Dîrektorê SOHRê: Çete li Rojava kurdan qir dikin
Dîrektorê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyra kir ku çeteyên Hikûmeta Şamê ya Veguhêz li herêmên kurdan ên li Rojava paqijiya etnîkî dikin û got: "Dibe ku Enfal û Helebce li Sûriyeyê dubare bibe."

Dîrektorê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman der barê êriş û komkujiyên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta tirk ên li ser gelê kurd li rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Ebdulrehman Ramî di daxuyaniya xwe de got: "Komên çekdar ên beredayî ku li rexa hêzên hikûmetê şer dikin, li herêmên kurdan yên li rojavayê Kurdistanê qirkirina etnîkî dikin. Dibe ku Helebce û Enfal carek din li Suriyeyê dubare bibe."

