Dogû: Divê peymana civakî bê nîqaşkirin

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû.

1 deqe xwendin
Dogû: Divê peymana civakî bê nîqaşkirin

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû. Çîgdem Dogû ji salvegera pêngava 15ê Tebaxê û mîsyona komîsyona li meclisê ava bû ye, hevpeymana civakî û gelek mijarên girîng nirxand.

Çîgdem Dogû, di destpêka axaftin xwe de bal kişand ser girîngiya Pêngava 15ê Tebaxê û ev tişt anî ziman: “Salvegera 41emîn a 15’ê Tebaxê ye. Bi asta heyî ya têkoşîna me re ji bo jinûve biwatekirina 15ê Tebaxê wezîfe û berpirsyariyeke me ya bingehîn e ku hevalê Egîd ê ku fermandarî ji teqandina fîşeka destpêkê re kir û hemû şehîdên şoreşger bi bîr bînin. 15ê Tebaxê li Tirkiye û Kurdistanê, ya rast ji bo jiholêrakirina înkarkirina Kurdan destpêkekê îfade dike. Wê fîşeka destpêkê hem di nava gelê Kurd de hem jî di nava gelên Rojhilata Navîn de tirs şikand, bû rojeke sembol. Lewma di asta heyî de em 15ê Tebaxê bi vî rengî bi wate dikin. Yanî weke pêvajoyeke şer û xweparastinê bû, ku înkarkirina Kurdan bi dawî kir, ji bo gelê Kurd, gelan û jinan nirxên azadiyê afirand. Di şexsê hevalê Egîd û hevala Zîlan de, di şexsê hevalê Sofî û hevalê Koçero de ku şehadeta wan hate ragihandin hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî eger em Îro qala pêvajoyeke civaka demokratîk û aştiyê dikin; eger em qalê dikin ku nirxên gelê Kurd ber bi pêvajoyeke nû ve diçe, qala avakirina sîstema azadbûnê dikin, em vê yekê deyndarê şehîdên xwe ne. Û bêguman serxistina vê têkoşînê wê bersiva me ay bingehîn a ji bo wan be.”

Divê Komisyon bi persbektîfeke dîrokî tev biger e

Dogû, bi berdewami li ser Komsiyana ku li Meclisa Tirkiyeyê jî hatiye avakirin rawestiya û ev tişt anî ziman: “Avakirina komîsyonê gelekî girîng e, bi esasî ya girîng ew e ku ev komîsyon wê di kîjan astê de înkarkirina Kurdan a zêdeyî 100 salan dewam kir, dijberiya li gelan, dijberiya li jinê û dijberiya li nirxên demokratîk ji holê rake; wê heta kîjan radeyê çareseriyê peyda bike. Bêguman em ji vê derê lê dinihêrin; naxwe avêtina gavekê ve manîdar e û xwedî girîngeyeke dîrokî ye. Divê komîsyon bikeve nava nêzîkatiyeke zanistî û stratejîk. Rêber Apo jî ev yek gelek caran anî ziman. Dem bi dem Devlet Bahçelî jî bal kişand ser. Em jî zanin ku Rêber Apo ji salên 1990î û pê ve qala tifaqa stratejîk a gelên kurd û tirk dike. Dîrokeke ji hezar salî heye ku li Malazgîrtê destpê kir. Nêzî 800-850 salên vê dîrokê bi giranî li ser bingeha tifaqê, bi taybetî jî li ser bingeha tifaqeke erênî derbas bû. Lê belê 100-150 salên dawî, eger em bi şênberî bibêjin; ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve 100 sal bû sedema şerê giran û travmayên mezin. Lewma komîsyon ji nêrîna li roja me ya îro bêhtir, divê bi perspektîfeke zanistî û dîrokî tevbigere û nirxên ku di dîrokê de em li dora wê li bicivin û yên red bikin baş tespît bike. Bi saya vê yekê hem çareseriya pirsgirêka Kurd a roja heyî hem jî rêbazên çareserkirina pirsgirêkên din ên mezin dikarin bêne destnîşankirin. Lewma divê komîsyon pêşengiyê bike.”

‘Divê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike’

Çîdem Dogû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de girîng e ji destpêkê ve ev yek bê gotin: Ji bo karibe vê bike divê komîsyon teqez hevdîtinê bi Rêber Apo re bike, pê re nîqaş bike û perspektîfa ku dîne holê li ber çavan bigire. Ji ber ku Rêber Apo ne mirovekî welê ye ku weke nûnerekî ji rêzê yê partiyeke siyasî yan jî saziyekê bê dîtin. Wî statuyeke civaka demokratîk û aştiyê danî holê. Eger mirov vê statuyê bişibîne avahiyekê, Rêber Apo weke hîmê vê avahiyê ye; hêza bingehîn e ku avahiyê li ser piyan dihêle. Ji ber vê yekê jî rola wî ya pêşengî û rêbertiyê ne cihê nîqaşê ye. Nêrînên ku Rêber Apo di manîfestoya xwe û nirxandinên xwe yên beriya niha de destnîşan kir, xwedî tespîtên gelekî girîng û mezin in. Rêberî vî karî bi cidiyeteke mezin dike. Lewma divê komîsyon li nêrînên Rêber Apo guhdarî bike, cidî bigire, li gorî vê yekê nêzîkatiya xwe diyar bike, bixebite ku ev yek pîvana bingehîn a serketinê ye. Em bi vî rengî li karê vê komîsyonê dinihêrin.”

