Ekolojiya Mêrdîn û Dersîmê di bin gefa projeyên RES û GESê de ne

Li Mêrdîn û Dersîmê mêrgehên çandiniyê û ekolojîk di bin gefa projeyên RES û GESê de ne. Daneyên zanistî nîşan didin ku ev tesîsên di bin navê "enerjiya paqij" de xebatê dimeşînin rê li ber wêraniya ekolojiyê vedikin.

1 deqe xwendin
Ekolojiya Mêrdîn û Dersîmê di bin gefa projeyên RES û GESê de ne

Mêrgeh û qadên çandiniyê yên li Mêrdînê bi projeyên ku di salên 2024 û 2025’an de hatine pejirandin vediguherin santralên elektrîkê. Her çiqasî santralek enerjiya rojê ya 52 MW ya Cengiz Holding/Etî Bakir li Şemrexê bi awayekî çalak dixebite jî, li herêma Dêrik û Artukluyê şîrketên nû derketine holê. Çemtaş Çelîk di Îlona 2025’an de ji bo santralek kapasîteya 37 MW li Dêrikê bi veberhênera 1.4 milyar TL destûr wergirt; CW Enerjîi projeya ÇEDê qadeke 62 hektarî vedihewîne temam kir. Li Artukluyê her çiqasî projeya Azyol Energy ji aliyê dadgehê ve hatiye rawestandin jî, şîrketên pîşesaziyê yên mezin ên wekî ÎSDEMÎR ji bo veguherandina mêrgehên herêmê bo deverên santralên enerjiya rojê destûrên nû wergirtine.

Taybetmendiya hevpar a van projeyan ew e ku tevî nerazîbûnên gelê herêmê, biryarên “ÇED’ê erênî" yên bilez têne dayîn û li mêrgehan ajalvanî hatiye asta ku neyê kirin. Şîrket bi garantiyên kirînê û teşwîqên ji dewletê digirin qezencên xwe zêde dikin. Gelê herêmê li dijî desteserkirina erdên xwe têkoşîna qanûnî dimeşînin.

Di daneyên zanistî de wêraniya GESê ji bo ekolojiyê nayê dîtin

Gelo Santrala Enerjiya Rojê (GES) çi ye? gelo wekî ku tê gotin çavkaniyek enerjiya "paqij" e? Enerjiya rojê bi rêya panelên fotovoltaîk an pergalên neynikê ve tê bidestxistin.

Tê gotin ku krîza avhewayê ya ji ber sotemeniyên fosîl derektiye holê, pêwîstiya kêmkirina belavbûna karbonê û pêwîstiya misogerkirina ewlehiya enerjiyê, pêwîstiya vê çavkaniya paqij û domdar kiriye pêşaniyek kûrewî. Krîza petrolê ya ku di 1973’yan de derket holê, cîhanê ber bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf ve bir. Li şûna santralên elektrîkê yên bi komirê, çavkaniyên wekî bayê û rojê ji bo hilberîna elektrîkê hatin pêşniyarkirin. Bi vî rengî, projeyên mîna Santralên Hîdroelektrîkê (HES), Santralên Enerjiya Bayê (RES), Santralên Enerjiya Rojê (GES) û Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) derketin holê. Cîhan ji ber şerê Îran-DYE’yê krîzek nû ya petrolê dijî û dibe ku ev proje hîn bêtir werin nîqaşkirin.

Li gorî daneyên Ajansa Enerjiya Nûjenkirî ya Navneteweyî (IRENA) li seranserê cîhanê kapasîteya enerjiya rojê ya heta sala 2024’an wê bigihîje hezar û 865 GW û bi taybetî li welatên mîna Çîn, DYE û Yekîtiya Ewropayê zêde bûne; herêmên "kembera rojê" yên cîhanê jî wekî qadên ku tîrêjên herî bilind derdikevin pêş. Li Tirkiyeyê, daneyên ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û GEPA’yê nîşan didin ku ji ber cihê erdnîgariya welêt salê bi qasî 2 hezar û 737 saet rojê dibîne û li Ewropayê xwedî potansiyela herî bilind e. Li Tirkiyeyê, GES li herêmên wekî Konya, Riha û Kayseriyê zêde bûne.

Li Mêrdînê santralên enerjiya rojê yên mezin ên li qadên sîtê yên xwezayî û dîrokî hatine çêkirin, ne tenê di aliyê dîtbarî de qirêjiyê çêdikin, di heman demê de wêraniya bêveger li ekosîstemê çêdikin. Raporên zanistî û nirxandinên bandora li jîngehê mîşan didin ku ev tesîsên di bin navê "enerjiya paqij" de bê kontrol hatine çêkirin zirarek mezin didin ekolojoyê:

Xetereya hişkesalî û erozyonê

Di pêvajoya avakirina panelên rojê de rêzkirina erdê û paqijkirina nebatan, tebexeya ser axê bêparastin dihêle. Li gorî rapora ji hêla Laboratuara Neteweyî ya Argonne (ANL) ve hatiye weşandin, ji ber li qadek berfirej kolandin û rêzkirin tê kirin ev yek dibe sedema zexmkirina axê, xirabûna kanalên avdanê û herîkîna ser erdê bi lez dibe rê li ber erozyonê vedike. Li Mêrdînê (Artuklu) ji ber erdên xwar di demên baranê de li niştecihên jêrîn rê li ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê vedike.

