Efrîniyan li Hesekê û Qamişlo li diji êrîşan çalakî lidarxistin
Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê bajarên Hesekê û Qamişloyê li dijî êrişên li ser malbatên kurd ên li Efrîn û Helebê û bêrûmetkirina sembolên kurdî kom bûn û çalakî li dar xistin.

Efrîniyên li Hesekê û Qamişlo dijîn, li dijî êrîşên li ser malbatên Efrînê kom bûn û çalakî li dar xistin.
Hesekê
Ji bo bersivdana van êrişên li ser kurdan û tehrîdkirina li dijî wan bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên Hesekê li ber avahiya parêzgehê kom bûne. Xwepêşander daxwaza rawestandina êrişên li ser kurdan dikin û dirûşmeyên wekî “Na ji fitneyê re” û “Kurd beşek resen ya Sûriyeyê ne” berz kirin.
Qamişlo
Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê bajarê Qamişloyê li dijî êrişên li ser malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê û bêrûmetkirina sembolên Kurdî li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist. Beşdaran siloganên "Bijî Berxwedana Efrînê","Bijî Berxwedana Rojava", "Efrînê bi te ne heya mirinê" hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Efrîn û Helebê de, komên hawirde yên nijadperest êrişî malbatên kurd kir û sembolên kurdî bêrûmet kirin.


