Divê daraz nebe amûr

Di çalakiya ‘Zincîra edaletê’ ku ji aliyê parêzerên Baroya Îzmîrê ve hat lidarxistin de hat diyarkirin ku li cihê darizandineke serbixwe û bêalî tune be, mirov nikare behsa serweriya hiqûqê bike.

1 deqe xwendin
Divê daraz nebe amûr

Parêzerên Baroya Îzmîrê, ji bo parastina serweriya hiqûqê, pergala civaka demokratîk, mafê hilbijartin û hilbijirînê yê welatiyan û rewabûna vîna gel, çalakiya ‘Zincîra edaletê’ pêk anîn. Beriya zincîra edaletê, li ber edliyeyê daxuyaniyek hat dayîn. Di dema daxuyanî û zincîra edaletê de dowîzên ‘Em ê bêdeng nemînin’, ‘Parêzer bijîn dê edalet bijî’, ‘Dengê parêzeran bê birîn, dengê welatiyan tê birîn’ hatin hilgirtin û dirûşmên ‘Em ê bêdeng nebin, em natirsin, em îtaat nakin’ hatin berzkirin.

Daxuyanî li ser navê girseyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz xwend.

‘Divê rêz li mafê jiyanê bê girtin’

Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yılmaz bi bîr xist ku wan di sala 2014an de jî piştî qetilkirina Berkîn Elvan di berxwedana Geziyê de zincîra edaletê ava kiribûn û wiha got: “Wê rojê em li kolanan bûn, îro jî em ê li kolan û qadan bin. Îro me derbarê rojîgirtina mirinê ya ku diqewime de daxuyaniyek da. Girtiyek ev 172 roj in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê di greva birçîbûnê de ye. Çima? Ji ber ku naxwaze nasnameya girtîtiyê tim pê re be. Ji ber ku xwest vê rewşê protesto bike cezayê dîsîplînê lê bihata birîn, mixabin ji hevdîtina parêzeran, sewqkirina nexweşxaneyê, hevdîtina serdêran û gihîştina pirtûk û nameyan hat bêparkirin. Mafê jiyanê û tenduristiya mirovên di girtîgehan de, mecbûriyeta mutleq û teqez e. Divê ew rêz li mafê jiyanê re bê girtin û daxwazên di vî warî de bên cih.”

‘Divê daraz nebe amûr’

Sefa Yılmaz derbarê betalkirina biryara nafaka ya bêdem a ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve jî axivî û ev tişt anî ziman: “Binêrin, îsal wekî sala malbatê ragihandin. Lê beriya niha çi qewimî? Dadgeha Destûra Bingehîn biryara nafakaya ya bêdem betal kir. Em ê di demek nêz de bibînin ka ev biryara ku jinan xizan dike, wê çi bandorên neyînî li pey xwe bîne. Kuştina jinan berdewam dike. Îstîsmarkirina zarokan berdewam dike. Bêedaletî û bêhiqûqî di her qadê de berdewam dike. Bêedaletî û bêhiqûqî li dijî kesên hatine hilbijartin berdewam dike. Em behsa hiqûqek û darazeke ku bûye amûr dikin. Li cihê ku darizandineke serbixwe û bêalî tune be, em nikarin behsa serweriya hiqûqê bikin. Li cihê ku serweriya hiqûqê tune be jî, hûn qet nikarin behsa mafên mirovan, hiqûq, edalet û gihîştina edaletê bikin. Ji ber wê wekî em dibêjin; divê daraz nebe amûr, divê daraz nebe tişteke siyasî. Ji ber ku em parêzvanên jinan, zarokan, xwezayê, heywanên li kolanan û hawirdorê ne.”

Piştî axaftinê parêzeran di navbera deriyê A û deriyê C yê edliyeyê de zincîra edaletê ava kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.