Divê em xwedî li nivîskarên girtî derkevin

Beriya çend rojan li Amedê bi malovaniya pirtûkxaneya Payîzê û bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û PENa Kurd çalakiyeke watedar hat lidarxistin.

1 deqe xwendin
Divê em xwedî li nivîskarên girtî derkevin

Beriya çend rojan li Amedê bi malovaniya pirtûkxaneya Payîzê û bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û PENa Kurd çalakiyeke watedar hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de çend nivîskarên kurd pirtûkên nivîskarên di zindanan de imze kirin. Der barê vê çalakiyê de me hevpeyvînek bi sekreterê giştî yê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Ahmet Çelîk re kir.

Ji kerema xwe re tu dikarî behsa armanca vê çalakiya ji bo firotina pirtûkên nivîskarên di zindanan de bikî, çima û çawa dest pê kir?

Di 24’ê cotmehê de li Amedê li pirtûkxaneya Payîzê ji hêla Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û PEN a Kurd ve ji bo alîkariya girtiyên di zîndanan de çalakiyek hat lidarxistin. Pirtûkên; Menaf Osman, Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseyîn ji hêla nivîskarên saziyên me ve hat îmzekirin. Ji van pirtûkan hinek jê evin. Pirtûka herî navdar a ku ji aliyê Menaf Osman ve hatiye wergerandin ‘Hezar û Yek Şev’ e. Ev pirtûk heta niha bi dehan zimanê cîhanê wergerên wê hatine kirin. Wergerek pir xweş û balkêş e, ji devê jinê, ji devê Şehrazadê ye. Pirtûka wî ya duyemîn jî ‘Sînor’ bû. Pirtûka Ehmedê Bilokî ‘Kezîreşkê’ (helbest), Ahmed Huseyîn ‘Zayîna bi Amûra Sertûj’ (helbest), Mizgîn Ronak ‘Sêv jî me dikujin’, ‘Rojhat’, ‘Gorçiya ne em’ (helbest), Medya Yaklav ‘Welatê min’ (helbest) û hwd. Armanc piştgiriya girtiyên di zindanan de ne û firotina pirtûkên wan bû. Bi vê çalakiyê me xwest ku em girtiyên nivîskar têxin rojeva gelê xwe û em balê bikîşinin ser wan. Ev zêdeyî mehekê bû ku me (her sê sazî) amadekariyên xwe dikirin. Bi vê minasebetê me bi malbatên nivîskaran re hevdîtin û bi nivîskarên çalakger re civîn çêkirin. Em bi weşanxanan re peyivîn. Li ser medyaya dijîtal ji bo ku em bigihêjin gelê xwe me gav avêtin. Hevalên me yên wêjekar û nivîskar gelek kar û xebat kirin. Keda kê ketibe vî karî em spasiya xwe ji wan re dikin. Ger di kar û xebatê de kêmasiyek çêbûbe jî ji ber ku gava yekemîn bû, lê pir girîng

Nûçeyên Eleqedar