Mahmut Alinak hat girtin

Bi îdiaya ‘heqareta li serokkomar’ hatiye kirin li siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak salek û 2 meh ceza hatibû birîn. Piştî erêkirina cezayê Alinak hat girtin.

1 deqe xwendin
Mahmut Alinak hat girtin

Siyasetmedar Mahmut Alinak der heqê jiyana hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di 14ê kanûna 2015an de, di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû û biraziyê wî Bêkes de pirtûka bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” nivisîbû.

Ji ber pirtûkê der heqê Alinak de bi îdiaya ‘heqareta li serokkomar’ hatiye kirin salek û 2 meh cezayê hepsê hatibû birîn û ceza ji aliyê 4emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 

Alinak li mala xwe ya li Qersê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Piştî aşkerakirina biryarê Alinak birin Girtîgeha Qersê.