Divê kurd şiyar bin!

Mirovên kurd, ji mirovên cîhanê cuda ne û ji civaka xwe nayên şûştin. Civaka kurd, her çiqas qenc û xerabên xwe ji hev veşêre jî, piştî demekê tevlihev dike. Gelek caran cih diguherin, qenc xerab dibin, xerab qenc dibin! Mixabin heta îro, otobiyografiya mirovên kurd nehatiye nivîsandin.

1 deqe xwendin
Divê kurd şiyar bin!

Mirovên kurd, ji mirovên cîhanê cuda ne û ji civaka xwe nayên şûştin. Civaka kurd, her çiqas qenc û xerabên xwe ji hev veşêre jî, piştî demekê tevlihev dike. Gelek caran cih diguherin, qenc xerab dibin, xerab qenc dibin! Mixabin heta îro, otobiyografiya mirovên kurd nehatiye nivîsandin. Ji ber vê jî, dîrokek biwate, pêşketin, an jî paşketina mirovan di aliyê çandî, siyasî û civakî de baş nayê zanîn. Çîrokên devkî têne gotin, lê çîrok bi tena serê xwe nabin ronahiya tarîtiyê û nabin çavkaniya têgihiştin û fêrbûnê. Di çîrokan de sal û meh û sîlsîleya hejmarên jiyana mirovan de nînin; eger ev sîlsîle nebin, naskirina mirovan jî zor dibe.

Biyografî, otobiyografî û kronolojî, bêguman karekî entellektuelî ye û bi pêşketina çanda civakî ve girêdayî ye. Mixabin refên pirtûkxaneyên kurdan, di van mijaran de vala ne. 

Min çima ev gotin rêz kirin? 

Bedena kurd, li ser kevirê teneşîrê hatiye dirêjkirin û dixwazin bi hekîmtiyeke kontrawarî û neşterên kor otopsiyekê bikin. Di serdemek wisa de, mirov çavên xwe li mirovan digerînin. Mixabin di vê serdemê de jî, qenc û xerab tevlihev bûne. Kesayetên wek “krîpto kur“ tên binavkirin beyanatên wekî ‘‘manîfesto“yan didin, mirovên wekî ‘‘aqil“ têne naskirin jî, bi mînakên wekî Makyavellî, çakûç û sidanê Goethe nirxandinan dikin. 

Herdu mînak jî, ne li gorî rastiya kurdan e. 

Kurdan, hîna di serdema Dehaq de, teza Makyavellî ya serdestiya prens pûç derxistin. Di herka dîrokê de, bi taybetî piştî şerê nîvsedsalî, kurdan da xuyakirin ku ew ‘’çakûç’’ in. Entelîjansiya xwe, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskarên xwe, ji ‘’qesra zeberced’’ derixstin û birin meydana cengê.

Vêca, herkes ji ‘’projeya dîrokî“ ya hêzên serdest haydar e. Lê xuya ye ku hin kes, hîna ji ‘’projeya dîrokê’’ ya kurdan ne haydar in. Yan jî, bi zanebûn xwe xeşîm dikin û înkar dikin. Înkar jî, di çarçoveya nerazîbûn û rexneyan de li dijî her tiştî derketine. Wek evîndarên ‘’kurdên mirî“ tevdigerin. Dijminên kurdan jî hej ji kurdên mirî dikin. 

Bi taybetî dewleta Enqereyê, di dîroka 100 û 150 salî de, tevahiya lîderên kurd, ên berxwedan kirine û yên berxwedan nekirine, parlamenter jî di nav de, tev kuştine, yan jî darve kirine. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin!

Herkes rastiya Osmaniyan, rastiya paşayên Îttîhat û Terakkiyê, rastiya dewleta Enqereyê, rastiya îslamê, îslama Muawiye, Peymana Medîneyê û anatomiya sîstema netewe-dewletan baş dizane. Êdî herkes ji îdeolojiyan, ji siyaseta anarşîk, ji sosyolojiya qirkirinan, teror û anomiya pirtûkên pîroz û bikaranîna wan jî agahdar e. 

