Dijminatiya xwe didomînin

Kurdan wekî potansiyel sûcdar dibînin. Dev ji kesên ku nava têkoşîna çekdarî de cih digirin, derdin ceza Ayşe Gokkan ku hevseroka şaredariya Nisebinê kiriye, dibirin.

1 deqe xwendin
Dijminatiya xwe didomînin

Ev demeke pevajoyeke ku diviya heta niha gaven berbiçav bihata avêtin de, bêdengî, axaftinên li paş perde bi xwe re gêngeşiyeke tîne. Aliyê kurd ji bo helwesta xwe zelal bike, çekên xwe danî, PKK xwe fesh kir lê hîn aliyê tirk, aliyê kurd bi awayekî fermî qebûl nekiriye.

Kurdan wekî potansiyel sûcdar dibînin. Dev ji kesên ku nava têkoşîna çekdarî de cih digirin, derdin ceza Ayşe Gokkan ku hevseroka şaredariya Nisebinê kiriye, dibirin.

Li gor min bi tenê pevajoya AKPê heye. Bingeha siyaseta AKP ji lîstoken erzan tên, ji ya osmaniyan yên pêşiyên wan, ku Fethullah Gulen listoken modern lê zê de kiribû. Rejima AKP û Erdogan çiqas dikevin tengasiyê, yan jî îhtîmala ku hilbijartinê winda bikin çêdibe hema tevliheviyeke çêdike, yan jî wekî ku gaveke diavêje têvdigere.

Hewce nake em biçin demeke pir zêde dûr. Di navbera 2013an heta 2015an helwesta ku pirsa kurd çareser dikin, bi navê 'pevajoya aştiyê' dest bi xebatan hatin kirin. Komîsyonên cur bi cur hatin çêkirin. Kurd ketin nava hêviya ku êdî zarokên wan neyên kuştin. Lê bi hinek hincetên operasyon û qirkirina siyasî dest pê kir. Heta niha jî siyasetmedarên wekî Selahatîn Demîrtaş di girtîgehê de ne, siyasetmedar û çalakvanên ku dikarin tesîrê li civaka xwe bikin bi girseyî hatin girtin û gelek ji wan mecbûr man ku ji Tirkiyeyê derbikevin. Piştî aliyê kurd dil girtin destavêtin tasfiyekirina alîgirên Fethullah Gulen ku Erdogan li hebûna xwe wekî tehlûke didît.

Di meha tîrmehê sala 2016an de bi darbeya leşkerî di şevekê de tiyatroyek lîstin, leşkerên bêguneh hatin kuştin, serbazên ku alîgirên Gulen bûn tasfiye bûn. Û Erdogan ji serokwezîrtiyê derbazî serokkomariya dewleta tirk bû. Wî ji xwe re koşk û serav çêkir, lê gel di nava feqîrî û jariyê de digevize.

Bi banga serokê partiya nijadperest Dewlet Bahçelî ev demeke hêviyên me bûne bablisok, li dor hev dizivirin. Erdogan bo ku CHP têk bibe, derbeyên siyasî dike. Ozgur Ozel serokê CHPê bi rêbazên ne etîk hatin tasfiyekirin û Ekrem Imamoglu şaredarê Stenbolê dil hatiye girtin. Herdu kes ciwan û dikaribûn li hember Erdogan bibin alternatîf. Heta hilbijartina gulana 2028an pişt nekeve ewê siyasetmedarên weke Selahattîn Demîrtaş ji zindanan bernedin.

Siyaseta kurd divê ji dirokê dersan derbixine. Seyîd Riza got; ez bi fên û lîstokên we re serî derneketim ev ji min re bo derd, min serî li ber we netewand bila ji we re bibe derd.