Her wiha ev yek xeteriya hişkesaliyê jî bi xwe re tîne. Li gorî rapora ANL’ê pergalên çalên parabolîk û kuleyên navendî bi gelemperî ji bo hilberandina elektirîkê santralên buharê yên kevneşopî bi kar tînin û ev santral bi gelemperî ji bo sarkirinê avê bi kar tîne.

Mêrdîn li gorî daneyên sala avê ya 2024-2025’an di nava herêma hişkesaliyê derasayi de cih digire. Sala 2025’an wekî sala herî hişkesalî ya nîv sedsala dawî hate tomarkirin û Mêrdînê yek ji bajarên ku di herêmê de stresa avê ya herî krîtîk e. Her çiqasî di destpêka 2026’an de baran barî jî, pispor hişyar dikin ku bandorên hişkesaliya çandiniyê wê di sala 2026’an de jî berdewam bikin. Nêzîkî %70 qadên çandiniyê yên li Deşta Mêrdînê di xetereya hişkesaliyê de ne. Ev jî nîşan dide ku projeyên bi vî rengî li herêmê wê hişkesaliyek hîn bêtir bi xwe re bînin.

Guherîna hevsengiya germê û mîkro-klîma

Fenomenê ku jê re "girava germahiya fotovoltaîk" tê gotin di encama panel tîrêjên rojê dimêjin û kom dikin de hewaya derdorê ji normalê zêdetir germ dikin. Li gorî daneyên ku ji lêkolînên wekî Scientific Reports hatine wergirtin, ev zêdebûna germahiyê mîkro-avhewaya herêmê diguherîne, hem dibe sedema hişkbûna nebatên herêmî û hem jî ji ber avahiyên kevîrî yên dîrokî yên qebarîna termalê rê li ber mehitîna bi lez vedike.

Her wiha germahiya li Mêrdînê û herêmê gihîştiye astên herî bilind. Di Tîrmeha 2025’an de, li Qoserê germahiya bi pileya 49.6 derece rekora hemû deman hat tomarkirin.

Li gorî daneyên IUCN (Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî) ronahiya polarîze ya ku ji rûyên panelan dibiriqin ji bo kêzik û çûkên avî "bandora golê" çêdike û wan dixapîne. Ev jî dibe sedema windabûna populasyonê û şikandina zincîra ekolojîk.

Li gorî daneyên Health and Safety Executive (HSE) bi taybetî kîmyasalên ku di dema paqijkirina panelan de têne bikaranîn û metalên giran ên wekî kadmîyûm û silisyûm tetraklorur di rewşa zirarê de xetereya rijandina nav ax û ava binê erdê heye.

Projeya ayzol hat rawestandin

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di nav projeyên Santrala Enerjiya Rojê (GES) a ku herî zêde tê nîqaşkirin û bi îdiayên wêrankirina ekolojîk derket pêş, Azyol Enerjî ya ku di binbanê  Azyol Holding de dixebite ye. Azyol Holding; di sektorên ku rasterast li ser wêrankirina jîngehê ne wekî mermer, maden, înşaat û enerjiyê ku wekî "aboriya talankirinê" têne binavkirin, her ku diçe mezin dibe.

Projeya GESê ku plankirî erdên çandiniyê û mêrgehên gundên Artuklu ya Mêrdînê desteser dike û ev yek

mînaka herî şênber a ku bê şîrket ji bo qezencê çawa bi awayekî çavbirçî qadên jiyana civakî paşguh dike ye. Lê di encama berxwedana gel û dozên hatine vekirin de dadgehê ev hewldana talankirinê ya ku proje wê zirarê bide erdên çandiniyê û hebûna çandê piştrast kir û proje rawestand.

Şîrket tevî biryara dadgehê ya betalkirina projeyê li herêmên mîna Bedlîs, Êlih û Amed li pey hev bi wergirtina destûrên “GES’ên bi dîploma” hewl dide herêmê bike qada şantiyeya enerjiyê.

Şîrketa pîşesaziyê ya mezin îsdemîr derket ser dikê

Şîrketa Hesin û Pola ya Îskenderûn (ÎSDEMÎR) a ku li Mêrdînê projeya santrala enerjiya rojê dimeşîne, di demên dawî de bi projeyên mezin ên santrala enerjiya rojê ku di bin navê "veguherîna kesk" de dike, bi projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) ku yek ji pîşesaziya herî mezin a Tirkiyeyê ye di navenda nîqaşên ekolojîk de ye. Şîrketa ku di bin Koma OYAK’ê de dixebite, ji bo lêçûnên enerjiyê di hilberîna hesin û pola de kêm bike, çavê xwe bera mêrgeh û erdên xazîneyê daye.

