Şoreşa Newrozê ya derûnî

Ji bo gelê kurd, Newroz ne tenê bihar, kevneşopî û efsane ye; ew roj e ku civak dibêje ‘em hîn jî dijîn’. Ji ber vê yekê her sal agirê Newrozê tê vêxistin, da ku bê gotin ‘ruhê berxwedanê nemiriye û namire’.

1 deqe xwendin
Şoreşa Newrozê ya derûnî

Li nav gelê kurd Newroz wek roja nû tê zanîn. Newroz ne tenê cejn e, lê ji çend hezar salan bûyerek girîng li hişmendiya kolektîf, nasnameya civakî û jiyana derûnî ya gelê kurd e. Di dîroka kevin de, merasîmên Zagmukê li Mezopotamya tên dîtin ku di perestgehan de agir tê dadan û padîşah jî bi gel re beşdarî vê merasîmê dibe. Paşê, Newroz di dîroka zerdeştiyê de, di nav Hurrî, Kasît, Mîtanî, Urartu û Medan de jî hatiye parastin. Ev diyar dike ku Newroz ne tenê kevneşopî ye, lê bûyerek berdewamî û pergalî ya gelan e. Gava em Newrozê bi nêrîna psîkolojîk û psîkiyatrî binirxînin, em dibînin ku ev cejn ne tenê folklorî û kevneşopî ye. Ev wek mekanîzma derûnî, sembolîk û arketîp tê hesibandin. Arketîp di psikolojiya Carl Gustav Jung de wateya modelên kevin ên derûnî ye ku civak û mirov di bin zordariyê de hestên berxwedan, hêvî û nasnameyê hîs dikin. Ev hişmendî di nav gelan de bi peyamên bîranîn, efsane û sembolên kevin didome, ku dikare veguhastinên dîrokî û trawmayên kolektîf bigihîne nifşên nû.

Ji bo gelê kurd, Newroz wek arketîpa berxwedan, azadî û hêviyê kar dike. Kawayê Hesinkar, ku di Newrozê de tê bibîranîn, wek arketîpa qehreman û berxwedanê tê hesibandin; ew nîşana hêvî û azadiya civakê ye. Efsaneya Kawa û agirê Newrozê ne tenê çîrok in, ew modela derûniyê nîşan didin ku civak di bin zordariyê de hestên hêvî û qewetbûnê wergirtin.

Sigmund Freud, bingeha psîkanalîza modern, di xebatên xwe de diyar dike ku trawma ne tenê dikare li kesan, li civakan jî bandorê bike. Civakên ku sedsalan di bin zordarî, kuştin, koçberî û qedexeyan de dijîn, dikarin hestên bêhêvîbûnê, tirs û têkçûna nasnameyê bijîn. Freud dibêje ku merasîmên kolektîf, şopandinên çandî û sembolên kevin dikarin wek mekanîzmayên parastinê kar bikin. Ji bo kurdan, Newroz ev mekanîzma bixwe ye. Gava agir tê vêxistin, civak dibêje: ‘Em hîn jî têk neçûne, em hîn jî li vir in’. Ev peyama derûnî ne tenê ji bo hestên berevaniya psîkolojîk, lê her wiha ji bo parastina nasnameya civakî ye. Li gorî Carl Gustav Jung, arketîp wêneyên kevin in ku di hemû civakan de bi awayek xwezayî hene. Kawayê Hesinkar wek arketîpa mirovê ku li dijî zilmê radibe, bavê ku zarokan diparêze û kesê ku koletiyê qebûl nake tê hesibandin. Gava Newroz tê, gelek kurd hestek taybet hîs dikin, her çend ew bi aqil nizanibin ka çima! Ev hest ji hişmendiya kolektîf tê û diyar dike ku civak bi sembolên xwe, derûniya xwe diparêze.

Agir di Newrozê de sembola herî girîng e. Di nêrîna psîkolojîk de agir wateya paqijkirina derûnî, ronahî li dijî tarîtî, hêvî li dijî bêhêvîbûnê û jiyan li dijî mirinê ye. Her sal, gava gel li dora agirê Newrozê kom dibe, di hişê civakê de peyam tê dayîn ku ‘zilm tiştek domdar nîn e’ jiyan dikare nû bibe û hêvî hê jî heye. Di psîkiyatriyê de, merasîmên civakî, stran, govend û kombûn dikarin stres û depresyonê kêm bikin; ji ber vê yekê, Newroz wek terapiya civakî kar dike. Ji bo gelê kurd, ziman, stran, helbest û Newroz bingehên parastina nasnameyê ne. Heke nasnameya civakî têk biçe, mirov dikarin hestên bêhêvîbûn, bêhêzî û têkçûnê bijîn. Newroz li hember van rewşan wek dermanek derûnî kar dike. Her sal bi pîrozkirina Newrozê re hişê civakî xwe nû dike û dibêje ‘em xwedî dîrok in, em xwedî çand in, em hîn jî em in’.

Li gelek deverên Kurdistanê, bi taybetî li Bakur, Newroz tenê ne bihar e, ew roja berxwedanê ye. Gava civak di bin zordariyê de be, razîbûn dibe sedema hesta bêhêziyê, lê hesta berxwedanê qewetê çêdike. Newroz ji bo gelek kurdan sembola berxwedanê bûye. Ev hest têkiliya xwe bi azadî, hêvî, şehîd, serhildan û jiyana nû heye. Navê Newrozê bixwe wateya ‘roja nû’ werdigire. Di psîkolojiyê de, mirov her tim pêdivî bi hestên destpêkirinê dibîne. Ev peyam di derûniya kurdan de tê çêkirin ku piştî her tarîtiyê ronahiyek heye, jiyan dikare li dijî zilmê bi ser bikeve. 

Gava em Newrozê bi nêrîna psîkolojî, psîkiyatrî û civaknasiyê binirxînin, em dibînin ku Newroz sembola azadî, berxwedan, hêvî, nasname û jiyana nû ye. Ji bo gelê kurd, Newroz ne tenê bihar, kevneşopî û efsane ye; ew roj e ku civak dibêje ‘em hîn jî dijîn’. Ji ber vê yekê her sal agirê Newrozê tê vêxistin, da ku bê gotin ‘ruhê berxwedanê nemiriye û namire’.