Doza Abdullah Zeydan hat taloqkirin
Danişîna 7emîn a doza hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Danişîna 7emîn a doza hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Zeydan û parêzerên wî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.
Dozger, xwest Zeydan were cezakirin. Dadgehê jî hincet qebûl kir û danişîna dozê taloqî 11ê sibatê kir.


