Ebdî û Barzanî li ser geşedanên herêmê axivîn

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ewlehî û aramiya herêmê axivîn.

1 deqe xwendin
Ebdî û Barzanî li ser geşedanên herêmê axivîn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye Ebdî û Barzanî di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Herêma Federal a Kurdistanê, pêşketin û aloziyên herêmê gotûbêj kirine.