, paqijî, windabûna masûmiyetê, berxwedana xeyalê û îxtîmala nûjenbûnê bi zimanekî dîtbarî, sade û kûr radigihîne.
Xwezaya Amediye, lîstikvaniya amator a zarokan, dîmenên samîmî, zimanek bi aheng, berhemek poetik derketiye hole. Herçiqas fîlmek kurt be jî temek bi hêz û bêhempa dide temaşevanan. Nîşandana fîlmê li Berlinalê jî vê nêrînê me piştrast dike.
Spî nîşanî me dide ku derhêner Newroz Shaban, di pêşerojê de dê mohra xwe li gelek berhemên serkeftî bixe. Ev jî ji bo sînemaya kurd, cîhê kêfxweşiyê ye.


