Duran Kalkan: Çûka aştiyê bi baskekî nafire

Dûran Kalkan bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên Kongreya 12emîn a PKKê, li gel agirbestê jî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên...

1 deqe xwendin
Duran Kalkan: Çûka aştiyê bi baskekî nafire

Dûran Kalkan bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên Kongreya 12emîn a PKKê, li gel agirbestê jî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şerê Îsraîl-Îranê, şerê li Rojhilata Navîn û siyaseta demokratîk û civakî ji Medya Haber TV re nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku divê zext li rêveberiya AKPê bê kirin ku gavên ber bi demokratîkbûnê ve biavêje û destnîşan kir ku divê her kes karibe hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, pêngava azadiyê ya navneteweyî pir alî bibe û têkoşîna hiqûqî di her astê de bê meşandin.

Dûran Kalkan anî ziman ku sîstema modernîteya kapîtalîst a global Îsraîlê weke hêza lêdanê bi kar tîne û dixwaze avaniyên siyasî hemûyan ên li Rojhilata Navîn piştî sala 1917an hatin avakirin û xwe dispartin Yekîtiya Sowyetan, tasfiye bike. Dûran Kalkan destnîşan kir ku Tirkiye ne li derveyî vê yekê ye û got, "Wê sekna heyî ya Tirkiyeyê qebûl nekin. Wê hîn bêhtir bixin binê mêtingerî û zextê... Bidawîkirina van xeteriyan tenê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe. Di bingeha vê de jî azadiya Kurdan heye. Azadiya Elewiyan, jinan... Bi rastî jî divê mirov Tirkiyeyê bike welatekî azadiyan. Eger bi vî rengî bibe wê hingî li ser piyan bimîne, wê bibe hêzek. Wê pêşengiyê ji pêşketinên cuda yên li Rojhilata Navîn re bike. Wê ti zemîn neyê hiştin ku bibe hincet ji destwerdana derve re. Rêyeke din a vê nîne. Eger ev nebe ya wê teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe yan jî li hemberî wê şer bike. Rêyeke din a sêyemîn nîne."

Kalkan destnîşan kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê li pêşberî şerê Îsraîl-Îranê gelê herî baldar û berpirsyar e û bang li tevgerên kurd kir ku ji bo di vê rewşa şer de bi serketî derkevin 'Li dora kongreyê yekîtiya neteweyî' ava bikin. Têkildarî gelê Rojhilat jî got, "Civak li hemberî şer divê ewlekariya xwe misoger bike. Piştevanî û jiyana bi hev re xurt bike. Lê belê heta jê tê divê nekeve nava tiştên bi vî rengî yên şer. Divê bi baldarî tevbigere. Ji xeta pêşketina demokratîk a neteweyî divê ti carî xwe venegire. Divê yekîtiya xwe ya gel biafirîne, rêxistiniya xwe biafirîne. Li ser bingeha afirandina rêveberiya demokratîk a hevpar bi gelên Îranî re têkiliyê û tifaqê dîne."

Nirxandinên Kalkan bi vî rengî ne: "Beriya her tiştî ez Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim careke din destnîşan bikim ku berxwedana Îmraliyê rê nîşan dide. Li Îmraliyê herî dawî hevdîtina bi wesîleya cejnê pêk hat, di çapemeniyê de hate weşandin, em bi vî rengî hîn bûn. Yekemcar piştî 27 salan karîbû hevdîtinê bi zarokan re bike.

Rêber Apo soza xwe bi cih anî, ya ku digot 'ez karim bikim' kir. Bang kir, rê nîşanî partiyê da, partiyê kongreya xwe pêk anî. Biryar li ser fesixkirina PKKê û bidawîkirina stratejiya têkoşînê ya çekdarî hate dayin. Ev yek bi rengekî eşkere ji raya giştî re bi belgeyan hate nîşandan. PKK bi ya Rêber Apo kir, banga wî bi cih anî. Soza xwe pêk anî. Lê belê li Îmraliyê guhertinek bû?

Beriya 23yê cotmeha 2024an ti hevdîtin nedihate kirin. Tihiqûq, qanûn, maf bi cih nedihate anîn. Hiqûq tine bû, qanûn tine bû.

