Divê di serî de zimanê aştiyê bê avakirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û dawî li çekan bîne.

1 deqe xwendin
Divê di serî de zimanê aştiyê bê avakirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û dawî li çekan bîne. Li ser vê yekê PKKê jî kongreya xwe pêk anî û biryara xwe fesixkirinê û çekberdanê da. Lê li gel vê yekê tecrîd didome û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel 4 hezar girtiyên siyasî nikare sûdê ji mafê hêviyê bigire.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamên berê de jî bang li saziyên sivîl, partiyên li meclisê û rêxistinên demokratîk kiribû ku her kes ji bo aştî û çareseriyê bi erka xwe rabe. Lê tenê DEM Partî xebatên aştiyê dimeşîne. Hê jî rayedarên desthilatê û çapemeniya hewiz zimanê reşkirin, dijberî û berberiyê pêş dixe. Hê jî di aliyê hiqûqa xwîşk û biratiyê de tu gavên şênber nehatine avêtin. Têkildarî mafê hêviyê, tecrîd, hiqûqa xwîşk û biratiyê û peymana civakî Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban pirsên Xwebûnê bersivandin.

Di pakêta dehemîn a darazê de çi heye. Dê kî çiqas sûdê jê bigire. Divê pakêteke çawa be?

Dehemîn Pakêta darazê di civakê de hêviyek avakiribû. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş û cudakariya înfazê ku karibe berdana girtiyên nexweş hêsan bike hêviyek avakiribû. Ji bo taloqkirina înfazê hêviyeke xurt avakiribû. Lê ez bi xemgînî dibêjim ev pakêt nabe bersîva hêviya civakê. Dema em bi gelemperî li vê pakêtê dinerin, hîn di mijara girtiyên nexweş de Saziya Tipa Edlî biryara dawî dide. Hîn girtiyên siyasî yên 30 salên xwe li girtîgehê derbas kirine, nayên berdan. Hîn bi Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî înfaza wan tê şewitandin. Helwesta li dijî girtiyên siyasî nehatiye guhertin. Di vê pêvajoya aştiyê de divê ewil gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin. Di raya giştî de bendewariyeke ku wekî gava yekemîn bê avêtin, hebû. Lê di pêvajoyeke aştiyê ya wisa girîng de, ne di wê asta ku piştgiriyê bide pêvajoyê ye. Ne di asta ku girtiyên nexweş bide berdan de ye. Ev jî nîşan dide ku desthilat hê jî di mijara aştiyê de û di avakirina qada hiqûqî û siyayasî de ne ji dil e.Di aliyê berdana jinên ducanî û berdana dayikên bi zarok de hin guhertinan çêdike. Lê ev daxwazên civakê nabersivîne. Em hevî dikin ku di hevdîtinên komîsyonên li meclisê de û di lijneya giştî ya meclisê de bi pêşniyarên partiyên siyasî ev pakêt bê rastkirin. Em dixwazin ev pêşniyarên partiyan li ber çavan bêne girtin. Me wekî ÎHDê têkildarî vê yekê daxuyaniyek amade kiriye. Em ê vê daxuyaniyê parve bikin. Mixabin ev pakêt nabe bersiva mafê Kurdan ên siyasî û civakî.

Devlet Bahçelî mafê hêviyê anîbû rojevê û kiribû mijara bazarê. Ev dibe mijara bazarê? Heta niha çima ji bo mafê heviyê gav nehatiye avêtin?