Lê balkêş e; di vê serdemê de ku Rêveberiya Xweser a Rojava 6ê çileyê rastî êrişê hat û êriş veguherî konsepta komplowarî; kurdên li welat û derveyî welat, bi partî, sazî û dezgehên xwe ve, bi yekrêzî rabûne ser piyan, rewş guherandin, dîsa jî reşbîniya wan kes û derdoran dewam dike. Kurdan, cîhan kir du parçe, ehl-î wijdan û bextreş, demokrat û nijadperest, mafparêz û zalim, anîne pêşberî hev. 

Kurdên Rojava jî, bi misyonek dîrokî rabûn û bi peymana Şamê re dijminê kronîk Tirkiyeyê û desthilatdariyên paşverû yên Rojhilata Navîn, teva bêdeng kirin û destkeftiyên xwe jî parastin. 

Dîsa jî em dibînin ku navendên ‘’sîmulasyon“a ku mêjiyê kurdan tevlihev dikin, li ser kar in.

Divê were zanîn û dîtin: Kurd ketine qonaxeke nû. Dijminên kronîk weke Tirkiye weke marekî tevizî, ketiye nav hewldanên nû. Bi taybetî eniya nijadperest dixwaze, serî li kiryarên cuda bide. Tê zanîn ku girêdayî dewleta tirk, gelek çeteyên paramîlîter hene û dikarin bi wan, kiryarên terorî bidin kirin û bikin stuyê PKKê. Divê em nebêjin PKKê xwe fesih kiriye, çek danîne; çend roj in rayedarên tirk, bi awayekî neyînî diaxivin. 

Li gorî agahiyan, Tirkiye amadekariyan dike ku plan û projeyên qirêj bike pratîkê. Tirkiye her dem weke Çil Haramiyan kar kiriye. Rêveberên dewleta Enqereyê, sed sal in, bi kesayeta Dehaq, Fîrewn û Nemrûd hereket dikin. Kurd jî, li dijî Dehaqan agirê Newrozê pêdixin; li dijî Fîrewnan asayê Mûsa bi kar tîne; li dijî Nemrudan jî pûtan dişikînin. 

Dîsa jî em dibînin ku kurdan, bi taybetî entelîjansiya kurdî, rastiya xwe bi cîhanê nedaye naskirin. Binihêrin, sekreterê giştî yê NYê Antoni Guterres, dibêje; ‘’Kurd qurbanê dîrokê ne.’’ Lê rastî ne wisa ye; kurd qurbanê hêzên bazirganiya selefkarî û siyaseta sefîl in. Ev jî sîstema cîhanê ye û ji şerê cîhanê yê yekemîn ve, ku hêzên hegemon, xaka Kurdistanê pêşî di navbera xwe de parve kirin, piştre di navbera çar dewletên tampon de parve kirin û siyaseta esfelî safîlîn kirina paratîkê û hîn devam dike.

Çar dewletên tampon, bi hevkariyek xurt ketin nav ‘’cehd“ê û xwestin xewn û xeyalên kurdan tune bikin; têkiliya di navbera gotin û mêjiyê mirovan de, têkiliya mirovan û muqedesata wan qut bikin. Gelê kurd, bi taybetî di şerê nîvsedsalî de, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdî û bi paradîgmaya Rêber Apo, îdeolojiya şoreşger, bi gotinên nû, bi fikir û bîrdoziyek nû gihandin komên xelkê û jinan. Bi taybetî jinên kurd, ev îdeolojî bi zanistiya ‘’jinolojî’’yê gihandin jinên çar aliyên cîhanê. 

Serkeftinên nîvsedsalî, di kesayeta Şoreşa Rojava de şênber bû û sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kir. Lê faşîzma pencikên dewşirme, nexweşiyek dijwar a veketinî ye. Dema têk diçin, weke ‘’se“yên har girêz ji devê wan diherike, li ku û kengî wê êriş bikin ne diyar e... 

Wan guman dikir ku bi hatina çeteyên HTŞê ya desthilatdariya Şamê, wê kurd tune bibin û wek berê, bikevin jiyanek ‘’nebatî’’! Ji bo vê jî, ji roja pêşî, li Şamê çadir vedan û hêdî hêdî gavbigav, şerê komplowarî ya 6ê çileyên kirin pratîkê. Lê xweziya wan di qirika wan de ma! 

Niha, ne bi gotinên ‘’argo“, vekirî “ahdan”-gefan li kurdan dixwin û ketine nav helwdanan ku, planên B-C û hwd bikin pratîk û kiryarên terorî bikin û bikin stûyê kurdan. Divê kurd şiyar bin.