'Divê her kes bi nasnameya xwe bijî'
Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîldar diyar kir ku ji Tirkiye bi hişmendiya Îtaatî Terakî tê bi rêvebirin û got: “Ji bo demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê divê hemû nasnameyên li Tirkiyeyê dijîn bi nasnameyên xwe yên azad bijîn.”

Di 21ê Gulanê de ji aliyê înîsiyatîfeke sivîl a ji 29 rewşenbîran pêk tê bi dirûşma “Demokrasî ji bo me hemûyan e” daxuyanî dan û banga Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn de, kirin.
Di konferans ku dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê pêk bê de, dê ji çareseriya pirsgirêka kurd heta aştiya civakî, ji demokratîkbûnê heta pirsgirêkên nasname û baweriyan gelek mijar bêne nîqaşkirin. Di dawiyê de jî wê nexşerêyeke bi navê “Banga Demokratîk a ji bo Sedsala Nû’ bê eşkerekirin. Akademîsyen, nivîskar û parazvanên mafên mirovan; Ahmet Turk, Ali Bayramoglu, Akin Birdal, Ayşegul Devecîoglu, Çilem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadil Bedirhanoglu, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gultan Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kuban Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglu, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pakrat Estukyan, Riza Turmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Vahap Coşkun, Yakin Erturk, Zeynep Altiok banga konferansê kirin. Kesayetên ku banga beşdariya vê konferansê kirin, gotin “Bila ev sedsal bibe sedsala Komara Demokratîk.” Kesayetan anîn ziman ku sedsala borî ya komarê bi înkar û asîmîlasyonê derbas bûye, lewma pêdivî bi veguherîneke radîkal heye.
Liser girîngî, pêdivî û armanca konferansê Parazvanê Mafên Mirovan Akin Birdal ji Azadiya Welat Re axivî.
Akin Bildar anî ziman ku li cîhanê û li welat di aliyê demokrasî, hiqûq û edaletê de dûrktinek heye û got: “Ruxumînek heye. Ji demokrasiyê ber bi otokrasiyê ve dişemite. Ji rejîmên ku li ser esasê mafên mirovan hatine avakirin dûrketinek heye. Ji ber vê yekê, mafê gelan, mafên mirovan û azadiya wan êdî winda dibe. Nayên bi destxistin. Em hemwelatîbûna komarê esas digirin. Li ser vê mijarê me di 21ê Gulanê de civîna çapemeniyê li dar xist. Çamemeniyê ev daxuyanî zindî da û eleqeyek mezin nîşan da. Me bi gelek zimanan ev bang kir. Bi kurdî, tirkî, îngîlîzî, çerkezî, erebî û ermenîkî ev daxuyanî da. Me di daxuyaniyê de bal kişand ku Tirkiye her ku diçe otorîter dibe. Me bal kişand ser pêvajoyê û bal kişand ser girîngiya demokratîkbûnê. Ji ber ku bi otorîterbûna Tirkiyeyêre dubendî pêş dikeve.”
Akin Bildar da zanîn ku di aliyê siyasî û fikrî de cudakarî û parçebûn pêş dikeve û wiha axivî: “Em dibînin li vî welati piştevanî û şewirmendiya fikrî û siyasî kêm bûye. Vê yekê milê hiqûq û demokrasiyê qels kir û xera kir. Ji ber vê yekê, em armanc dikin ku di konferansa 13-14ê Hezîranê de piştgiriyekê bidin demokratîkbûna siberoja Tirkiyeyê. Ji bo hêzê bide demokrasî, têkoşîna aştiyê û aramiyê em vê konferansê pêk tînin. Em bawer dikin ku ev konferans dê hêzê bide vîna avakar a demokratîk ku bêtir civakî bibe. Ev konferans dê li Salona Çandê ya Cem Karaca ya li Stenbolê pêk bê. Dê nûnerên partiyê siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek kesên din beşdar bibin. Ji bo ev pêvajo civakî bibe, tevlêbûna vê konferansê gelek girîng e. Ji ber ku her kes ji her tiştî berpirsiyar e. Ji bo ev pêvajoya aştiyê têkeve meriyetê û demokratîk bibe, em ê hewl bidin ku bingeha her kes karibe biaxive û niqaş bike ava bikin. Ji bo veguhertina demokratîk û siberoja demokratîk em ê bên cem hev.”
Komar ji demokratîkbûnê dûr ketiye
Akin Bildar da zanîn ku Tirkiye li ser tevgera Îteatî Terakkî ava bûye û ev nirxandin kir: “Ji nokteya Îteatî Terakkî tev digere. Li ser feraseta yekperest a Îtîatî Terakkî ava bûye. Li ser feraseta yek ziman, yek netew, yek ziman, yek al ava bûye. Lê di komara demokratîk de pirrengînî, pir zimanî û pir çandî esas tê girtin. Lê mixabin niha komar bi temamî ji vê felsefeya demokratîk dûr ketiye. Hegomanyaya bîrdoziya yekperest heta îro serdest bûye û hatiye. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî divê li ser ruyê erdê di guhertin û veguhertina pêvajoya demokratîk de ziman, çand, nasname wek hev bijîn. Em difikirin ku êdî divê Tirkiyeyeke ku hemû nasname, ziman, çand û bawerî azad û di nava hev de bi hevre bijîn ava bikin.”
