Dorpêç û înkara li ser kurdan

Civîna ku li Parîsê di bin serkêşiya Dewletên Yekbûyê yên Amarîkayê de û bi mazuvaniya Fransa û Îngilistanê pêk hat, nexşerêyeke nû ya Rojhilata Navîn xêz kir. Beşdarbûna Îsraîl, Desthilata Demkî ya Şamê ku ji serçeteyên HTŞ pêk tê û Tirkiye nîşan dide ku eniyeke berfireh li dijî îradeya kurd hatiye avakirin.

1 deqe xwendin
Dorpêç û înkara li ser kurdan

Di serê sala 2026an de, careke din eşkere bû ku çarenûsa kurdan di nava berjewendiyên dewletên hegemon û lîstikên herêmî de di bin xetereyê de ye. Civîna 5-6ê çileyê ya li Parîsê weke xaleke werçerxanê ya vê plana nû tê dîtin. Ev plan ne tenê li ser herêmekê, lê belê li ser her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li ser tunekirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.

Civîna Parîsê: Peymana li ser qirkirina kurdan

Civîna ku li Parîsê di bin serkêşiya Dewletên Yekbûyê yên Amarîkayê de û bi mazuvaniya Fransa û Îngilistanê pêk hat, nexşerêyeke nû ya Rojhilata Navîn xêz kir. Beşdarbûna Îsraîl, Desthilata Demkî ya Şamê ku ji serçeteyên HTŞ pêk tê û Tirkiye nîşan dide ku eniyeke berfireh li dijî îradeya kurd hatiye avakirin.

Dema ku êrişên giran di 6ê Çileyê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin, ev peyman bi fermî ket meriyetê. Di bingeha vê peymanê de bazariyeke qirêj heye.

Aliyên ku beşdarî civînê bûn, li gorî berjewnediyên xwe nêzîkatiyên stratejîk raber kirin. Mînak Îsraîl xwest ku bi cihbûna li Başûrê Sûriyê re korîdora lojîstîk ya diçe Îranê qût bike. Îsraîl vê yekê ji bo xwe weke meseleyek ewlekariyê ku gelek girîng e dibîne. 

Dewleta tirk jî di berdêla bêdengiya li hemberî planên Îsraîlê de, destûra tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Heleb û herêmên din xwest. Rejima HTŞê jî xwest ku bibe lîstikvanê sereke yê siyasî û herêmên nû bixe bin kontrola xwe.

Dîplomasiya Hakan Fîdan û Rola Îmaratê

Piştî civîna Parîsê, çûyîna Hakan Fîdan a Yekîtiya Emîratên Ereb ne tesaduf bû. Fîdan li wir bi rayedarên payebilind ên îstîxbarat û dîplomasiyê re civiya. Tê gotin ku di van hevdîtinan de mijara sereke fînansekirina dagirkeriyê û asayîkirina têkiliyên bi Şamê re bû. Dewleta tirk hewl dide ku bi piştgiriya aborî ya Îmaratê, projeya bi îdîaya "Herêma Ewle" ku di rastiyê de herêma dagirkeriyê ye berfireh bike û kurdan ji sînorên xwe dûr bixe.

Tirs ji Yekîtiya Kurdan 

Serokê AKPê Tayyîp Erdogan bi daxuyaniya xwe ya "Divê kes ji bo pêşengiya kurdan xwe neke namzet" nîşaneya tirsê da. Ev gotin di dema ku li Rojava û parçeyên din yekgirtineke xurt çêdibe, tê wateya ku dewleta tirk naxwaze tu carî hêzeke kurd a yekbûyî û nûnertiyeke siyasî ya navneteweyî derkeve holê. Di haman demê de Erdogan dixwaze peyamê bide ku "Kurd nikarin xwe bi rêve bibin" û hewl dide nokerên herêmî li şûna nûnerên rastîn ên gel bide pêş. Li gel vê her hewildaneke ji bo statuyê, dewleta tirk weke "metirsiya ewlehiyê" ji bo xwe dibîne.

Berfirehbûna plana qirkirinê

Diyare ev plana ku ji aliê hezên hegemon hatiye danîn, ne tenê bi Sûriyê ve sînorkirî ye. Li Iraqê jî liv û tevgereke siyasî ya giran heye. Hikûmeta Bexdayê di bin fişara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Tirkiyê de ye. Ji aliyekî ve tê xwestin ku Iraq ji Îranê were dûrxistin, ji aliyê din ve tê xwestin ku li dijî kurdan bibe aliyekî şer. Wisa xuyaye ku pozîsyona Iraqê di vê planê de "bêbandorkirina hêzên berxwedanê yên Kurd" e da ku projeya "Rêya Geşepêdanê" bê asteng bimeşe.

Bi êrişên çeteyen HTŞ, û dewleta Tirk re radestkirina girtiyên çeteyên DAIŞê li dijî Rojava, bi plana lawazkirina Îranê re têkildar e. Wisa xuyaye ku dewletên hegemon dixwazin bi rêya van koman Kembera Şîe bişkînin. Lê di vê navberê de, kurd weke qurbanî têne hilbijartin. Çalakiyên li hundirê Îranê û êrişên li Rojava du aliyên heman madalyayê ne ku armanc dikin herêmê ji nû ve bi nexşeya Rojava-Navîn a nû re biguncînin.

Siyaseta dewletên hegemon û berxwedana kurd

Siyaseta dewletên hegemon ên weke Amerîka, Rûsya, Fransa, Îngîstan û hwd. li ser bingeha parastina berjewendiyên statukoyê dimeşe. Ji bo wan, kurd hêzeke ku dikarin di qada şer de bikar bînin in, lê dema dor tê ser statuya siyasî, wan dikin qurbaniyên bazariyên bi dewletên weke Tirkiyê re.

Dewleta tirk îro bi hemû hêza xwe di nava vê plana dij-kurd de ye. Ew dixwaze hemû destkeftiyên sedsala 21an ên kurdan ji holê rake. Lê belê, yektirtina ku îro di nava gelê kurd de li Rojava, Bakur û Başûr çêbûye, nîşan dide ku ev plan wê bi hêsanî bi ser nekeve.

Heya ku gefa komên çete ên weke HTŞ û DAIŞê hebe, cîhan nikare pişta xwe bide kurdan. Ev yek dide nîşandan ku Kurd ne tenê "şervan" in, lê lîstikvanên sereke yên îstîkrara herêmê ne. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, projeyên bazirganiyê yên Tirkiyê yên li Iraq û Sûriyê wê her tim di xetereyê de bin. Ev hêzeke mezin a yekîtiyê dide destê kurdan.

Lê divê em rastiyek heyî jî pişt guh nekin. Dewletên hegemon her tim bi planên xwe tên, lê berxwedana li qadê her tim wan planan serûbin dike. Rîska herî mezin parçekirin e, derfeta herî mezin jî xurtkirina pergala xweparastinê û dîplomasiya yekbûyî ye.

Nûçeyên Eleqedar