Dûran Kalkan: Divê Rêber Apo biçe meclisê!

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, ji Medya Haber TV re nirxandinên di rojevê de kir.

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Divê Rêber Apo biçe meclisê!

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, ji Medya Haber TV re nirxandinên di rojevê de kir. Dûran Kalkan bi taybetî jî li ser pêvajoya heyî, xebatên komisyona meclisê û nêzîkatiya desthilatiya AKPê nirxandinên girîng kir.

Nirxandina Dûran Kalkan a ji Medya Haber TV re wiha ye: “Beriya her tiştî mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Dixwazim vê jî lê zêde bikim: Ji bo kesên ku dixwazin pêvajoyê fêhm bikin, hin agahdarkirin wê di cih de be. Nêzî mehek e bi ti awayî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. 25 roj derbas bûn. Em nizanin bê li Îmraliyê rewş çi ye?

Diviya bû li gorî pêvajoyê hemû deriyên Îmraliyê êdî bi temamî bihatina vekirin. Bendewarî ev bû, nirxandin bi vî rengî bû. Wê êdî sîstema Îmraliyê ji holê hatibûya rakirin; bêyî ku ewqasî dirêj bike. Lê belê hin hevdîtin hatibin kirin jî ev rewş çênebû. Yên ku dixwazin pêvajoyê di çarçoveya komîsyonê de binirxînin divê destpêkê bi vê rastiyê zanibin. Divê vê yekêbidin ber çavan. Ji ber ku heta ev rewş neyê dîtin, heta ku pozîsyona dîlgirtinê ya Rêber Apo neyê zanîn, wê her cûre nirxandin şaş be. Agahiyeke me ya cuda nîne. Yanî nayê zanîn bê li Îmraliyê çi diqewime.

Halbûkî ji welêt û derveyî welêt, ji jinan, ciwanan, siyasetmedaran, rewşenbîran, rojnamevanan û her beşên civakê daxwaza hevdîtinê tê kirin. Her kes dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, nîqaş bike, nêrînên wî hîn bibe. Ji ber ku Rêber Apo têkildarî rewşa her kesî nêrînan tîne ziman. Li aliyê din, diyar e ku rewşa Rêber Apo, sîstema Îmraliyê ya heyî her kesî di vê astê de eleqedar dike, bandorê lê dike. Her kes parçeyek ji jiyana xwe di nava vê sîstemê de dibîne. Ya rast têdikoşe, li azadiyê digere. Demokrasiyê dixwaze, dixwaze demokrasî bi pêş bikeve. Pêkhatina vê jî di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibîne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nebe, heta ku sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê ranebe, ne tenê ji bo kurdan ji bo temamiya Tirkiyeyê mirov nikare qaşa azadî û dmeokrasiyê bike. Diyar e ku Rojhilata Navîn û cîhan jî gelekî ji vê yekê bi bandor dibe. Mirovên li qadên cuda yên cîhanê, hêmaneke girîng a jiyana xwe ya azad û demokratîk li Îmraliyê dibînin. Di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Ev yek rastiyeke li pêş çavan e. Lê belê di vê rewşê de guhertinek nîne. Em naxwazin bêhêvîtiyê, reşbîniyê belav bikin, lê belê agahî bi vî rengî ye. Bêguman em dişopînin, hewl didin sedemên vê fêhm bikin.

Komîsyon cidiyetê nîşan dide

Li gel vê yekê eger em bên ser komîsyona li meclisê hatiye avakirin; dawiya dawî navek lê hate kirin. Normal bû. Em zêde tiştekî nabêjin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, eger bi rastî jî ya ku jê tê hêvîkirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne, li gorî vî navî tevbigere dikare encamên girîng biafirîne. Bendewariya ji komîsyonê gelekî zêde ye. Avabûna komîsyonekê bi vî rengî girîng e. Hemû partî tevlî bûn. Tê gotin, ji sedî 98 ê qada siyasetê temsîl dike. Hemû partî bi cidiyeteke mezin tevlî dibin. Bêguman em zanin ku bi karekî cidî re mijûl dibe. Komîsyon jî rewşa heyî bi cidiyeteke girîng dinirxîne. Komîsyon bi cidiyetê ava bûye, bi vî rengî nêzîk dibe. Bêguman bendewariyên ji komîsyonê gelek in. Daxwaz gelek in. Heta niha karek meşand. Em karê wê girîng dibînin. Hevalên me jî daxuyanî dan. Em bi wate dibînin, hêja dibînin.

