Wan û Rewan, çîroka Kinyazan

Birûkî, devî devî 300 salî ji berî nija ji herêma Qerejdaxê tên Serhedê. Sînor, ne qeyda kapê hespên wan in, erd erdê kal û pîrên wan in, ji Wanê heta Rewanê, bi kerî û suriyên xwe zozan û deştan belavdibin.

1 deqe xwendin
Wan û Rewan, çîroka Kinyazan

Birûkî, devî devî 300 salî ji berî nija ji herêma Qerejdaxê tên Serhedê. Sînor, ne qeyda kapê hespên wan in, erd erdê kal û pîrên wan in, ji Wanê heta Rewanê, bi kerî û suriyên xwe zozan û deştan belavdibin. Ji berî şerê cîhanê yê yekemîn qismekî birûkiyan li alî Osmaniyê, qismek jî li alî Ûrisê dijî. Ji dû şerê cîhanê yê yekemîn gelek malbat ji cih û warên xwe dibin.

Ji Birûkiyan qedera du Kinyazan çawa dişibe hev; qedera Kinyas Kartal û Kinyaz Hesenov. Navê wan ji peyva knyaz/knez a silavî/rûsî tê ku bi nîşaneya toriniyê ye. Bi wateya mîrza ye ango kurê mîr e. Ji mîrzayên me Kinyas Kartal di sala 1900î de li gundê Torinkenta Rewanê ji dayik bûye. Dema zar e û bavê wî ji ber ve şadibe, dibêje, “Ez ê hespekî wisa bikişînim binê te nelên wî yên zîvîn bin, bizmarên wî yên zêrîn…”

Kinyas Kartal, li Kîevê û Bakuyê li dibistanên leşkerî dixwîne. Wê demê Vîktoryayê nas dike. Vîktoriya keça fermandarekî ye. Çavşîn û zerîn e, bi bejn û bal e, bedew e. Kinyas Kartal bi şoreşa Bolşevîkan re tev li Artêşa Sor dibe. Li qederê binihêrin li heman demê Bedir Begê bavê wî jî bi yekîneya xwe ya 400 kesî alikariya artêşa Osmaniyê dike û tê kuştin.

Bi kuştina Bedir Begê re malbat derbasî vî alî Ava Reş dibe. Haya Kinyas Kartal kuştina bavê û çûyîna malbatê tune û malbatê wenda dike. Di sala 1922yan de şopa malbatê sererast dike ku malbat li vî alî sînor e. Dixwaze bê lê destê wî ji Vîktoriyayê nabe.Dema ku Vîktoriya jê dibîhîze, dibêje “ez ê jî bêm”. Xatir ji diya xwe dixwaze û bê haya bavê xwe bi Kinyas Kartal re direve. Teyrê ji refê xwe qetiyayî cot vedigere, cotê def û zirnan lê dixin, govend digere; devekê û çend jî beranan serjê dikin û li Wanê cih û war dibin, girava Çarpanaxê dibe seadetxaneya wan.

Serê Kinyas Begê serê qeremeta ye, piştî serhildana sala 1925a ya Şêx Seîd wî sirgûnî Îzmirê dikin û piştî serhildana Dêrsimê wî sirgûnî Trakyayê dikin, di sala 1960an de dema leşkerî dest dide ser rêvebiriya Tirkiyeyê û wî digirin û dişînin wargeha Siwasê. Dilê Vîktoriyayê êdî wan çûyînên bêwext û bêbext ranake.

Agahiyên nebixêr tên guhê Vîktoryayê dibêjin “yê Kinyas Begê bi dar ve bikin’’. Bêhêvî ye, bêkesî kon vedide di nav dilê wê de, li Çarpanaxê dilorîne, ne şîna Kinyas Begê, hema bêjin şîna xwe dike, navê Kinyas Begê li ser lêvan, ji kerbanan dibehece, can dide. Kinyas Beg ku du sal û çar mehan şûn ve vedigere û Vîktoriyayê nabîne hesret vediguhere heznîtiyê. Bi domandina demê re Kinyas Beg ji Wanê parlementer tê hilbijartinê, ne carekê çar caran, lê di jiyana wî de tim kêmasiyek heye, Vîktoriya… û di sala 1992yan de koça xwe ya dawîn bar dike û diçe digihîje Vîktoriyaya xwe…

Malbata Kinyaz Hesenov jî di serê salên 1920î de ji ber ku biryara sirgûna mezinên malbatê dertê, ji Wanê berê xwe didin Sovyetê, diçin û li Ermenistanê, nehiya Abovyanê li gundê Devexerebeyê de bi cih û war dibin. Kinyaz Hesenov, di dema şerê cîhanê yê duyemîn de li gundê Astxabêrtê ji dayik dibe. Salên çetinayê ne, Hemîdê bavê wî wê gavê berpirsyarê Kolxozê ye, ji bo miletê wî zehmetiyan nekişîne, bi şev û roj di nav hewldanê de ye. Şîreta wî li KInyazê wî “xwendin, xwendin û xwendin” e. Kinyazê Hemîd, şîreta bavê xwe ji xwe re dike guhar. Xwendina xwe bi dereceyeke mezin kuta dike û tê di Abovyanê de dibe serokê mala çandê/klûbê. Mala Çandê wek ocaxa pergalê ye. Pergal kesên ku eyan e dike serokê van deran. Xebateke serkeftî dimeşîne Kinyaz Hesenov. Malbata li Ermenistanê çira kurdewariyê ye. Çawa oda bavê wî û wisa jî ya wî qonaxa dengbêj, çîrokbêj û mêvanan e. Ji Kinyazê Hemîd re ew ode wek medresêyên kurdewariyê ne. Ilmê dengbêjiyê jibavê xwe û wan dengbêjan digire û distrê jî. Navê wî bi dengbêjiya wî ji radyoyarewanê xwe digihîne çar hêla welat.

Guhê wî tim li kurdên Ermenistanê ye, di nav xêr û xweşiyên wan de ye, ji ber wê ye ku kurd di gura wî de ne. Bi fikr û ramanên xwe bi Kurdistanê re ye, dema ku çar parçeyên welat aloziyek û neheqiyek çêdibe, yeko yeko tekiliyan datîne, hemû kurdan dicivîne û dadikevin qadan, dikin hawar û gazî û bertekên xwe nîşan didin; ev dema komkujiya Helepçeyê jî û dema fermana Şengalê jî wisa bû. Dema salên 90î kurdên misilman koçber dibin diçin Asyaya Navîn lê Kinyazê Hemîd naçe, li Ermenistanê dimîne, ji bo civakê li serhev bigire, bi xemxurên kurdan re, di sala 2008an de “Şêwra Gel a Kurdên Ermenistanê” ava dike û salên dirêj in serokatiya şêwrê dike. Ji ber wê ye ku niha, dema behsa kurdên Ermenîstanê tê kirin, ewil Kinyazê Hemîd tê bibîranîn. Ew rûsipîtiya kurdên Ermenistanê ye û ermen jî gelekî qedrê wî digirin.

Dewleta Ermenistanê bi zagonî mafê parlamenteriyê daye gelên kêmar. Kinyaz Hesenov, di ilbijartina 7 hazîranê de, di lîsteya serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan de ya Tevgera Peymana Sîvîl de wek parlamenterê kurdan hat hilbijartin ne cara yekemîn, cara çaremîn.