Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, şansekî dawî û herî mezin ê sedsalê ye ji bo çareseriya aştiyane. Hesabên demkî yên dewletê yên mîna civîna NATOyê û zimanê ewlekariyê yê rojane, nikarin rastiya doza kurdî û hewcedariya lezgîn a aştiyê paşguh bikin.

1 deqe xwendin
Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve

Pirs û geşedanên li ser pirsgirêka kurdî ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, îro careke din di qonaxeke dîrokî û krîtîk re derbas dibe. Bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan a di 27ê sibata 2025an de ku ji bo çareseriya doza kurdî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir, di nav vê rewşa aloz de weke rûpeleke nû û xeteke stratejîk derkete pêş. Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de gavên herî biwate, wêrek û stratejîk avêtin da ku rê li ber çareseriyê vebike. 

Li herêmeke weke Rojhilata Navîn ku bi şerê parvekirinê diheje, gavên ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin ne tenê ji aliyê mixalefetê, her wiha ji aliyê derdorên herî nêzî desthilatdariya Erdogan û AKPê ve jî weke şansekî mezin û pêngaveke erênî tên qebûlkirin. Gelek analîstên nêzî desthilatê bixwe jî li pişt perdeyan li xwe mikûr tên ku ger ev gavên aştiyane nebin, rewşa hundir a Tirkiyeyê di nav vê bahoza herêmî de dikaribû ber bi karesateke pir cuda û kûr ve biçe.

Tevî vê rastiyê jî, sedema ku dewlet di avêtina gavên şênber de ewqas bi tirs, giran û dudil tevdigere, rasterast bi fobiya weşandina statuya kurdan û krîza zihniyetê ve girêdayî ye. Dewlet ji ber tirsên xwe yên kronîk û fikarên wendakirina desthilatdariya neteweperest, nikare ji refleksên ewlekariyê yên klasîk derkeve û her pêngaveke demokratîk weke "geşedaneke ku ewlekariya neteweyî dixe xetereyê" dibîne.

Ji bo ku pêvajoyek bi ser bikeve, şerta herî pêşîn ew e ku her du alî navekî rast û hevpar li pêvajoyê bikin. Heta niha hikûmeta AKPê û aqilê dewletê hewl dide vê pêvajoyê ne weke pêvajoya "Aştî û Demokrasiyê", lê tenê weke "pêvajoya avakirina ewlekariyê" yan jî tesfiyekirinê pênase bike.

Gava ku rayedarên dewletê hîn jî zimanê "terorê" bi kar tînin û pênaseya ewlekariyê li ser her tiştî digirin, ev yek niyetpakî û cidiyeta wan dixe bin gumanê. Dewleta tirk û qelemşorên wê yên ku xwe ji zihniyeta "yek dewlet, yek al, yek ziman û yek ol" rizgar nekirine, bi ti awayî nikarin qala demokrasiyeke rasteqîn bikin. Demokrasiya rasteqîn pirrengî, parvekirina mafan û naskirina nasnameya "yên din" ferz dike; zihniyeta yekperest a heyî, her wekî astengiyeke herî mezin a li pêşiya rûniştina li ser maseya çareseriyê ye.

Sermuzakerevanê sereke û rasteqîn ê vê pêvajoyê Rêber Abdullah Ocalan e. Nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî wî, nîşaneya herî zelal a nêzîkatiya wan a li hemberî tevahiya pêvajoyê ye. Nirxandinên hinek rayedarên AKPê ku hewl didin Rêber Abdullah Ocalan li derveyî vê pêvajoyê bihêlin an jî bandora wî kêm nîşan bidin, hewldaneke pûç û dûrî polîtîkaya rasteqîn e. Bêyî îradeya wî û bêyî statuya wî ya azad, ti mekanîzmayên çareseriyê li ser erdê ne mimkun e ku bigihîjin armanca xwe. 