Projeya Mêrdîn 2 GES a ÎSDEMÎR a ku plan dike li nav sînorên Mêrdîn, Artuklu û Şemrexê de li qadeke bi qasî 172 hektarî belav bibe, mîna projeyên din ên mezin ên li herêmê gefê li qadên çandiniyê û ekosîstemê dixwe ku veguherîne herêmeke pîşesaziyê. Şîrket bi projeyên di bin navê “bê karbonbûnê” ne tenê bi Mêrdînê, di heman demê de li gelek bajarên din ên mîna Riha, Amed, Şirnex, Çorûm, Çankiri û gelek bajarên din ji bo bi sedan megawatt kapasîteya hêza sazkirî li pey hev biryarên “ÇEDên erênî” wergirtiye.

Mînak projeya santrala enerjiya rojê ya 4.5 milyar TL ku tê plankirin ku li ser nêzîkî 200 hektar mêrgehên Amedê were çêkirin, parçeyek ji stratejiyeke berfirehbûnê ye ku rasterast ekosîstema herêmî û erdên ajalvanî lê tê kirin hedef digire.

Ev veberhênanên mezin ên mîna "enerjiya nûjenkirî" têne bazarkirin, tê wateya bi hezaran donim mêrgeh bi panelan bên girtin, erdên ku cihê debara mirovan ne bên bê milkkirin û erdnîgariya herêmê ji bo saziyên pîşesaziyê bikin “erdê belaş a enerjiyê”.

Dîsa Cengiz holdîng

Projeyek din a li vir aîdî Cengiz Holding e. Şîrketa holding û şîrketa girêdayî wê Etî Bakir ku ji dewletê îhaleyên mezin distîne ji bilî şertên piyaseya serbixwe, bi şertnameyên taybet ê takekesî û “tekelên xwezayî”yên di destê desthilatê tên kirin gelekî tê rexnekirin. Holding di bin navê enerjiyê de du projeyên enerjiya rojê di bin navê "enerjiya paqij" de li Şemrexa Mêrdînê projeyek 52 MW  û li Bazîda Agirî projeyek 45 MW çêdike.

Mêrdîn bi projeya RESê tê dorpêçkirin

Mêrdîn ne tenê ji ber GESê di bin xeteriyê de ye. Projeyên RES’ê ku di bin navê “enerjiya paqij” di navbera navçeyên Şemrex û Dêrikê de têne plankirin, jiyana kovî û aboriya herêmî dihejîne. Turbînên mezin ên ku di çarçoveya projeyê de bên çêkirin ji bo gelek cûre çêkan û ajalên din wê bibe “makîneya hêrandinê”.

Projeya RESê di demên dawî de ji ber ku cihên dîrokî yên Mêrdînê dixe xeteriyê rastî bertekan tê. Projeya RESê aîdî Dicleres Hilberandina Elektrikê A.Ş ya ku girêdayî Koma Şîrketên Fernas e. Koma Fernas bi xebatên xwe yên di warê înşaat, enerjî û madenê de tê nasîn. Şîrket aîdî malbata Nasiroglu ku têkiliyên wê bi partiya desthilatdarê re heye.

Projeya Dicleres RESê ku tê plankirin li ser qadên mîrateya dîrokî û xwezayî yên wekî Keleha Rabatê ya hezar salî û Şelaleya GAP’ê ku di navbera sînorên Şemrex, Dêrik û Qoser ên Mêrdînê were çêkirin, mînaka herî berbiçav e ku bê şîrket çawa ji bo qezenca xwe mîrata çandî paşguh dike.

Gundiyan bertek nîşanî projeyan dan

Li gorî daneyên ku ji hêla Komeleya Xwezayê û çavdêrên çûkan ve hatine parvekirin, xeta Mardîn-Şemrexê her sal ji hêla bi sed hezaran çûkan ve tê bikaranîn. Turbînên bayê yên RES’ê ku li cihê xelet hatine danîn, rê li ber xetereya çûk lê biqelibin vedike. Her wiha dengê frekanseke nizm û qadên elektromagnetîk ên ji hêla turbînan ve têne çêkirin tenê bandorek neyînî li ser jiyana kovî nake, di heman demê de li ser ajalvaniya ku debara sereke ya herêmê dike. Gundiyên Şemrexê diyar dikin ku ji ber ku qadên çêrandinê dikin qadên enerjiyê ev yek qadên çêrandinê kêm dike, di nava ajalan de stresê çêdike û hilberîna wan kêm kiriye. Gundiyan bertek nîşanî van projeyan dan.