Li gel vê yekê hin hevalên me ev yek jî gotin: Eger dewlet cidî nêzîk bibe, eger çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê binirxîne û li ser vê bingehê tevbigere; em bi rengekî stratejîk nêzîkî pêvajoyê dibin. Em bi cidî dibînin, dişopînin. Li ser vê bingehê em ê berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih bînin. Rêber Apo ji xwe weke garantiya vê yekê ye. Biryarên Kongreya 12emîn a PKKê ev yek bi şênberî raxist pêş çavan. Fesixkirina avaniya rêxistinî, bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ev rastî nîşan da. Hevalên me jî vê biryardariyê, helwesta zelal her gavê tînin ziman, anîn ziman. Ev yek derdikeve holê: Aliyê kurdyekpare ye, bi cidî û stratejîk nêzî meseleyê dibe. Wezîfeyên dikeve ser milê xwe bêyî li benda kesî bimîne bi cih tîne. Lê belê weke ku Devlet Bahçelî jî got, çûk bi baskekî nafire. Ev kar bi yekalî nabe. Meclîsê hewl da bi pir alî be. Hemû partî tevlî kir. Lewma me girîng û bi wate dît. Karên heta niha kir, normal e, di asta divê bê kirin de ye. Rojevên xwe, vekirinên xwe, derdorên ku di civînên dawî de lê guhdarî kirin normal in, ya ku divê bê kirin e. Nîşan dide ku vî karî hinekî cidî dibîne. Lewma girîng e. Divê hîn bêhtir bike.

Tevlîkirina hemû beşan pêwîst e

Ya rast gelek derdor timî dibêje; divê aştî û demokrasîk civakî bibe. Eger civakî bibe, eger civak xwe di nav de bibîne wê bi ser bikeve, pêk were. Meclis di karê xwe de çiqasî li beşên cuda yên civakê guhdarî bike, nêrînên wan werbigire, her kesî bigihîne hev wê hingî bi ser bikeve. Dixwaze pirsgirêkeke sed salî çareser bike. Dixwaze şerê ji ber vê pirsgirêka sed salî bi dawî bike. Ji ber vî şerî êşhate kişandin, xwîn û rondikên çavan rijiyan. Van hemûyan bandor li civakê kirin. Belê, bandora herî giran li kurdan kirin. Lê belê her kesên di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de ne ji vê yekê bi bandor bûn. Lewma pêvajoyeke aştiyê tê meşandin ku dawî li van bîne. Aştî tê wateya bidawîkirina vê yekê. Eger bi piralî kar bê kirin, nêzîkatiyeke cidî bê nîşandan û hemû beş bêne tevlîkirin wê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê ev hewldan girîng û bi wate ye. Guhdarîkirina li hemû beşan, tevlîbûna her beşî pêwîstiy demokrasiyê ye. Pêwîstiya ji bo serketina vî karî ye.

Aliyê kurd e, divê bi xurtî tevli komîsyonê bibe

Bêguman li gel vê yekê gelekî girîng e ku li Rêber Apo bê guhdarîkirin. Ev yek ji destpêkê ve hate gotin. Jİ xwe pêşniyar û daxwaza komîsyoneke bi vî rengî destpêkê ji Rêber Apo hat. Kesayetên cuda, partiyan ev yek anîn ziman. Daxwaz zêde bû û dawiya dawî komîsyoneke bi vî rengî ava bû. Rêber Apo dema ku daxwaza vê komîsyonê kir, anî ziman ku divê komîsyon li wîjî guhdarî bike. Yanî got, gotinên wî hene ku divê bibêje û dixwaze bi rengekî çalak tevlî karên komîsyonê bibe. Ji xwe xwezaya vî karî jî ev e. Divê bi vî rengî be. Aliyekî vê pêvajoyê, muzakerevanê sereke yê aliyê Kurd e. Lewma divê bi plansazî û demeke maqûl, di asteke têrker de li Rêber Apo bê guhdarîkirin.

Bêguman ne tenê Rêber Apo; muzakerevanê sereke bi tena serê xwe nîne! Yanî heyetek heye. Aliyekî temsîl dike. Aliyê Kurd, aliyê demokrasiyê temsîl dike. Mîmar û pêşengê demokratîkbûnê ye. Fikrê vê diafirîne, polîtîkayên wê datîne holê, rêya çareseriyê diafirîne. Li hundir û derve her kes vê qebûl dike, dibîne. Kesayet, partiyê cuda tevlî vê dibin. Lê belê tevlîbûna Rêber Apo di asta diyarker û pêşeng de ya li vî karî, ne mijareke ku cihê nîqaşê be. Ji ber vê yekê divê bi bandor tevlî bibe. Lewma şert û merc jî bêguman divê guncaw bin.

