Dilgeş Îsa: Ji bo vegerê pêdivî bi ewlehiyê heye
Hevserokê Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa der barê rewşa dawî û pêla koçberiyê û encamên şer de wiha got: “Ji bo koçber vegerin ser axa xwe divê berî her tiştî ewlekarî bê avakirin û kesên vegerin di ewlehiyê de bin û bi awayekî ewle bijîn.”

Di mijdar û kanûna 2024an de HTŞ piştî ket Heleb û Şamê û bajar xistin bin kontrola xwe, zêdetirî sed hezar koçberên ku ji Efrînê koçî Şehbayê kiribûn, cara duyemîn neçar man ku koçî herêma Rêveberiyên Xweser bikin. Piştî êrişa HTŞê ya 6ê çileyê ya li dijî taxên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê careke din pêla koçberiyê dest pê kir. Hevserokê Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa der barê rewşa dawî û pêla koçberiyê û encamên şer de nirxandinên girîng kirin.
Dilgeş Îsa anî ziman ku di 2012an de dema şer dest pê kir, li dijî bajarê Serêkaniyê êriş hatin destpêkirin û got: “Bi şer re nêzî 35 hezar mirov koçber bûn. Wê demê ji bijîşk, xwendekar û nûnerên civakê me saziyeke bi navê Heyva Sor ava kir. Ji bo em karibin alîkariya vî gelî bikin û wan bi cih bikin me ev sazî ava kir.”
Dilgeş Îsa anî ziman ku wan di pêvajoya Şoreşa Rojava de nêzî 14 salan, xebat kir û ev agahî dan: “Ev sazî hêdî hêdî di nav gel de hat naskirin û bawerî da gel. Di rewşa şer de alîkarî da birîndar û koçberan. Di her alî de me wekî Heyva Sor rewşa awate ragihand. Dîsa ji bo penaberan yekîneyek hat avakirin. Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke awarte hebû.”
‘Pêdivî bi saziya alîkariyê hebû’
Piştî êrişên DAIŞ û hêzên tundrev ên li ser herêmê zêde bûn, pêlên koçberiyê jî zêde bûn. Dorpêça li ser herêmê berdewam kir. Dilgeş Îsa da zanîn ku ji ber van rewşan pêdivî bi saziyeke alîkariyê hebû û got: “Saziyê di vê qonaxê de hewl da piştgiriyê bide gelê hemû herêmê. Hewl da piştgiriya gelê çar parçeyan û Ewropayê bike û ji bo pêdiviyên gel ên koçberan, tenduristiyê bibe bersiv. Li aliyê din me der barê sûcên şer ên li ser herêmê rapor amade kirin. Me wekî Hevya Sor a Kurdî hewl da li kêleka xelkê xwe xebatê bikin.”
‘Koçber çareke din koçber bin’
Bi êrişa 6ê çileyê ya li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re careke din koçberî çêbû. Salek beriya wê di 8ê kanûna 2024an de dema rejîma Esad bikeve, nêzî 125 hezar koçberên ku ji Efrînê derketibûn hatibûn li Şehbayê bi cih bûbûn, careke din koçber bûn. Li ser van koçberan jî Dilgeş Îsa ev agahî dan: “Dema Tirkiyeyê û hêzên girêdayî Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, ew koçî Şehbayê bûn. Dema Esad ket, li dijî van koçberên li Şehbayê dîsa êriş pêk hat. Koçberên Efrînê careke din koçber bûn û li bajarên Reqa, Tebqa, Hesekê û bajarên din bi cih bûn.”
Koçber di rê de hatin kuştin
Dilgeş Îsa bi bîr xist ku piştî êrişa 6ê çileya 2026an li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kir, koçberên wir dîsa koçî herêmê kirin û wiha pêde çû: “Di vê demê de bi taybetî êriş li ser gelê kurd ê li Tebqa, Reqa û Dêr Afirê, gelek koçberan berê xwe da Cizîrê, Qamişlo û hinekan berê xwe da Kobanê. Di rê de gelek hatin revandin û kuştin. Mal û milkên wan hatin talankirin.”
Dilgeş Îsa anî ziman ku wan li gel saziyên rêveberiya xweser û meclisan wan pêlên koçberan pêşwazî kirin û got: “Me ji bo koçberan li cihên vala kon vedan û dibistan, mizgeft û qadên din cih vekir. Dîsa gelek malbatên me yên Qamişlo û bajarên din nas û dostên xwe li cem xwe bi cih kirin. Hemû bajarên Rojavayê yên wekî Dêrik, Girkê Legê, Tirbespîyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, koçber pêşwazî kirin. Piştî di navbera HSDê û Hikûmeta Şamê ya Demkî de peyman hat îmzekirin miletê Hesekê ku koçber bibû dîsa vegeriya Hesekê.”
