Divê Tirkiye guherînê pêk bîne
Bi şerê Kendavê yê 1990-91an û vir ve Rojhilata Navîn bûye navenda şerê 3yemîn ê cîhanê. Hêzên hegemon ji bo kûrkirina şer her tiştî dikin.

Bi şerê Kendavê yê 1990-91an û vir ve Rojhilata Navîn bûye navenda şerê 3yemîn ê cîhanê. Hêzên hegemon ji bo kûrkirina şer her tiştî dikin. Kurdistana ku bûye navenda vî şerî bi salan e ku êşên giran dikişîne. Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin. Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi salan e ji bo parastin û misogerkirina mafên gelê kurd têdikoşe. Bi taybetî jî birêz Ocalan bi guhetina paradîgamaya xwe ji 1999an ve ye di şert û mercên giran ên li Îmraliyê hewil dide çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêş bixe. Di sala 1999 û 2009an de wekî niyeta baş xwest komên aştiyê werin Tirkiyeyê. Lê her du kom jî hatin girtin û rastî cezayan hatin. Dîsa bi pêşengiya Ocalan di navbera salên 2013-15an pêvajoyek pêş ket lê ew jî bi serkeftî encam nebû. Herî dawî di necama hin hevdîtinan de di 27ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKKê jî di navbera 5-7ê Gulnê de Kongreya xwe ya 12mîn pêk anî û biryara xwe fesixkirinê da. Herî dawî di 19ê Hezîranê de bi dîmen Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kiribû û di 9ê Tîrmehê de hat weşandin. Piştî banga bi dîmen a Ocalan ku PKKê amadekariya merasîmeke şewitandina çekan kiribû di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê ev merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Yek ji endama Koma Aştiyê ya 1999an Yuksel Genç pirsên me bersivand û ji pêvajoya 1999an heta qonaxa niha nirxand:
- Hûn yek ji endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1999an de ji Qendîlê hatî Tirkiyeyê, bi kurtasî dikarî behsa wê pêvajoyê bikî?
\t
Bi rastî sala ku em hatin saleke gelekî kaotîk bû. Li aliyekî Birêz Ocalan dîl hatibû girtin û ew anîbûn Tirkiyeyê, li aliyê din li metrepolên Tirkiyeyê kurd dihatin lînçkirin. Di atmosfereke wiha de milîtanên PKKê armanc dikirin ku çalakiyên radîkal ên tundwar pêk bînin. Lê Birêz Ocalan pêşiya vê yekê girt.Bi rêbazên aştiyane û demokratîk xwest çareseriyekê di meseleya kurd de pêş bixe. Di nav wan şert û mercan de Birêz Abdullah Ocalan wekî nîşaneya samîmiyeta çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk nîşan bide, wekî gaveke niyeta baş bang kiribû ku komek gerîla were Tirkiyeyê.
Ev ji bo me wekî fermanekê bû. Gelek gerîlayan xwest ji vê fermanê re bibin bersiv, lê em 8 heval hatin bijartin. Bi çekên xwe em ê bihatana Tirkiyeyê û wekî niyeta baş me yê ragihanda ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane dikare bê çareserkirin.
Ji bo gerîla du şertên çekdanînê hene; yek jê dema ku jiyana xwe ji dest dide ya din jî dema ku têkoşîna wî bi encam dibe. Lê ev reweşeke cuda bû. Dikarim bêjim gelekî zor e ku bi salan li dijî kesên tu li dijî wî şerê çekdarî dimeşînî biçe çeka xwe deyne. Lê belê ji bo gerîlayekî bi fermana Rêberê xwe tevgerîn hem erkeke şoreşgerî ye, hem jî serbilindîyeke.
Di bingeha xwe de em ê di 1ê Îlonê Raja Aştiyê ya Cîhanê de bihatana û me yê ev çalakiya xwe ya aştiyane pêk bianiya. Lê ji ber derdorên ku nedixwestin şer bidawî bibe û ji şer xwe têrdikirin hebûn ev bi derengî ket. Di roja me ya îro de jî em dibînin deroreke ku bi şeran xwe li ser piyan dihêle heye û naxwaze şer bi dawî bibe.
- Piştî Koma Yekemîn, Abdullah Ocalan dîsa bi armaca, “Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û pêk anîna aştiya civakî” bangek kir û li ser vê bangê di 19 Cotmehê de ji Qendîl û Mexmûrê komeke ji 34 kesan pêk dihat, hat Tirkiyeyê. Ew jî piranî hatin girtin û yên mayî jî ji neçarî şûn ve vegeriyan. Li ser hatina van koman Abdullah Ocalan gotibû “Dibe ku dewlet wateyê nede vê yekê lê ev koman dê me nêzî aştiyê bikin.” Hûn vê çawa dinirxînin?
\t
Komên Aştiyê yên ku hatin li ser daxwaz û banga Birêz Abdullah Ocalan hatin. Armanc ew bû ku hem Tevger hem jî birêz Ocalan ji bo aştiyeke mayînde û demokratîkbûna Tirkiyeyê ew amade ne û nîşaneya niyeta baş û samîmiyetê bû. Her du kom jî ji bo pêşî li pêvajoyê vekin ûatmosfera aştiyê xurt bikin hatin. Hatina koma me ya 1emîn di rewşeke gelekî girtî de pêş ket. Rîskên mezin ên ewlehiyê hebûn. Xeta ji Şemzînanê heta Wanê hema bêje ji cîhanê re hatibû girtin. Bi fîlî hema bêje rewşeke awarte hebû. Tenê me li ser çapemeniya ARGKê dikarîbû hatina xwe û rewşa xwe ji der ve re ragihanda. Lê belê koma 2yemîn ji ya me gelekî cuda hat. Koma gerîla bi heqîqeta xwe ya gerîlatî û koma mexmûrê jî bi rastiya xwe ya penaberiyê, bi cil û bergên xwe û bi remzên xwe hatin. Di bingeha xwe de Tirkiyeyê wê demê ev remz qebûl nekir. Yanê ew rastiya serhildêr ya ku xwe di remzên gerîlayan de dida xuyakirin qebûl nekir. Tişta ku wê demê diviyabû Tirkiye kiriba; dîtin û qebûlkirina wê rastî û heqîqetê bû. Li ser wê jî avakirina pêvajoya aştî û yekitiyekê bû. Lê mixabin rewş berovajî bû kom rastî lînçekê hat, endamên komê hatin darizandin, hin ji wan hatin girtin û yên mayî jî neçar man ku şûn ve vegerin cihên xwe. Heke wê demê helwesteke xurt a AKPê hebûya dê ew pêvajo bi