Sermuzakerevan dîl tê girtin

Niha bi qasî mehek e ti hevdîtin nayê kirin. Muzakerevanê sereke ye, lê belê nikare bi derdorên ku wan temsîl dike hevdîtinê bike. Nikare bi dînamîkên civaka Kurd re hevdîtinê bike. Weke lîderê rêxistinê dîl tê girtin. Mînak, têkiliya xwe bi rêxistina xwe re nîne, nikare hevdîtinê bike. Nikare heyetekê ava bike. Yanî nikare amadekariyê bike. Halbûkî diviyabû ev hemû bibûya. Divê li Rêber Apo bê guhdarîkirin, li gel Rêber Apo divê li heyeta wî jî bê guhdarîkirin. Hinek dibêje, ‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’. Min ew jî rast nedît. Heta ku Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî be komîsyon bi mîlîmekê jî nikare bi pêş ve biçe. Wê tenê biaxive. Her kesi divê bi vê zanibe. Yanî em bi Tirkî diaxivin, bi şênberî tînin ziman. Aliyê Kurd bi rêxistin, gerîla, civak, hêza xwe ya berxwedanê ya bi çek û bê çek, bi jin, ciwanên xwe her tişt danî holê. Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Heta ku ji bo azadiya wî gavek neyê avêtin, gotinên din, axaftin, an jî karên têne kirin wê tenê di asta nêta baş de bin. Wê ti encamê bi xwe re nîne. Lewma wê biçe Îmraliyê, di nava heman şertû mercan de bi kesekî dîlgirtî re hevdîtinê bike û navê wê jî wê bibe hevdîtina aştiyê, hevdîtina demokrasiyê! Bi vî rengî nabe.

Çima gotinên Bahçelî nakevin meriyetê?

Devlet Bahçelî di roja destpêkê de gotibû. Gotibû, ‘Bila bê li Meclîsê, li koma DEM Partiyê biaxive’. Devlet Bahçelî niha jî wan axaftinên xwe yên xweş dewam dike, lê belê hemû di axaftinê de dimînin. Gotinên Bahçelî çima bi cih nayên anîn? Çima ji bo pratîkbûna wan li ser nasekine? Em wê fêhm nakin. Halbûkî divê li ser bisekine.

Divê Rêber Apo û şandeyê bibin Îmraliyê

Li aliyê din… vaye her kes diçe meclîsê, komîsyon li meclisê kar dike, li wir hevdîtinan dike. Rêber Apo jî divê bibin meclîsê, heyeta wî jî divê bibin meclîsê. Li meclisê bi qasî ku têrê dike divê lê guhdarî bikin. Eger bi vî rengî bibe wê komîsyon karekî rast û têrker bike. Wê encamê ji karê xwe werbigire. Em ji vê yekê bawer dikin. Lê belê eger bi vî rengî nebe; mînak eger sîstema dîlgirtinê li Îmraliyê dewam bike, hevdîtin jî nikaribin bêne kirin, karê li meclisê çi dibe bila bibe, komîsyon çiqasî derdoran tevlî bike jî wê kar bi yek alî bimeşe. Lewma encam jî wê jê dernekeve. Çima ev yek dibe? Bêguman mirov li ser difikire. Bêguman em dewletê ji xwe re muxatab dibînin. Lê belê dewlet jî ji aliyê desthilatdariyê ve tê birêvebirin. Polîtîkayên desthilatdariya heyî hîn ne li gorî ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e, li gorî cewher û pîvanên wê nîne. Vaye dewamkirina sîstema dîlgirtiyê ya li Îmraliyê li gorî vê yekê nîne. Rêber Apo ji bo tevlî karên komîsyonê bibe ne xweedî derfetê amadekariyan e. Li aliyê din polîtîkayên li nava welêt têne meşandin jî li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne.

Polîtîkayên desthilatdariyê hê jî li dijî kurdan e

Gelek derdor dinirxîne. Di nêzîkatiyên têkildarî civakê û partiyên siyasî de tenê li meclîsê di komîsyonekê de yekîtî hate pêkanîn. Ew jî bi hewldana Rêber Apo, bi baweriya bi demokrasiyê û nêzîkatiya demokratîk a Rêber Apo pêk hat.Naxwe desthilatdariyê zêde hewl neda. Li eniya derve, di polîtîkayên AKPê de, di polîtîkayên desthilatdariyê de guhertinek nîne. Pêvajoyeke bi vî rengî destpê kir. Kurd û dewleta Komara Tirkiyeyê li hev dikin, xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji xwe re dike armanc. Divê polîtîka jî li gorî pêwîstiyên vê yekê be, stratejiya wê bê diyarkirin, polîtîkaya wê bê destnîşankirin. Ji aliyê guhertina polîtîkayên berê, polîtîkayên şer û tinekirinê em guhertineke cidî nabînin. Polîtîkayên desthilatdariya heyî hîn jî li dijî Kurdan e. Hîn jî ji bo tinekirina hêz û derfetên Kurdan e. Ev yek li Sûriyeyê, li Iraqê, li Ewropayê, li nava Tirkiyeyê jî bi vî rengî ye. Mînaka wê ya şênber kiryarên li Sûriyeyê ne. Desthilatdariya heyî ji bo Kurd li Sûriyeyê bi bandor nebin, hema bibêje yekîtiya demokratîk li Sûriyeyê asteng dike. Ji ber ku Kurd tevlî dibin, li ber avabûna Sûriyeyeke demokratîk a ji hemû derdoran radibe. Mînak, hêzên navneteweyî ketin dewrê. Hêzên koalîsyonê xwestin li Parîsê civînê bikin. H