Dorpêça Kobanê bi dawî nebûye
Der barê alîkariya Heyva Sorê ya ji bo gel jî Dilgeş Îsa ev agahî dan: “Bi taybetî ji başûrê Kurdistanê, Bakur û gelê Ewropayê û ji gelek saziyan alîkariyeke gelek mezin hat. Me jî ev alîkariya ku hat li gel belav kir. Xwarin, vexwarin, cil, betanî û pêdiviyên jin û zarokan ên ku hatin, me li gel belav kirin. Me pêdiviyên bicihkirinê bi saziyên rêveberiyên xweser re pêşwazî kir. Karwana alîkariyê ku ji derve hat me bir Kobanê. Kobanê demek dirêj di dorpêçê de bû. Niha hinek rê vebûne. Lê bi temamî dorpêç bi dawî nebûye. Me di vê pêvajoyê de 2 karwanên alîkariyê gihandin Kobanê.
‘Ajokarekî Heyva Sor hat revandin’
‘’Em wekî Heyva Sor gelek zor û zahmetiyan dijîn. Tîmên me yên alîkariya birîndaran zehmetiyan dijîn. Heta niha endamekî me yê ajokar wenda ye. Li ser rêya Reqa û Hesekê dema ajokariya ambulansê dikir wenda bû. Heta niha nediyar e li ku ye. Em hêvî dikin ku sax be û bê berdan. Ji qonaxa 2011an heta îro gelek êriş çêbûn. Gelek mirov ber bi Başûr, Bakur û Ewropayê ve koç bûn. Heta niha daneyek şênber a vegerê di destê me de tune ye. Niha ji bo vegerê projeyên me hene. Ji bo em bikaribin van koçberan vegerînin hewldanên me hene. Ji bo em ji wan re kar bibînin hewldan hene. Yek bi yek vedigerin ser axa xwe. Veger hinekî bi rewşa ewlekariyê ve girêdayî ye.”
‘Dê rojekê hemû koçber vegerin ser axa xwe’
Bi gotina “eger tifaq bi pêş bikeve û mafê gelên herêmê bê parastin dê veger zêde bibe” Dilgeş Îsa balê dikişîne ser hêviya vegerê û dibêje: “Ku şert û merc bên avakirin dê rojek bê hemû koçber vegerin ser axa xwe. Ji bo rewşa koçberên efrînî jî nêzî 400 malbat vegeriyan. Li gorî lêkolînên me, gelek kesên ku vegeriyan xaniyên wan hatin xerakirin. Kesên din ketine xaniyên wan. Hê jî karwanê ewil tam bi cih nebûye. Lê divê karwanekî din jî biçe. Koçber hêdî hêdî vedigerin. Yên li Hesekê, Qamişlo û Hesekê di dibistan û mizgeftan de ne. Di şertên zahmet ên zivistanê de dijîn. Lê ku em derbasî havînê bibin dê rewş zahmettir bibe. Dê nexweşî belavtir bibin.”
‘Divê ewlehî bê bipêşxistin’
Dilgeş Îsa destnîşan kir ku çareserî vegera ser axa xwe ye û wiha bi dawî dike: “Koçberên Efrînê ji 2018an ve ji axa xwe dûr ketine. Ji ber li dibistanan bi cih bûne, dibistan ne vala ne. Perwerde hatiye rawestandin. Pêla mezin a koçberan bi piranî li dibistan û mizgeftan bi cih bûne. Ji bo hemû koçber vegerin warê xwe û malên hatine dagirkirin bên valakirin hîn gavên misogerkirî nehatine avêtin. Koçberên Serêkaniyê jî çavê wan li rê ye. Divê koçberên Serêkaniyê û Girê Spî vegerin ser axa xwe. Kesên biyanî hatine li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bûne. Lê niştecihên van cihan jî koçber in. Şêniyên ku li cihê xwe vedigerin jî, ji aliyên van kesên li wir bi cih bûne ve rastî gefan tên. Ji bo koçber vegerin ser axa xwe divê berî her tiştî ewlekarî bê avakirin û kesên vegerin di ewlehiyê de bin û bi awayekî ewle bijîn.”