Rêveberiyeke kêfî, rêveberiyeke siyasî, helwesteke dîlgirtinê hebû. Piştre jî ev hate guhertin? Belê, hin hevdîtin hatin kirin. Peyamên Rêber Apo hatin parvekirin. Ji xwe rewşeke diyalogê jî destpê kir. Di halê hazir de bi qasî ku me fêhm kir, rewşa li Îmraliyê ji diyalogê wêdetir neçûye. Nîqaşek, diyalogek heye. Jê wêdetir pêşketinek nîne. Guhertinên li Îmraliyê jî di çarçoveya van hevdîtinan de ne. Yên ku heta niha bûn, ji aliyê hiqûqî ve weke yên li girtîgehên din e. Jê kêmtir e jî. Bi temamî bi cih nayê anîn.

Ji vî alî ve guhertinek, ji aliyê pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve pêşketinek nîne. Divê ev yek bê destnîşankirin. Hevdîtinên heyeta DEM Partiyê çêbûn. Vî karî di asta diyalogê de dewam kir. Jê wêdetir rewşeke danûstandinê ji xwe nîne. Yanî ji aliyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve ti pêşketin an jî hewldan nîne.

Meclîsê bi wezîfeyê rabûya, qanûn amade bikira. Lê belê hate dîtin ku desthilatdariya heyî, yanî tifaqa AKP-MHP'ê dikare qanûnê bi dilê xwe derxîne. Lê belê di vê mijarê de hewldaneke biçûk jî nehate dîtin. Çend caran bi rêveberên DEM Partiyê re hevdîtin hate kirin. Timî hêvî hatin bilêvkirin. Qaşo piştgirî didan, lê belê partî li meclîsê li hev kom nebûn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo pêkhatina mafê hêviyê gavek neavêtin.

Hîn jî bang tê kirin ku meclîs wezîfeyê hilgire ser milê xwe. Di vê rewşê de eger meclîs wezîfeyê hilgire ser milê xwe wê çi bibe? Em ji dema 2013-2014'an zanin. Wê demê jî komîsyon hatin avakirin. Em zanin bê çawa nava wan hate valakirin. Niha tê dîtin ku wê komîsyonek bi heman rengî bê avakirin. Lê belê ev komîsyon wê nebe avaniyeke welê ku pêvajoyê bimeşîne, pêşî li çareseriya pirsgirêkan veke, pêvajoya hiqûqî bimeşîne û meclîsê bide xebitandin. Tenê wê bibe komîsyoneke şêwirmendiyê ku agahiyê bide Serokkomar Tayyîp Erdogan.

Di nêzîkatiyên AKPê de helwesteke welê cidî ku pêwîstiyên kar bi cih tîne, nîne. Ev yek jî vên îşan dide: Divê bi rêya têkoşînê zext li desthilatdariya heyî, li rêveberiya AKPê bê kirin ku ji bo demokratîkbûnê gavê biavêje. Di vê mijarê de Devlet Bahçelî bang kir. Min berê jî got: Gotinên xweş hene, lê belê jê wêdetir nîne. Gotin heye, pratîk nîne. Heman rewş dewam dike. Bandora xwe jî her diçe kêm dibe ya van gotinên Bahçelî, ji ber ku li ser nasekinin. Ji ber vê yekê xûsûseke girîng e ku zext li ser desthilatdariya heyî bê kirin. Divê kar û hewldan bêne kirin ku ev zext bê kirin.

Ev pêvajo ne tenê pêvajoya desthilatdariyê û Rêber Apo yan jî rêveberiya PKKê ye. Pêvajoya temamiya civakê ye. Ya ku tê xwestin bê kirin, hemû civakê eleqedar dike. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Biryarên ku PKKê wergirt her kesî eleqedar dike, her kes pê bandor dibe. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Rêya vê yekê jî meşandina têkoşîneke hîn bi bandor e. Divê têkoşîneke welê bê meşandin ku zext li desthilatdariya heyî, bi taybetî jîli AKPê bê kirin. Baş e têkoşîneke bi vî rengî heye? Heye.