Ger peymaneke alternatif bê afiransin

Bi berdewami Çîgdem Dogû, wiha got: “Tirkiye ji aliyê cografîk ve di asta gelekî stratejîk a Rojhilata Navîn de ye. Cografya Anatolî û Mezopotamyayê hezaran sal in, deh hezaran sal in xwedî roleke bi vî rengî ya diyarker e. Lê belê li gel vê rola xwe ya stratejîk a girîng, gelo em weke welat çima ewqasî lawaz û bi derve ve girêdayî ne? Çima bi desthilatdariya AKPê re di vê demê de aborî têk çûye, jiyana civakî têk çûye; li her qada jiyanê jiyana malbatî têk çûye. Jin êdî nikarin bijîn, bêhn lê çikiya ye. Sîstema perwerdeyê hilweşiya ye; meseleya dîplomaya sexte ya herî dawî ji mînakên herî şênber ên vê yekê ne. Ji profesoran heta bi dîplomayên li qadên cuda nîqaşa sexteyê tê kirin. Hûn dest bidin ku derê nelirêtî, sextekarî derdikeve pêşiya we. Çima em di rewşeke bi vî rengî de ne? Em li ser zinar hatine ber ketinê, weke welat di rewşeke bi vî rengî de ne. Sedema bingehîn a vê yekê pirsgirêka Kurd e; sekna dewleta Tirk a li hemberîgelê Kurd e, feraseta wê ya înkarkirina hebûna gelê Kurd e. Destûra Bingehîn a 1924an ‘Destûra Bingehîn a 24an’ ji destûra bingehîn a dema Komara 2emîn a Fransayê û Destûra Bingehîn a Polonyayê sûd hatiye wergirtin û amadekirin. Piştre hin guhertin hatin kirin, xal lê hatin zêdekirin an jî kêmkirin. Lê belê destûra bingehîn e ku xwe dispêre sed sal beriya niha. Ev destûra bingehîn bi temamî li dijî Kurdan û gelan e, ji bo serwerkirina nasnameya Tirk hatiye avakirin. Ev destûra bingehîn hindik maye Tirkiyeyê di zinêr de wer bike; pozîsyoneke welê heye ku dikare jê bikeve. Baş e eger em di vê pirsgirêkê de israr bikin, Kurdan hîn bêhtir înkar bikin, îmha bikin, giraniyê bidin ser leşker, balafir û keşfê, gelo em ê karibin vî welatî ji werbûna ji zinêr rizgar bikin, yan jî hîn bêhtir bigindirînin? Pirsgirêk di vir de ye. Hin kesayetên balkêş bi pêşengiya TKPê îmze avêtin binê belavokekê û belav kirin. Dema ku ev rewş bi navê çepgirî yan jî şoreşgeriyê bê nirxandin, hingî rewşeke trajîk e.Nabe ku wezîfeya şoreşgeran nêzîkatiyeke bi vî rengî be. Kevneşopiyên neteweperestî û şovenîstî bi vê destûra bingehîn û peymana Tirkîtiyê li Tirkiyeyê kûr bû. Divê ev yek bê rawestandin û peymaneke alternatîf divê. Eger bi vî rengî bibe Tirkiye li ser zinêr dikare bi per û bask bibe û bifire. Rêber Apo bi manîfestoyê û bi karên xwe yên bi salan vê formulê nîşan dide. Tirkiye di asta girîngiyeke stratejîk û jeopolîtîk de ye; şêweyê rêveberiyeke ku vê pirsgirêkê çareser dike, demokratîk dike û azad dike, eger di nava gelan de bi kevneşopiyeke hevpeymanê yekbûnê pêk bîne, hingî kî dikare li pêşiya Tirkiyeyê bibe asteng? Tirkiyeyeke demokratîk ku li ser bingeha tifaqa stratejîk a gelan ava bûye, wê pêşketineke cidî pêk bîne. Lê belê partiyên ku niha xwe neteweperest pênase dikin -Di serî de ÎYÎ Partî û Zafer Partî- mohra xwe datînin binê hilweşîneke ekolojîk a mezin li Tirkiyeyê. Zeviyên çandiniyê têne şewitandin, bi qanûna madenê re gelek zeviyên zeytûnan têne tinekirin. Bêyî destûra ge