Ehmed Xace: Divê demildest dorpêça li ser Kobanê

Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku alîkariya digihêje Kobanê ji ber dorpêçê têra şêniyan nake û xwest ku dorpêça li ser bajar demildest bê rakirin.

1 deqe xwendin
Ehmed Xace: Divê demildest dorpêça li ser Kobanê

Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Firatê têkildarî dorpêça li ser Kobaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Desteyê Ehmed Xoce ve hate xwendin. Ehmed Xoce bi bîr xist ku dorpêça li serKobanê ketiye 37an û dibe sedema qeyrana mirovîn. Ehmed Xoce anî ziman ku bi deh hezaran kes ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanê ber bi navenda bajêr ve koçber bûne û vê yekê xizmetguzarî, binesazî û rewşa mirovî gelek xirab bûye.

Banga hîstiyariya neteweyî û navneteweyî

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alîkariya digihe bajar têra pêdiviyên şêniyan û koçberan nake. Ehmed Xoce diyar kir ku mafê hemû malbatên li Kobanî û gundewarên derdora wê heye ku alîkariya pêwst bigirin. Ehmed Xoce anî ziman ku bêyî rakirina dorpêçê ne mimkûne tenê bi alikariyan pêwistiyên welatiyan bên bersivandin û qeyrana mirovîn a tê jiyîn bê derbas kirin. Ehmed Xoce bang li tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî vê mijarê hîstiyar bin.