Mînak, kampanyayeke gelekî girîng hat destpêkirin. Ji derveyî welat destpê kir. Daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo hat kirin. Ev kampanyeke baş e. Her kes divê vê daxwazê bike. Li Tirkiyeyê, Kurdistanê, derveyî welat her kes divê daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re bînin ziman. Ev daxwaz jî divê li ser çapemeniyê bê ragihandin... Ne tenê bi çapemeniyê re bimîne, divê serlêdana yekser jî bê kirin. Her kes divê vê bike. Ji zarokan heta bi extiyar, jin, mêr, wezîfedar, bê wezîfe, her kes divê vê yekê bixwaze. Ev têkoşîneke girîng e.

Li aliyê din, pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat destpêkirin, dewam dike. Divê ev pêngav jî bê pêşvebirin, xurtkirin. Weke ku qediya ye xuya dike, hevdîtinek, du hevdîtin çêbûn, Rêber Apo bang kir. Yanî girîngiya vê têkoşînê nayê dîtin. Halbûkî divê ev pêngav bê pêşvebirin, kûrkirin û mezinkirin. Ev yek jî pir pir girîng û pêwîst e.

Li gel vê yekê divê têkoşîna hiqûqî jî bê xurtkirin. Ne qenciya AKPê ye, lê li gorî qanûnan piştî 25 salan diviyabû Rêber Apo li derve bûya. Diviyabû azad bûya. Qanûnên Yekîtiya Ewropayê bi vî rengî ne. Ew qanûn ji bo hiqûqa Tirkiyeyê jî derbasdar e. Niha bûye 27 sal. Zêde jî derbas bû. Lewma yên ku 30 salên wan tijî dibe bernadin. Pêwendiya xwe bi rewşa Rêber Apo ve heye. Ji ber vê yekê divê têkoşîna hiqûqî di her astê de bê meşandin. Ti carî divê lawaz nebe, sist nebe.

Ez ê tiştekî din jî bibêjim. Weke ku di vê mijarê de devê qutiya Pandora vebûye. Niha her kes radibe dibêje ez vê jî dixwazim, wê jî dixwazim. Rastiyeke civakî heye ku hatiye tepisandin, mafên xwe jê hatiye wergirtin. Rast e ku her kes mafê xwe bixwaze, mafdar e. Ez tev li wan dibim, tiştekî nabêjim. Lê belê niha her kes her tiştî bixwaze, wê zextek li ser ê jê tê xwestin nebe? Pêkhatina wan daxwazan hemûyan bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi azadiya kurdan ve girêdayî ye. Azadiya kurdan jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Wê demê bila hemû daxwaz hebin, bêne xwestin. Bila mafên demokratîk, hiqûq bê xwestin. Lê belê ev yek jî divê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê kirin. Divê jê neyê qutkirin. Çarçove divê neyê windakirin. Her kesî dema tiştek xwest, divê di çarçoveya demokratîkbûnê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bixwaze.

Ji ber ku pêkhatina daxwazên din bi wî ve girêdayî ye. Ew nebe hewldana pêkanîna yên din wê şaş be. Şaşitiyên bi vî rengî divê teqez neyên kirin. Ji ber vê jî gelê me, dostên me, welatparêz, derdorên demokratîk, aştîxwaz, dilxwazên azadiya kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê, her kesên ku dixwazin li Rojhilata Navîn, li cîhanê jiyaneke azad û demokratîk bê afirandin, divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê pêvajoyê de hîn bêhtir bi pêş ve bibin, hîn bêhtir xurt bikin. Banga me li ser vê bingehê ye.

Hêj êrîşên giran hene

Daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê (HPG-NRÇ) hene. Naxwazim wan dubare bikim. Êrîş hene. Dem bi dem zêde jî dibin, dem bi dem kêm dibin. Çekên kîmyewî, her cûre bombeyên qedexekirî, ji taktîk nukleer heta bi çekên kîmyewî têne bikaranîn. Bi rengekî giran têne bikaranîn. Û gerîla şehîd dibin. Hevrê Bawer, hevrê Welat, hevrê Dîcle, dawiya meha gulanê, destpêka meha hezîranê şehîd bûn. Di şexsê wan de şehîdên berxwedana Zapê hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Lê belê şehadeta gerîla dewam dike. Çi ji gerîla dixwazin?

