Ekolojîstan li dijî JESê kon vedan

Ekolojîstan li dijî JESê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê kon veda û dest bi çalakiya nobetê kirin.

1 deqe xwendin
Ekolojîstan li dijî JESê kon vedan

Bi pêşengtiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a tê payin li nava sînorên gundê Xwarikê yê Gimgim a Mûşê bê avakirin û dê herî kêm bandoreke neyînî li ser 16 gundan bike, li qada tê plankirin sondaj lê bê danîn, konê nobetê hate vegirtin. Ekolojîstan di roja ewil de kon vedan û dest bi nobetê kirin. Gelek welatî hatin qada sondajê. Çalakgeran di bin baranê de kon vedan û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berzkrin.

Piştî vegirtina kon, li ser navê platformê endamê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Mesût Bîngol daxuyanî da û got: “Em, têkoşîna ciwanan pîroz dikin. Em hêj li ser soza xwe ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Tu kes dê nekare yekitiya me xerab bike. Armanca me parastina xaka xwe ye. JES, HES, çi dibe bila bibe em ê li dijî wan têbikoşin. Çi bibe jî em ê nobeta xwe ya li vir bidomînin. Îro nobeta ewil dê ciwan bigirin.”