Ev xaleke girîn e. Devlet Bahçelî di 22ê Cotmeha 2024an de got ‘Bila Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive. Ev gotineke pir mezin e. Heta niha partiyên siyasî û rêxistinên civakî nêzî gotineke wisa nebûne. Divê Bahçelî li gorî vê gotinê tev bigere. MHPê di 22ê Cotmehê de bangeke wisa kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di 27ê Sibatê de bang li Rêxistina PKKê kir. Piştî vê bangê PKKê kongreya xwe kom kir û di 12yê Gulanê de daxuyanî da ku xwe fesix kiriye û biryara bêçekbûnê daye. Her çend di demeke nêzik de Abdullah Ocalan nikaribe bê li meclisê biaxive jî qet nebe divê mafê hêviyê nas bikin. DMMEyê 10 sal berê ji Tirkiyeyê xwest ku mafê hêviyê mecbûrî biparêze. Lê em dibînin ev xala jî nexistine nava vê pakêta darazê. Divê hemwextî pêvajoya bêçekbûn û fesixkirinê de di zemîna hiqûqî, siyasî û civakî de gavên şênber bêne avêtin. DMMEê 10 sal berê di vê mijarê de biryar da û xwest Tirkiye rê li pêşiya mafê hêviyê veke. DMMEyê di 2014an de biryara Mafê Hêviyê da. Di 2017 û 2024an de Ewropayê ev biryar dîsa nirxand. Ji Tirkiyeyê tê xwestin ku guhertinê bikin û bendewariyek heye. Diviyabû ku heta niha Wezareta Dadê amadekariyek kiribûya. Lê hîn tu amadekarî nekiriye û nayê zanîn ku dê amadekarî bê kirin an na. Vê xala mafê hêviyê li pakêta darazê zêde bike tu partî îtîraz nake. Ev sekin nîşanî me dide ku Tirkiye çiqas li dijî cidîyetê nêzî meseleyê dibe. Eger ji bo mafê hêviyê plansaziyek û taqwîmek bê amadekirin jî dîsa dê rizaya civakê pêş bikeve. Lê ev jî tune ye. Niha dibêjin ‘Heta PKKyiyek jî bi çek be, em tu gavên demokratîk navêjin’. Ev hewldana îktîdarê rêlêgirtina pêvajoyê ye. Bi van gotinan dixwazin rêya çareseriyê bigirin. Divê demek berî demekê guhertin bên kirin û rê li pêşiya mafê hêviyê vekin. Mesele ne tenê meseleya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan aktorekî gelek muhîm e. Barekî muhîm daniye ser milê xwe. Ji ber vê yekê divê şertên wî bên avakirin û her wiha 4 hezar girtiyên siyasî divê ji mafê hêviyê sûdê bigirin û bêne berdan. Li gel Abdullah Ocalan girtiyên siyasî divê ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Dayina Mafê hêviyê dê hêzê bide pêvajoyê. Ev yek pêvajoyê xera nake. Dê bi awayekî erênî piştgiriyê bide pêvajoyê.

Tecrîd didome. Tecrîd bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike?

Tecrîd ji 2019yan heta niha bênavber didome. Ji bo ev pêvajo dest pê bike rola Birêz Ocalan gelek zêde ye. ÎHD jîdi nav de saziyên parazvanên mafên mirovan, gelek baroyan bi dehan caran bang li desthilatê kirin û hem jî bang li saziyên navneteweyî kirin. Piştî Omer Ocalan çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ji bo meseleya aştiyê hin heyet çend caran çûn û hatin. Lê divê li gorî zagona înfazê, malbat, parêzer û şande karibin bi rêk û pêk biçin hevdîtinan bikin. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, her meh bi rêk û pêk hem li gorî agahiyên bi rêya parêzeran têne ji me re û hem jî li gorî agahiyên ji Îmraliyê tên, em her meh ji Wezareta Dadê re dinivîsin. Em diyar dikin ku hîn tecrîd didome. Em dibînin ku şande û malata birêz Ocalan nikare bi rêkûpêk biçin Îmraliyê. Ji ber vê yekê em her meh dixwazin ku şandeyeke serbixwe û şandeya ÎHDê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin weke şandeyeke serbixwe û şandeya ÎHDê bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Ji ber ku pêvajoyek hatiye destpêkirin. Divê saziyên sivîl jî xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Ji bo vê yekê jî divê ev