Di vê mijarê de dixwazim vê yekê bibêjim. Eger bi halê hazir şer mezin nabe, belav nabe, giran nabe ev yek ji ber wê yekê ye ku gerîla li gorî agirbesta 1ê adarê tevdigere ku rêveberiya PKKê ragihand. Ji ber wê yekê ye ku gerîla li ser bingeha biryarên Kongreya 12emîn tevdigerin. Naxwe bi her awayî tehrîk, sorkirin têne kirin. Bi her awayî êrîşan dikin.

Ya rast me ji bo vî şerî agirbest ranegihand. Me ji bo çareseriya pirsgirêkên ji ber şer, ji bo pêşîgirtina li şer hin pêşniyarên pratîkî kir. Ev yek weke lawaziyekê fêhm kirin. Berê xwe dan wan qadanû hîn bêhtir êrîş kirin.

Raya giştî hinekî dişopîne, bila vê rewşê hîn baştir zanibe. Me biryar dan ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin. Em heta dawiyê di vê biryara xwe de bi israr in, zelal in. Li ser bingeha stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk em dixwazin têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin. Lê belê meşandina vê yekê tenê bi me nabe.

Mînak, her kes qala aştiyê dike, aştî bi yek alî nabe. Bahçelî got, 'Çûka aştiyê bi baskekî nafire'. Çûk bi baskekî nafire, çûka aştiyê jî nikare bifire. Wê demê eger wê aştî bibe, belê ev yek wê bi du baskan bibe.

Di bin êrîşan de bêguman wê gerîla xwe biparêze. Êrîş dike, îmha dike, qetil dike û piştre jî dibêje tu çima dest ji çekê bernade? Bangê dikin, dibêjin çekê dînin, teslîm bibin, teslîmî edaleta me bibin, bikevin girtîgehê. Ev pêvajo ne pêvajoyeke bi vî rengî ye.

Hevala Hêlîn nirxand, got rantxurên şer hene, ew vê dikin. Belê rantxur mantxur, her kî bin, lê belê bi destûra vê rêveberiyê dikin. Hinek bi tena serê xwe nakin. Eger li Zapê, li Metînayê êrîş li gerîla tê kirin, li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê tê gerandin, ev hemû bi biryar û destûra hikûmeta heyî û serokkomar dibe. Bi biryara siyasî dibe. Ew berpirsyar in.

Eger dewam bikin, bêguman gerîla qurbanê stuxwar ê li ber kêrê nîne. Wê xwe biparêzin, di her şert û mercî de wê biparêzin. Wê mafên xwe yên parastinê, parastina xwe ya rewa bikin. Wê mafên xwe yên parastina rewa bi kar bînin. Bila her kes vê fêhm bike.

Ji destpêkê ve PKK neçarî şerekî bi vî rengî hat hiştin. Hinek radibin dibêjin 40 sal in, 50 sal in şer heye, bila ew bê sekinandin. Ne welê ye, 100 sal in şer heye. Ji sala 1925an ve şer heye. Ne tenê li Bakur, li Rojhilat jî hene, li Başûr jî heye, li Rojava jî heye. Li çar parçeyên Kurdistanê heye. Ev yek bûye sîstemek, siyasetek. Yanî berhema siyaset û mejiyê tinehesibandin û tinekirina kurdan e. Lewma şer ji aliyê PKKê ve nehat destpêkirin.

PKKê berxwedanek da destpêkirin, biryar da. Lê belê ji boparastina gelekî ev yek kir ku ew gel di bin êrîşa qirkirinê de bû. Li hemberî êrîşê, bi armanca parastina ji îmha, tasfiye û qirkirinê ji bo berxwedanê kir. Divê bi vî rengî bê zanîn.

