Donald Trump daxuyanî da rojnamegeran, peyama destwerdana bejahiyê ya li Îranê da
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da rojnamegeran û di daxuyaniya xwe de peyama destwerdana bejahiyê ya li Îranê da.

Serokê Dewletên Yekbûyî(DYA) yê Amerîkayê Donald Trump duh bi şev daxuyanî da û bal kişand ser hêza pêşxistina pergal û çeka nukleerî ya li Îranê û wiha got: “Heke ji bo jiholêrakirina xetereyên çêkirina çeka nukleerî û dewlemendkirina uranyûmê çi pêwîst bike divê ew bê kirin.”
Trump di dema brîfîngekê ya di balafira Hêzeke Hewayî (Air Force One) de ji nûçegihanan re ev yek anî ziman: “Di demekê de, belkî em ê vê yekê bikin. Ew dê bibe tiştekî pir baş.”
Dema ji Trump hat pirsîn “Ka gelo dê leşker di qada bejahiyê de bikevin dewrê an na?” Trump vê îhtîmalê red nekir û got: “Gelo dibe ku biqewime? Dibe ku sedemek pir baş hebe, sedemek pir baş.”
Trump vê gotina xwe wiha temam kir: “Ez dikarim ji we re bibêjim ku heke em rojekê dest bi şerê erdê bikin, ew ê ewqas belav bibin ku ew ê nikaribin li ser erdê şer bikin.”
Amerîka û Îsraîl ji 28ê sibatê ve êrişên xwe yên dijwar ên bi ser Îranê ve didomîn