Bi taybetî di mijara "Mafê Hêvî"yê de (ku mafê hiqûqî yê her girtiyekî cezayê muebbeta giran e ku piştî demeke diyarkirî rewşa wî ji nû ve were nirxandin û derfeta azadiyê jê re çêbibe), helwesta hişk a dewleta tirk ji tirs û tolhildana polîtîk tê. Dewlet dizane ku qebûlkirina Mafê Hêvî tê wateya naskirina qanûnî û fîzîkî ya azadiya Abdullah Ocalan. Ev yek jî ji bo pergala yekperest tê wateya hilweşîna statûkoya sed salî.

Li Tirkiyeyê, doza kurdî êdî ne tenê pirseke siyasî an hiqûqî ye; ew veguheriye şerekî manewî û felsefî ku mirov dikare bişibîne mîtolojiya kevnar a şerê navbera Ehrîman û Ahûra Mazda. Li gorî mîtoliyê Ehrîman tarîtî û xerabî, Ahûra Mazda jî ronahî û qenciyê temsîl dike. Zihniyeta înkarê, şer û nîiadperestiyê nûnertiya tarîtiyê dike, lê li beramberî wê, daxwaza aştiyeke rûmetdar û jiyana hevpar a gelan, pêngava ronahiyê ye.

Ger pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve, ev ronahî wê tenê li Tirkiyeyê bandor neke. Serkeftina vê pêvajoyê wê rê li ber demokratîkbûna rasteqîn a Tirkiyeyê vebike. Her wiha wê rê li ber hevbendiyeke stratejîk a nû di navbera kurd û tirkan de li Rojhilata Navîn vebike. Ev serkeftin dikare pêşî li projeyên parvekirinê yên emperyalîst bigire û modela Neteweya Demokratîk weke alternatîfa yekane ya aştiya herêmî bi pêş bixe.

Di navbera 7-8ê Tîrmehê de, civîna welatên NATOyê li Tirkiyeyê pêk tê. Bêguman wê bandora vê civînê li ser pêşveçûna pêvajoyê jî hebe. Beriya vê civînê, aşkere ye ku dewleta tirk bi zanebûn naxwaze ti gavên şênber û hiqûqî di mijara kurdî de biavêje. Sedema vê helwestê ew e ku Enqere dixwaze di vê qonaxê de her carê weke "kartê firotinê" yan jî weke amûreke şantajê mijara kurdî û ewlekariyê li hemberî welatên Rojava bi kar bîne.

Ev civîna NATOyê ji bo Tirkiyeyê di çarçoveya doza kurdî de xwedî wateyeke girîng e. Dewleta tirk hewl dide polîtîkayên xwe yên zextê û operasyonên derveyî sînor bi hinceta şerê li dijî kurdan di bin sîwana NATOyê de rewa bike. Her wiha dixwaze peyama "ez li herêmê hêzeke stratejîk im, eger hûn piştgiriya min a li dijî kurdan nekin, ez ê di polîtîkayên din ên global de astengiyan derbixim" bide welatên endam. Bi hinceta parastina daxwazên ewlekariyê yên NATOyê, dewlet dixwaze berpirsiyariyên xwe yên ji bo çareseriya hundirîn bi paş bixe û demê qezenc bike.

Bi cewherî em dikarin bibêjin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, şansekî dawî û herî mezin ê sedsalê ye ji bo çareseriya aştiyane. Hesabên demkî yên dewletê yên mîna civîna NATOyê û zimanê ewlekariyê yê rojane, nikarin rastiya doza kurdî û hewcedariya lezgîn a aştiyê paşguh bikin. Ji bo ku Tirkiye ji tarîtiya "Ehrîman" rizgar bibe û ber bi ronahiya "Ahûra Mazda" ve bimeşe, divê aqilê dewletê ji tirsên xwe rizgar bibe, statu û rola Rêber Abdullah Ocalan weke sermuzakerevan qebûl bike û navê rast li vê pêvajoyê bike.