Têkildarî têkoşîna çekdarî jî tê axaftin. Dixwazim wê jî li vê derê bibêjim. Dibêjin her cûre têkoşîna çekdarî nebaş e. Yanî dibêjin, 'Aştî gelekî baş e, temam wê demê em ji bo aştiyê têbikoşin'.

Em jî stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî dikin. Lê belê bila neyê jibîrkirin ku hemû destketiyên demokratîk neteweyî yên gelê kurd bi saya berxwedana gerîla hatin afirandin. Weke gel tişta ku bi têkoşîna çekdarî me dikarîbû qezenç bikira, me qezenç kir, me zêde jî qezenç kir. Niha em dixwazin jê dêtir bi rêbazên cuda yên têkoşînê bimeşînin. Bila her kes rast fêhm bike. Lewma dema ku nirxandinên bi vî rengî hat kirin, divê mirov hişmendiya mirovan, gel reş nekin. Divê rast bê fêhmkirin, rast bê axaftin.

Lewma gerîla wê li hemberî êrîşên îmhayê xwe biparêze. Kî wê karibe li pêşiya vê bibe asteng? Eger bizorê ev yek li kurdan bê ferzkirin, wê kurd çi bike? Ji bo parastina rûmeta xwe heta dawiyê li ber xwe dan, li ber xwe didin. Gelekî bi rûmet e. Ji kûrahiya dîrokê tên. Yanî rûmeta xwe nadin binpêkirin. Bila her kes zanibe.

Yên ku ji wan heye ku dikarin rûmeta kurdan bişikînin wê bi xwe bikevin wê rewşê. Heta niha nekarîn bigihêjin vê armanca xwe, ji niha û pê ve jî wê nikaribin bigihêjin.

Têkildarî bûyerên li Îmraliyê

Têkildarî bûyeran û pêvajoyê divê mirov reşbîn nebin. Di vê mijarê de dikarim vê bibêjim. Em bi biryar in ku ji aliyê xwe ve tişta dixwazin bikin, pêk bînin. Me di asta kongreyê de biryar wergirtin. Di asta Rêbertî de biryar wergirtin. Min di axaftinên xwe yên beriya niha de got.

Rêber Apo xwe guhert, veguher û bi biryar kir. Partiyê diguherîne, vediguherîne û bi biryar dike. Hemû avanî û pêşengiya şoreşger. Li ser vê bingehê wê gel biguherîne, rêbaza têkoşînê biguherîne, Kurdistan û Tirkiyeyê biguherîne. Em bi israr in. Di vê mijarê de divêtiştek nebe. Vegera ji fesixkirina PKKê nabe. Em li pêşiya xwe dinihêrin.

Vayê biryar hatin weşandin. Paradîgmayeke nû heye. Biryar li ser stratejiyeke nû tê dayin. Di vê mijarê de têkildarî yên berê hatin kirin, hatin qezençkirin, taybetmendiyên pêvajoya ji niha û pê ve, pêşdîtin, pêşvebirina vê yekê bi rengekî erênî nêrîn, nirxandin û biryar hene. Ji ber xwe ve nameşe. Em bi biryar in ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin. Me biryar wergirt. Teqez em ê weke berê nedin ser xeta têkoşîna çekdarî. Lê belê ev nayê wê wateyê ku 'dema êrîşên ji bo îmha û tasfiyekirinê hatin kirin, înkar hat kirin em ê xwe neparêzin'. Ev gel wê parastina xwe bike. Wê kole nemîne. Yên ku li benda berevajî vê yekê ne xwe dixapînin.

Wê rê û rêbazên vê biafirîne. Herwiha pêvajoyên nû yên ji ya berê wêdetir, li gorî taybetmendiyên şert û mercan rewşeke têkoşînê biafirîne. Ji ber ku rêbazên têkoşînê ji aliyê şert û mercên leşkerî û siyasî ve diyar dibin. Ne tenê em diyar dikin. Em li gorî wan şert ûmercan tevdigerin. Eger rewşeke demokratîk hebe, em ê stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk ji xwe re bikin esas. Eger Tirkiye demokratîk bibe...

