‘Divê rêz ji rojnamegeriyê re were girtin’

Li Herêma Federa ya Kurdistanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, rêxistinên rojnamegeriyê daxuyaniyek dan û daxwaza berdana rojnamegerên girtî kirin.

1 deqe xwendin
‘Divê rêz ji rojnamegeriyê re were girtin’

Li Otêla Rama ya li bajarê Silêmaniyê, bi boneya 128emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê ya Silêmanî û Navenda Metro ya ji bo Mafên Rojnamegeran, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Despêkê Rêveberê Navenda Metro, Diyarî Mihemed axivî û got ku hîn jî gelek hevalên wan ên rojnameger di girtîgehê dene û got: ‘‘Divê desthilata dadweriyê li dozên ku li rojnamegeran hatine vekirin, vegere û rêzê li karê rojnamegeriyê re bigire. Divê pênûsên azad neyên girtin û hemû bên berdan.’’

Piştre sekreterê şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamegeran Karwan Enwer axivî û got: ‘‘Kurd tekane milete ku li axa biyanî û di nav şikeftan de rojname derxistiye, lê belê niha rojnameger di rewşeke dijwar de ne. Pêwîste hikûmet sîgortaya civakî, tenduristî û zeviyan ji bo rojnamegeran dabîn bike.’’

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Yasaya Mafê Destketina Zanyariyan were aktîfkirin û her rojnamegerek ku zanyarî jê hatibe dizîn, mafê wî hebe ku gilî tomar bike.

Di dawiyê hat gotin ku gelek caran di dema îmzekirina peymanan de mafên rojnamegeran tên binpêkirin, lewma pêwîste aliyên peywendîdar çavdêriyeke hûr li ser mafên rojnamegeran bike.