DYA êrişan ranewestîne Îran muzakereyê qebûl nake

Di roja 11emîn a şerê li Rojhilata Navîn de tengasî didome. Rêveberiya Îranê destpêkirina muzakereyên nukleer ên bi DYAyê re, red kir. Trump jî gef xwar ku eger sewqiyata petrolê hîn were astengkirin, ew ê ‘hîn tundtir lê bixin’.

1 deqe xwendin
DYA êrişan ranewestîne Îran muzakereyê qebûl nake

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî Washington bi êrîşkirina li ser Îranê re sûcdar kir û got, hevdîtin ‘êdî di rojevê de nîn in’.

Abbas Arakçî ji qenala DYAyê PBSê re axivî û diyar kir ku Îranê di hevdîtinên bi DYAyê re yên têkildarî bernameya nukleer de ‘tecrûbeyeke pir bi êş’ bi dest xist. Abbas Arakçî got: “Piştî hevdîtina sê tûran û dema ku şandeya Amerîka behsa pêşketinên girîng dikir, biryar dan ku êrişî me bikin.”

Abbas Arakçî herwiha DYA û Îsraîl sûcdar kir ku dixwazin li Îranê rejîm were guhertin. Wezîrê Îranî îdîa kir ku ev plan bi serketî nîn e û got: “Wan serketineke bi lez hêvî dikir, lê nekarîn.”

Rayedarê îranî îdîa kir ku êrişên DYA û Îsraîlê herêmên niştecihbûnê, dibistan û nexweşxaneyan hedef digire û got, ev yek hemû herêmê bêîstiqrar dike. Îdîa kir ku pirsgirêkên têkildarî sewqiyata petrolê ya li Hurmuzê ne ji ber Îranê ye, ji ber rîska ewlehiyê ya şer e.

Abbas Arakçî herwiha diyar kir ku Îran amade ye êrişên xwe yên bi fuzeyan bidomîne û got: “Ev şer li me hat ferzkirin. Em xwe diparêzin û hingî ku pêwîst kir, em ê êrişan bidomînin.”

Serokê DYAyê Donald Trump jî got, eger Îran hewl bide sewqiyata petrolê asteng bike, ew ê êrişên hîn tundtir pêk bînin.

Trump ku li Floridayê axivî, ev tişt anî ziman: “Em ê nehêlin rejîmeke terorîst cîhanê dîl bigire û sewqiyata petrolê asteng bike. Eger Îran tiştek wisa bike, wê hîn tundtir lê were xistin.”

Trump herwiha diyar kir ku ew difikire dibe şerê li Îranê “di demek nêz de bi dawî bibe”, lê dîrokek teqez neda.

Berdevkê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Alî Muhammed Naînî roja sêşemê daxuyanî da û got: “Hingî şerê li Rojhilata Navîn dewam bike, hêzên Îranê wê nehêlin sewqiyata petrolê pêk were.”

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê roja sêşemê ragihand ku baregeheke Amerîka ya li Herêma Federal a Kurdistanê hedef girtine. Mûhafizên Şoreşê di daxuyaniya li ser qenala xwe ya Telegramê weşandin de, gotin:  “Biryargeha artêşa Amerîka ya li baregeha hewayî ya Herîr a li herêma Kurdistanê, bi 5 fuzeyan hat hedefgirtin.”

Êrişên li Kendavê didomin

Şerê li herêmê belavî erdnîgariyeke berfireh bûye. Wezareta Parastinê ya Mîrnişînên Ereb a Yekgirtî, ragihand ku li dijî fuzeyên Îranê û balafirên bêmirov, sîstemên parastina hewayî ketine dewrê. Hat ragihandin ku li paytexta Bahreyn, Manamayê ji ber êrişa Îranê kesekî jiyana xwe ji dest da, çend kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê ji komên çekdar ên nêzî Îranê Tûgayên Îmam Alî ragihandin ku di êrişeke hewayî ya li nêzî Kerkûkê de 4 endamên wan mirine. Komê DYA ji êrişê berpirsyar nîşan da.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê bombebarana li ser hin cihên li başûrê Lubnanê domand. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnan, di êrişa li Nmairiye de 7 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.

Wezaretê herwiha duşemê daxuyanî da û ragihand ku di hefteyeke dawî de ji ber êrişên Îsraîlê li Lubnanê 486 kes mirin, hezar û 313 kes birîndar bûne.

Bandora şer a li ser piyasaya enerjiyê jî didome. Petrol di rojên dawî de pir buha bûye.