Lê eger bi wî rengî nebe? Eger demokratîkbûn nebe, înkar dewam bike, îmha dewam bike, azadiya îfade û rêxistinbûnê bi temamî ji holê bêne rakirin, qirkirin ku li kurdan bê ferzkirin... Kurd wê her tim, li her cihî li ber xwe bide. Li hemberî ferzkirina qirkirinê tiştekî din nîne ku bê kirin. Ji bilî vê yekê ji aliyê meşandina pêvajoyê ve ji aliyê xwe ve em bi biryar in.

Wekî din dixwazim ve yekê jî bibêjim. Me helwesta AKPê vegot. Gotinên Bahçelî baş in. Ji xwe hinekî hêviyê dide. Lê belê pêwîstiya wan gotinan bi cih nayê anîn. Bandora wan gotinan her diçe kêm dibe, winda dibe.

Ya rast ev reşbînî, tevliheviya serî ji ber vê yekê ye. Em jî hewl didin bişopînin, nêzîkatiyên civakê. Ji Amedê, ji Wanê di çapemeniyê de tê nîşandan. Fikarên xwe mafdar in... Sedema wê jî ew bi xwe dibêjin: 'Ev desthilatdarî, AKP tiştekî din nake; hîleyan dike, lîstikan dilîze'. Bêguman ne neheq in. Lê belê mafdarbûyî têra serketinê nake.

Amadekariyeke AKPê nîne, di vê mijarê de em zelal bûn. Yên ku sala 2009an dîtin, bila bînin bîra xwe. Destpêkê gotin, 'Em vekirina kurdan' dixwazin, piştre di hilbijartinên 29ê adarê de dema ku kurdan bi giranî qezenç kirin, 'vebûna mîlî' bû 'vebûna yekîtiya mîlî'. Li demê belav kirin. Xwestin dewam bikin û mijûl bikin. Piştî ku Rêber Apo û tevgerê rastî ferz kirin, di mijdarê de ketin nava hewldaneke welê ku weke darbe lê bûye, hat nîşandan.

Tayyîp Erdogan wê demê got: 'Em jê dibin û ji destpêkê ve destpê dikin, li serî vedigerin'. Û piştre tundî ferz kir. Niha jî bi heman rengî amadekariyeke wan a cidî nîne. Ev şênber e.

Bi pêvajoyê re guhertineke cidî xuya nake. Timî li demê belav dikin, hewl didin çavdêriyê li bûyeran bikin. Muxalefetê jî di vê mijarê de polîtîkayeke bi bandor nemeşand. Çima? Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd rewşeke welê ferzkirinê nîne. Yekîtî divê. Lê belê bi hev ketine. Şerê desthilatdariyê, şerê berjewendiyan... Bi muxalefet û desthilatdariya xwe dimeşînin.

Lê nanihêrin bê Tirkiye di kîjan halî de ye. Hewldaneke cidî nîne. Her tişt di asta gotinê de ye... Her kes, civak, gelên Tirkiyeyê li benda pratîkê ye, li benda çalakiyê ye. Dixwaze guhertinê bibîne. Niha vê yekê bibêjim: Gotin û rexnekirin têrê nake. Banga Rêber Apo ne tenê li van hêzan e. Biryarên PKKê ne tenê ji bo van hêzan e. Tenê rexnekirina van, gotina 'çima nakin' têrê nake. Divê civak bike, mirov hin tiştan bikin.

Hate gotin ku bang hat kirin, ji derdorên civaka sivîl, bi gotina 'Em aştiyê dixwazin'. Rêber Apo bang kir, PKKê jî biryar wergirt. Got, 'Em dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî tînin'. Fermo, pêşî lê vebû. Wê demê ji bo aştiyê pêwîstî bi têkoşînê heye. Divê têkoşîneke çalak bê meşandin. Di têkoşînê de kêmasî hene. Derdorên cuda têkoşînekê dimeşînin, bi taybetî li qadên Bakur û Tirkiyeyê. Li qadên din jî heta astekê têkoşîn heye. Weke min beriya niha got; Divê ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê bike yek. Lê belê divê gelekî bi xurtî bê kirin. Kêm e. Yanî demokratîkbûn bi têkoşînê dibe. Aştî bi têkoşînê bi dest dikeve. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke hîn bi bandor heye.