Konferans dê 2 rojan bidome
Akin Bildar li ser bernameya konferansê jî agahî dan û got: “Dê axaftina vekirina konferansê Gultan Kişanak û Riza Turmen bikin. Di bernameya destpêkê ya bi sernavê “Vekirina Şibakeya li siberojê” de Burhan Sonmez dê axaftinê bike. Konferans dê 2 rojan bidome û ji 6 rûniştinan pêk bê. Di roja 14ê Hezîranê de rûniştina biqetin. Piştî rûniştinan dê bi tevlêbûna hevalên me yên ji nasname, bawerî û çandên cuda tev li panel û foruman bibin. Piştî konferansê dê encamê de metnê bi sernavê ‘Di sedsala nû de banga Demokratîk’ bê xwendin û bi raya giştî re bê parvekirin.”
Neçareserkirina pirsgirêka kurd pirsgirêkên din ava dike
Akin Bîrdal li ser rêberiya Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha axivî: “Bêguman ji ber pirsgirêka kurd çareser nabe, dibe sedem ku gelek pirsgirêkên din pêş bikevin. Neçareseriya pirsgirêka kurd, rê li pêşiya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û çandî vekir. Ji ber vê yekê em difikirin ku çareserkirina pirsgirêka kurd di meseleya aştî û demokrasiyê ne nabe ye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê divê pirsgirêka kurd çareser bibe. Niha nêzî 18-19 mehin pêvajoyek heye û didome. Aliyekî meseleyê ku muxatabê meseleyê ye, rêxistina xwe fesix kir. Çek şewitandin. Di 27ê Sibata 2025an de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re, bang li meclisê, partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl, muxalefeta siyasî û civakî û her wiha saziyên navneteweyî kiriye û ji bo wan manîfestoyek belav kiriye. Li aliyê din di vê pêvajoyê de komîsyona li meclisê hat avakirin bê guman girîng bû. Lê komîsyonê mixabin hiqûqa meclisê ava nekir. Eger wisa be dê çawa karibe zagonên entegrasyonê ava bike? Dê çawa karibe kesên çek berdane ji bo tev li pêvajoya civakîbûnê û siyasetê bibe. Ji ber vê yekê bêyî ku dereng bimîne, divê di serî de zagonên çarçove û li hevkirinê bêne derxistin. Divê nexşerêya aştiya civakî bê xêzkirin. Divê ajandayek hebe û her kes karibe pêş xwe bibîne. Divê nediyarî bi dawî bibe û baweriyek bê avakirin. Her kes bi ewle be û bawer bike.”
Divê civak karibe xwe tev li pêvajoyê bike
Akin Bîldar li ser Zagonên Çarçove jî rawetiya û wiha berdewam kir: “Zagonên Çarçove, divê rê li pêşiya demokratîkbûna civakê veke. Divê civak karibe raste rast xwe tev li pêvajoyê bike. divê mirov bi tevahî li meseleyê binere. Di nava tevahiya hiqûqa mafên mirovan de li meseleyê binere. Li aliyekî kesên çek berdane vegerin û li aliyê din, divê zemîneke demokratîk, azad ku her kes karibe lê azad biaxive bê avakirin. Ji bo vê yekê divê Zagona Têkoşîna Bi Terorê re û Zagona Ceza ya Tirk bên guhertin. Divê girtiyên siyasî û girtiyên nexweş bi lez bêne berdan. Divê dawî li pergala qeyûman bînin û şaredarên ku hatibûn hilbijartin dîsa karibin li karê xwe vegerin. Di mijara zagonên înfazê de divê girtî bên berdan û betalkirina înfazê ya keyfî bi dawî bibe. Ji bo civakîbûna pêvajoyê, divê civaka sivîl bi lez tev li pêvajoyê bê kirin. Divê tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan raste rast karibe tev li pêvajoyê bibe.
Akin Bîldar ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ev nirxandin kir: “Ewlehiya azadiya gelan hiqûq e. Ji ber vê yekê divê pirgala zagonî û destûra bingehîn, liser esasê mafên mirovan ku rûmeta mirovahiyê esas digire, bê avakirin. Bi vê pergala zagonî û destûra bingehîn, Komara Tirkiye dikare demokratîk bibe.
Ji bo demokratîkbûna komarê divê Akin Bildar wiha got: “Divê berî her tiştî bingeheke demokratîk ku her kes karibe her tiştî lê biaxive û niqaş bike bê avakirin. Em ji bo wê xebatê dikin. Ji bo veguhertina siberojeke demokratîk û demokratîkbûnê divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Divê her kes tev li vê pêvajoyê bibe. Destê çareseriyê dirêj bike û gotina xwe bibêje. Divê êdî Tirkiye ji vê tarîtiyê û neqeba tarî ku ji bo wê rewa tê dîtin xwe rizgar bike.”
Akin Bildar li ser siberojeke demokratîk a Tirkiyeyê jî wiha got: “Tirkiyeyeke pir zimanî, pir çandî û pir nasnameyî dê li pêşiya Tirkiyeyê be. Dê gel xwe tev li biryaran bike û gel serwer be. Dê siberojeke ku li ser hîmê mafên mirovan ava bibe me pêşwazî bike.”
Divê dawî li operasyonên li dijî CHPê bên
Heri dawî Akin Birdal li ser rola Meclisê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha axivî: “Meclisê raporek muhîm amade kir. Ji mînakên cîhanê sûd girtin. Divê meclis bi wêrekî û biryar gavan bavêje. Divê dosyayên ku di refan de riziya ne, bi lez ji refan derxe û bi wêrekî biryarê bide. Dîsa divê operasyonên li dijî muxalefeta siyasî û civakî bi dawî bibin. Ev operasyona li dijî CHPê destûr nade ku ev pêvajo bibe civakî û nahêle civak xwe tev lê bike. Divê desthilat dest ji feraseta xwe ya desthilatiyê berde. Divê desthilat li aliyekî dest dirêjî hin kesan bike û li aliyê din destê kesên din bernede û xwe ji wan dûr nexe. Divê bi lez dawî li van operasyonên li dijî CHPê bîne.”


