Dîrok dubare dibe
Ji bo ku xiyaneta Kissinger a 1975an bi destê Tom Barrack di 2026an de dubare nebe, pêngava herî girîng yekîtiya navxweyî ya kurdan û xurtkirina dîplomasiya gel e.

Li gorî gotina navdar ‘Dîrok ji tekerrurê (dubarebûnê) pêk tê,’ ji bo gelê kurd ev gotin di sala 2026an de careke din rastiya xwe nîşan dide. Di navbera xiyaneta Henry Kissinger a sala 1975an û hewldanên îro yên Tom Barrack de, dişibiyeke kûr û biêş heye ku çarenûsa kurdan dixe bin metirsiyeke mezin.
Di dîroka nûjen a Kurdistanê de, navê Henry Kissinger wekî sembola Realpolitik û xiyaneta sar tê naskirin. Di sala 1975an de, bi Peymana Cezayirê, Kissinger piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji kurdên başûrê Kurdistanê û Mele Mistefa Barzanî birî, da ku berjewendiyên Şahê Îranê û rejîma Bexdayê biparêze. Wê demê Kissinger gotibû: ‘Karê veşartî (îstîxbaratî) divê bi xebatên mîsyoneriyê re neyê tevlihevkirin.’ Ev tê wê wateyê ku mafên mirovan û daxwazên neteweyî yên kurdan, di berjewendiyên dewletên mezin de tenê wekî amûreke bikaranînê bûn.
Îro, di sala 2026an de, heman senaryo bi aktorên nû li ser rojavayê Kurdistanê tê lîstin. Tom Barrack, ku wekî hevalekî nêzîk ê Kissinger û nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Sûriyeyê tê naskirin, îro roleke wiha dilîze ku hebûna siyasî ya Rêveberiya Xweser dixe xetereyê.
Li gorî geşedanên dawî, Tom Barrack piştgirî dide projeyeke ku armanca wê dawîanîna li statuya siyasî ya Rojava ye. Ev proje li ser sê xalên sereke avakirin. Ya yekemîn Navendîbûna Sûriyeyê ye. Barrack bi aşkereyî pergalên federal red dike û daxwaz dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav artêşeke navendî ya Sûriyeyê de werin helandin.
Ya duyemîn lihevkirina bi Tirkiyeyê re ye. Di hevdîtinên li Enqereyê de, Barrack nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî statuya kurdan wekî ewlehiya herêmî pênase dike, ku ev yek rê li ber operasyonên nû û guhertina demografîk vedike.
Ya sêyemîn jî bêbandorkirina Rêveberiya Xweser e. Piştî şerên dawî yên li Helebê û vekişîna hêzên kurd, zextên dîplomatîk zêde bûne da ku kurd dest ji destkeftiyên xwe yên di encama berdêlên mezin de bi dest xistine berdin.
Wekî ku Kissinger di sala 1975an de kurdên Başûr kirin qurbana peymana navbera Îran û Iraqê, Barrack jî di sala 2026an de dixwaze kurdên Rojava bike qurbana peymana navbera Enqere, Şam û Washingtonê. Her du fîgur jî ji dibistana parastina statukoya dewletan tên. Ji bo wan, îradeya gelê kurd li hemberî berjewendiyên stratejîk ên dewletan bêwate ye.
Xiyaneta 1975an bû sedema hilweşîna Şoreşa Îlonê, lê kurdan piştre dîsa serî hildan. Lê belê metirsiya 2026an mezintir e, ji ber ku projeya Rojava ne tenê projeyeke leşkerî, lê modela jiyana hevpar a herêmê ye metirsiya li ser jiyan û hebûna kurdan mezintir dike.
Dîrok nîşanî me dide ku baweriya bi hêzên derve, bêyî îradeyeke neteweyî ya xurt, her gav bi xiyanetê bi dawî dibe. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî di peyamên xwe yên dawî de bal kişandibû ser sala 2026an wekî ‘sala yekîtiya neteweyî’ yan jî ‘sala parastina hebûnê.’
Ji bo ku xiyaneta Kissinger a 1975an bi destê Tom Barrack di 2026an de dubare nebe, pêngava herî girîng yekîtiya navxweyî ya kurdan û xurtkirina dîplomasiya gel e.