Li aliyê din rêxistinbûyî, perwerde divê li her derê hîn bêhtir bê meşandin. Ev ezeztî divê karibe bê derbaskirin. PKKê heta dawiyê derî lê vekir. Têkoşînan çekdarî sekinand. Ji bo siyaseta demokratîk bi rê ve biçe. Wê demê siyaseta demokratîk divê bi xumxumî biherike. Hem ji aliyê têkoşînê ve hem jî ji aliyê rêxistiniyê ve... Divê xwe bigihîne her deverê. Li Tirkiyeyê divê cihek nemîne ku neçû be. Rastiyê divê bigihîne hemû mirovahiyê. Axaftina li pêşiya çaepmeniyê û bilêvkirina çend gotinan têrê nake. Dibe ku mirov lê guhdarî nake. Pratîk divê.

Dibêjin, 'Çi guherî, divê em çi bikin?'... Divê mirov ji vê ezeztiyê, ji jiyana madî hinekî xwe dûr bixînin, xwe biguherînin. Divê mirov xwe bide kar. Bibe cihê baweriyê, civakîbûna rasteqîn, komunalbûyîn divê. Bi şev ûroj di vî warî de divê hewl bê dayin. Ev yek mirovan perwerde dike.

Lê nabe, vaye desthilatdarî bi her awayî zextê dike. Li hemberî vê yekê berxwedan kêm e. Li Kurdistanê darek nehiştin. Daristanê, xwezayê talan dikin. Tenê car carna di çapemeniyê de tê weşandin. Çend roj berê li Amedê tevgera ekolojiyê ava bû. Me şopand, em silav dikin. Gelekî baş e, lê belê ava bû û qediya. Ev tevgera ekolojî li dora maseyê, li bajarekî nabe. Divê li her derê be, li çiyê be, li bexçe be, li deştê be, li gund be, li taxê be... li her devera jiyanê be. Niha li ber çavan xweza tê talankirin, wêrankirin, tinekirin.

Li hemberî vê yekê berxwedanek heye lê gelekî lawaz e, parçebûyî ye. Divê hîn bi bandor be. Divê qiyametê rake.

Ketina ewqasî li nava bajêr rast îne. Bi taybetî yên ku ji Botanê, ji Zagrosan, ji gundên Kurdistanê çûne bajaran, belê cih diguherînin, hîn dibin. Li gorî pêwîstiyên dema derbasbûyî bû. Lê belê niha careke din rewşê binirxînin, wê baş bibe. Pêşniyar dikim. Tiştekî welê ferzkirinê nîne. Li van bajaran nikarin tiştekî bi dest bixin. Eger pêkan be dikarin pêk bînin, dikarin vegerin gundê xwe, vegerin warê xwe. Bila xwedî li çiya, deşt, av, dewlemendiyên ser û binê erdê û darên xwe derkevin. Jiyan bi wan heye. Civak bi wan re dibe.

Naxwe li wan bajaran bi jiyana dûrî her tiştî nikarin tiştekî bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de pêwîstî bi nirxandineke guncaw heye. Eger bi vî rengî bibe, gelek tişt heye ku têkoşîn di oxira wê de bê kirin, gelek çalakî dikarin bêne kirin...

Jin, ciwan dikarin pêşengiyê ji vê re bikin. Divê bikin. Bila her kes binirxîne. Weke pêşniyarekê pêşkêş dikim. Bila ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, li şûna ku li bajaran bi wî rengî bimînin... bila li bejahiyê weke civakeke azad hilberînin, bi rengekî bedew bijîn. Jiyan li wir e. Û bila xwedî lê derkevin.

