Rapora MKGê ya Gulanê: Zextên li ser rojnamegeran sîstematîk bûne
MKGê rapora meha Gulanê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin eşkere kir. MKGê destnîşan kir ku wêneyê ku di meha Gulanê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamegeran piralî û sîstematîk bûne û diyar kir ku ji bo ku rojnameger bikaribin di şert û mercên azad û ewle de bixebitin û ji bo ku azadiya çapemeniyê were mîsogerkirin, divê ev binpêkirin bi dawî bibin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya meha Gulanê ya derheqê binpêkirina mafên rojnamegerên jin de eşkere kir û bal kişand ser zextên li dijî rojnamegeran.
‘Zextên li ser azadiya çapemeniyê dewam kirin’
Rapora MKGê wiha ye:
“Di tevahiya meha gulanê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan eşkere kir ku zextên li ser azadiya çapemeniyê ne tenê bi rêya pêvajoyên dadwerî di heman demê de bi destwerdanên li qadê û pratîkên sansura dîjîtal jî dewam kir. Rojnamevan ji şopandina nûçeyan hatin astengkirin, gef li wan hat xwarin, hatin binçavkirin û girtin. Destwerdanên li hember rûniştin û bûyerên civakî yên ji bo mafê agahdarkirinê yên raya giştî girîng in, rasterast mafê wergirtina nûçeyan hedef girtin.
Zextên li ser çapemeniyê didomin
Vê mehê, rastiya rojnamevan ji ber çalakiyên xwe yên çêkirina nûçeyan bi lêpirsîn û pêvajoyên qanûnî rû bi rû mane, fikarên ku rojnamegerî tê sûcdarkirin xurtir kiriye. Lêpirsîn û dozên berdewam ên li ser nûçeyan, parvekirina nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê nîşan didin ku zexta berdewam li ser azadiya derbirînê û çapemeniyê heye.
Astengkirina rojnamegeran destwerdaneke li mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye
Mijareke din a girîng di meha gulanê de hedefgirtina rasterast a rojnamevanan a li qadê bû. Astengkirina rojnamegeran a ji girtina wêneyan a di dema şopandina nûçeyan de, sînordarkirina ketina wan a dadgehê û gefxwarina li dijî rojnamevanan şert û mercên xebata çapemeniyê, ku roleke çavdêriya giştî dilîze, hîn aloztir kir. Astengkirina rojnamegeran a ji pêkanîna erkên xwe ne tenê destwerdanek li xebatkarên çapemeniyê, lê di heman demê de destwerdanek li mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî bû.
Pêkanînên sansurê yên ku qada medyaya dîjîtal hedef digirin kûrtir bûne
Li aliyê din, pêkanînên sansurê yên ku qada medyaya dîjîtal hedef digirin jî kûrtir bûne. Astengkirinên xwegihandina malper, naveroka nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal dîtbarîya rojnamegeriya rexnegir û serbixwe sînordar kiriye, di heman demê de rê li ber gihîştina raya giştî ya ji çavkaniyên cihêreng ên agahdariyê jî girtiye. Bi taybetî girtina hesabên dîjîtal ên aydê rêxistinên çapemeniyê, asta sansurê eşkere kiriye.
Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin
Wêneyê ku di meha gulanê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamevanan êdî ji bûyerên tekane dûr ketine û xwedî karekterek piralî û sîstematîk bûne. Ji bo ku rojnamevan bikaribin di şert û mercên azad û ewle de bixebitin, ji bo ku mafê raya giştî yê agahdariyê were parastin û ji bo ku azadiya çapemeniyê were misogerkirin, divê ev binpêkirin bi dawî bibin.
Di meha gulanê de 9 platformên dijîtal hatin astengkirin. Her wiha êrişê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin.
Lîsteya Rojnamegerên girtî
* Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
* Ozden Kinik – Xebatkara TRTyê
* Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
* Yelis Ayaz – Xwediyê Sîteya Înternetê ya Aydinpostê”


