Donald Trump radestbûn xwest, Îranê red kir

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê ligel êriş û gefan li aliyekê jî bi dîplomasiya li paşperdeyê berdewam dike. Trump banga, “teslîmiyeta bêşert û merc” dubare kir û Îranê jî cardin bersiva, “em radestbûnê qebûl nakin ” ragihand.

1 deqe xwendin
Donald Trump radestbûn xwest, Îranê red kir

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 17emîn de berdewam dike. Di 16ê adarê de jî êrişan bi du alî berdewam kirin û rayedarên dewletan gefên li dijî hev dubare kirin. Li gorî daneyên aliyan, saziyên navneteweyî û çapemeniyê, di encama êrişan de windahiyên mirovî û xisarên madî li herêmê zêde dibin.

DYA û Îsraîlê asta êrişên xwe zêde kirin

Şevê din DYA û Îsraîl gelek êrişên esmanî li dijî hedefên leşkerî yên Îranê pêk anîn. Li gorî daneyan DYAyê şevê din bi sedan êriş li ser tesîsên leşkerî û depoyên çekan ên Îranê pêk anîn. Îsraîlê jî pêla nû ya êrişên hewayî pêkanî û gelek navendên leşkerî û radarên Îranê hedef girtin.

Êrişên giran pêk hatin: Windahiyên mirovî zêde dibin

Li gorî DYA û Îsraîlê êrişên herî giran ên pêvajoya şer pêk hatin. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) û Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyandin ku şevê din li Tehran, Îsfahan, Kirmaşan, Tebrîz û gelek deverên din bombebaran pêk anîne. Li gorî çavkanîyên herêmî jî li Îsfahanê di encama êrişek esmanî de herê kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Çavkaniyan daxuyand ku di bombebaranan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek zêde birîndaran çêbûne.

Baregehên moşek û tesîsên leşkerî bûn hedef

Di êrişên du rojan de hêzên Îsraîl û DYAyê bi taybetî êrişî baregehên pêkhateya îstîxbarî yên wekî Becicê da. Her wiha baregehên moşekên balisît û dronan jî bûn hedefa êrişên giran. Di nav hedefan de depoyên dronan, navendên radar û parastina esmanî, navendên îstixbarat, fermandarî û her wiha hin tesîsên enerjiyê û depoyên petrolê jî hebûn.

Bersiva Îranê: Moşekên balistîk û drone

Îranê jî li dijî êrişan bersiv da. Li gorî daneyan ligel angaşta ku DYA û Îsraîlê ya wekî kapasîteya Îranê di astek jor de hate tunekirin jî êriş kêm bibin jî berdewam dikin. Şevê din jî Îranê bi dronên xwekujî û moşekên balistîk li Îsraîl û baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn xist.

Windahiyên mirovîn çêbûn: Li Îsfahanê kêmanî 15 kes mirin

Di encama êrişên duh de gelek windahiyên mirovî çêbûn. Li Îsfahanê di encama êrişan de bi kêmanî 15 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 50 kesî birîndar bûn. Hate ragihandin piraniya windahiyan ji hêzên ewlehiyê yên Îranê pêk tên.

Netanyahû: Dê êriş bidomin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir ku Îsraîl û DYAyê darbeyên giran li Îranê dane û ev êriş dê berdewam bikin. Netanyahû daxuyand ku heta kapasîteya leşkerî û pergalên moşekên balîstîk yên Îranê ji holê bên rakirin dê êrişên wan bidomin. Netanyahû daxuyand ku armanca wan ji holê rakirina tehdîdên stratejîk û têkbirina hêza herêmî ya Têhranê ye.

Trump: Encam ne bi dîplomasiyê dê bi şer bê girtin

Serokê DYAyê Donald Trump jî di daxuyaniyên têkildarî şer de cardin derî li bijartekên dîplomasiyê girt. Trump jî ragihand ku Washîngton ji bo rawestandina şer niha ne amade ye û wiha got: “Bi danûstandinên dîplomatîk encam nayê girtin. Encam dê bi şer bê girtin û riya vê yekê jî teslîmbûna Îranê ya bêşert û merc e. Ger şer bidome dê êrişên li dijî hedefên stratejîk, tesîsên petrolê jî pêk bên.”

Îran: Em teslîm nabin

Li dijî daxuyaniyên Trump û Îsraîlê rayedarên Îranê jî bersiv dan û daxuyandin ku ew teslîmî şertên her du dewletan nabin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî jî angaşt kir ku Îran hêza xwe diparêze û teslîm nabin. Araqçî anî ziman ku şertê pêşiyê yê rawestandina şer jî rawestandina êrişên li ser Îranê ye.