Bi vî rengî bi rastî jî dilê mirovan parçe dibe. Hovane, namerdî... mirovên xayin hewl didin mirovahiyê tine bikin. Sibe wê avhewa biguhere, av wê nemîne, baran nemîne, jiyan nemîne. Dixwazin Kurdistana bedew bikin çol. Parçeyên xakê ku di pirtûkên pîroz de jê re 'bihuşt' tê gotin... Divê mirov xwedî li van derkevin. Welatparêzî ev e, azadîparêzî ev e, siyaseta demokratîk ev e. Ji ber vê yekê divê plansaziyeke hîn baş bê kirin, rast bê fêhmkirin û li şûna ku bibêje 'filan kesî ev nekir, bêvan kesî ew nekir' divê mirov bibêje, 'Ez bi xwe dikarim çi bikim'. Yanî her kes divê biryar û planên nû bikin, bibin yek, bi rêxistin bikin û têkoşîna pir alî bimeşînin. Min xwest weke bangekê li vir bînim ziman.

Şerê Îsraîl û Îranê

Şerê Îsraîl-Îranê şerekî welê ye ku li ber çavan bû û bi rengekî eşkere hat. Xeterî her tim hebû ku rewş bigihêje vê astê. Bêguman pêwendiya vê yekê bi avabûna modernîteya kapîtalîst a 100 salî re heye. Pêwendiya xwe bi Şerê Cîhanê yê 3yemîn re heye ku di salên 1990-1991ê de bi şerê Kendavê re kete rojevê. Bi esasî yek ji encamên herî metirsîdar ê wê pêvajoyê ye ku di 7ê cotmeha 2023yan de bi şerê Xezeyê destpê kir. Bêguman hemû encam nîne. Me wê wextê jî ev yek nirxand; çima dibe, çi dibe? Me piştre got, wê bê Lubnanê, bê Sûriyeyê, piştî ku hat Sûriyeyê bû du beş; aliyekî xwe Îran, aliyê din jî Tirkiye bû. Kîjan wê destpêkê biketa rojevê? Niha hate dîtin ku Îran kete rojevê. Ev şer diviyabû bibûya, mecbûrî bû? Me dinirxand, lê belê em di heman demê de difikirîn ku divê nebe. Piştre me dît ku em her kesî weke xwe dinirxînin. Li gorî mejiyê me, li gorî feraseta me ev yek kuştina mirovan e. Bi ti awayî cihê xwe di nava jiyanê de nîne. Lê belê ev mejî û siyaseta desthilatdarî û dewletê, rastiya netewe dewletê felaketên dûrî ji aqil dixe rojevê. Me ev yek dît. Sîstema modernîteya kapîtalîst, Îsraîlê gef dixwarin, lê belê Îran qadeke xetere bû. Me digot, dibe ku ewqasî rîskê nedin ber çavên xwe. Lê belê gelekî zêde rîsk da ber çavên xwe. Ev şer wê heta ku derê belav bibe, encama wê, wê çi be ne diyar e. Dibe ku nepêkan be ku her tişt bi hêsanî bê kirin. Dibe ku mirov her tiştî nikaribe bi dilê xwe bike.Dibe ku Îran bibe çavkaniya parçebûneke nû, çavkaniya şerekî li her deverê. Yanî dikare belav bibe ev şer. Rewşeke ku rê dide vê yekê heye. Vê sîstema modernîteya kapîtalîst ewqas rîsk çima da ber çavên xwe. Mêtingerî, serwerî ewqasî heye? Vaye rêya enerjiyê, hîn bêhtir mêtingerî, belavkirina sermayeyê hîn bêhtir. Çekên heyî, çekên komî ser hev kiriye bi kar tîne, diceribîne û ji bo yên nû çêbike derfetan diafirîne. Yanî bi vî rengî wê şîrketên çekan qezenç bikin, sermayedarên bazirganiyê wê qezenç bikin, şîrketên înşaetê wê qezenç bikin. Îsraîl hildiweşe, Îran hildiweşe. Sibe li cihê hilweşiyayî; ji Ûkraynayê heta Xezeyê û deverên din dibêjin, werin em ji nû ve çêbikin. Çêbike, careke din xera bike, careke din çêbike. Sîstemeke welê li ser kar e ku xizmetê ji mirovan re nake, lê xizmetê ji qezençkirina hinekan re dike. Bazirgan vê dikin. Li aliyê din me digot, rêveberiya Îranê dikare basîretê nîşan bide. Di mijara Lubnan û Sûriyeyê de me gotibû ku basîreteke têrker nîşan nedaye. Em l